Jiyana Neanderthalerî

Jiyana Neanderthalerî

Li gorî lêkolîna komeke pisporên navneteweyî ya li ser xwarina Neanderthalerî diyar dike ku diyeta Neanderthalerî di sedî de heyshtê ji goshtê heywanan û di sedî de bîst jî ji xwarina nebatî bûye. Pispor vê yekê ji proteînên di nava hestiyên Neanderthalerî ku li Belchîkayê hatine binax kirin, bidest xistine.

Chend salên dawîn diyeta-paleoyî di nava civaka Ewropayî de pirr navder e, lê heta vê demê me nizanibû ku diyeta pêshiyên me ji chi pêk dihat. Komeke pisporên navneteweyî ku du pisporên Enstîtûya Belchîkayê jî tê de bûn, li ser hînbûyînên xwarinê yên Neanderthalerî lêkolînên xwe pêk anîn. Li gundê Goyetê ya li bajarê Namenê (bi fransi Namur), di du shûnên kolandinê de hestiyên Neanderthalerî yên 45.000 heta 40.000 salî û hestiyên mamûd, gergedan, hespên kovî, shivira kedî kirî, bîzonên ewropayî, keftar û hirchan hatin vedîtin. Pisporan lêkolînên xwe li ser kolajena proteînan yên di nava hestiyên Neanderthalerî ku parcheyeke pirr girîng e, pêk anîn. Heta vê demê wisa dihate qebûlkirin ku Neanderthalerî xwe bi xwarinên weke heywanên wê demê, têr dikir. Lêkolîna nû ya ku li ser malpera zanistî yê Journal of Human Evolution û Quarternary International hatiye weshandin, berevajiya vê yekê dike. Hema hema xwarina tevahiya dirindeyan weke hev û din bûn: hilbijartinên sereke heywanên pichûk yên weke shivirên kedî kirî, hespên kovî û bîzon bûn. Lê xwarina Neanderthalerî bi pirranî ji heywanên giyaxwer bû yên weke mamûd û gergedanan.

Disa ji lêkolînên li ser asîdên amînoyî yên di nava hestiyên Neanderthalerî hate dîtin ku diyeta Neanderthalerî di sedî de bîst ji xwarina nebatî bû. Mijara xwarina Neanderthalerî bêyî bidest xistina encamên shênber yek ji mijarên herî zêde gengeshî li ser dihate kirin bû.

Metîn Eser 

Chavkanî: BELGA

Bersivekê binivîsin