Di Mîtolojiya Yewnan de Kûçikê Kerberosê Sê Serî
Di Mîtolojiya Yewnan De Kûçikê Kerberosê Sê Serî
Navekî wî yê din jî, Tserber e. Di mîtolojiya yewnan de kûçikê hêwilnak ê bi sê serî, ku pasvanê derîyê dojehê ye. Yên ku tênê ber derî û dixwazin ku bikevine hindirû, bi nermahî pêşwazî li wan dike. Lê ên ku dixwazin derkevin ser rûyê erdê, bi hêwilnakiya xwe êrîşê wan dike û nahêle ku derkevin ser rûyê erdê. Li gor Hesîodos jî, pêncî (50) serê wî hene. Li ser fermana Xwedayan, Herakles carekî wî derxistiye ser rûyê erdê û piştra, carekê din wî biriye bin erdê.
Ali Gurdilî
Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî