Karbeşî

Karbeşî

Karbeşî

Bi cihêrengbûna karan re, ji dabeşbûna kar û ji aliyê mirovên cuda ve pêkanîna kar û şuxlên cihêreng re, karbeşî tê gotin. 

Sê Texlîd Karbeşî Hene 

1- Karbeşîya Xwezayî (Karbeşîya Basîd) 

Karbeşîya ku li gor temen û cinsîyetê pêk tê. Ev karbeşî, wek bingeha têkilîyên hilberanê tê dîtin û di roja me de, di hinek warên jiyana civakî de jî tê dîtin. 

2- Karbeşîya Pîşeyî (Karbeşîya Meslekî) 

Bi zêdebûna hewcedarîyên mirov re, rêya ji alîyê mirovan ve bi destê xwe pêkanîna hemû pêdîvîyan hatiye dadan û rê li karbeşîya pîşeyî hatiye vekirin. Ji ber vê yekê jî hinek kar, her dem ji alîyê hinek mirovan ve hatine pêkanîn ku ev mirov, di karê xwe de piştî demekî dibine pispor. Ango, pêzan. Herweha ne tenê pêdivî an jî kêmasîyên xwe, pêdivîyên mirovên din jî hilberandine. Bi vî awayî, di jiyana civakî de pîşeyên (meslekên) pirtexlîd derketine holê. 

3- Karbeşîya Teknîk 

Bi pîşesazîbûnê (sanayîbûnê) re bi armanca zûpêkanîna karan û hilberana bênavber, derketiye holê. Bi vê karbeşîyê re kar, li qisman (beşan) hatiye dabeşkirin û her karê li beşekî, ji alîyê mirovekî din ve tê pêkanîn. Bi vî awayî, di hilberandinê de berhemdarî û pêzanî, zêdetir bûye. Belam vê karbeşîyê, bi awayekî neyînî bandûrê li afiranderîya karkiran kiriye, ku bûne wek biyanîyên karên xwe yên ku dikin. Ev yek jî, hêleka neyînî ya vê karbeşîyê ye.

Ali Gurdilî
info@felsefevan.org 

Çavkanî: Malpera Felsefevan

Bersivekê binivîsin