Jiyana Mansûrê Hallacvan

Jiyana Mansûrê Hallacvan

Jiyana Mansûrê Hallacvan   

     Di dîroka ol (dîn) û felsefeyê de gellek mirovên zana yên ku ramanên cuda û yên nû pêşkêşê mirovahiyê kirine, mixabin di dewrên xwe de herdem jêr hatine dîtin û ne tenê ev yek; herwiha di bin tehde û zordariya desthilatdaran de mane û hatina îdam kirin. Bîrdozî (îdeolojî) û teolojiya fermî, gîrovên di derheqên jiyana wan de hebûye jî, ji holê rakirine û xwestine ku wan bidin ji bîrkirin. Eynî çarenûs, ji bo jiyana Hiseyîn Îbn Mansûr Hallac  jî rawacdar e û ancax piştî mirina xwe (piştî zayînê- mîladî 922) di cîhana îslamî de cihê xwe yên teybet digre û dibe mirovekî dîrokî. 

Di sala 1046- an de wezîrê Alî Îbn El Mislima, dema ku di ber wî cihê ku Hallac hatibû îdamkirin de dibore, dibêje; “ Ev der, cihekî pîroz e û hatiye pîrozkirin. ” Û bi vê gotina xwe re jî, li hemberê wê pêvajoya jibîrkirinê rawestiya ye. Piştî mirina wezîr, dostê wî ên nêzîk Ebûbekir Bin Tahabit Kâtîb, di berhema xwe ya bi navê “Dîroka Bexdayê” de, wêrekiyekê nîşan daye û di vê berhema xwe de behsa HALLAC  kiriye. Belam, xelkê wî tu carî wî ji bîra nekiriye û derheqê wî de gellek çîrok hatine vegotin. Ne ev yek, herwiha di nava mirovên zanist de jî, li ser jiyan û felsefeya wî gotûgo çêbû ye. Piştra, zilamekî olî bi navê Îbnî Bâkûyê Şîrazî  (mîladî- 972- 1050) di derheqê wî de lêkolînekê hêja û berfireh nivîsandiye û li gorî wî; “ Hallac baş dest pê kiriye, lê nebaş xilas kiriye. ” 

Îbnî Bakûyê Şîrazî, wê lêkolîna xwe li ser destnivîsên kurê Hallac ku navê wî Hemd bûye, ava kiriye û piştî ravekirina xwe, lêkolîna xwe pêşkêşî xwendewanan kiriye. Ê baş e zanayiyên ku di derheqê Hallac  de hene, gelo em çawa ji wan agahdar bûne û ev zanayî heta dema me çawa hatine? 

Piştî îdamê, zilamekî olî û destûrmendê dewletê ku navê wî Îbn El Haddâd  bûye, diçe Bexdayê û li gorî şahîdiya çend mirovan û li gorî şahîdiya Îbn Hayran di derheqê Hallac de dibe xwediyê gellek zanayiyan. Bi vê xebatê re, êdî ramanên Mansûrê Hallac gihêjtiye derveyê Bexdayê. Di sala 941- an de li Tirkistanê, Farîs Dînavarî di dersên xwe de cîh dide Hallac û dîsa di heman salê de, Şîraz jî behsa Hallac kiriye. Di nêzîkê wan salan de dîsa li Besra û Helebê, xelkê ji Hallac behs kiriye û felsefeya wî hatiye rexnekirin. Nêzîkê dawiya sedsalê, di cîhana îslamî de li herêmên cuda cada, li ser Hallac gellek guftegoy hatiye kirin. Belam, hêla bawerhişkan ramanên Hallac bi temamî afaroz kirine.     

Di sala 1106- an de alimê olî yê navdar Abu Hamid di berhema xwe Mîşkâtê de, raman û nêrînên Hallac diparêze. Di sedsala 12- an de, ji aliyê Şêx Umavî ve rêçika Adeviye tê damezrandin û di vê rêçikê de felsefeya Hallac tê xwendandin. Beşdarên vê rêçikê yên Kurd, li çiyayê Laleşê (li Kurdistana Başûr, warê pîroz) bi navê Hallac maqamekî ava kirine û li wir gelek peykerên çûkên pîroz (Yên Melekê Tawis) çêkirine. (Vegotina Massignon e) 

Di eynî dewrê de, bi fermana Mîr Gokbûrî li Musûlê maqama Hallac hatiye çêkirin. Di sala 1164- an de helbestvanê Îranî ên navdar Ferît Attar, ya Hallac bi “mertebeya herî bilind” daye nasandin. Di sedsala 12- an de Ehmed Yesevî, di diwana xwe ya bi navê “Hikmeta dîwanê” de rûmetekê mezin daye Hallac û bi vê yekê re cara yekemîn Hallac ketiye zimanî Tirkî, yê nivîskî. Piştra, şirovekirin û ravekirinên Ehmed Yesevî; dibin bingehek ji wan bingehên ramana Bektaşîtîyê.   

Di sedsala 13- an de ramanên Hallac êdî bi temamî li cîhana Îslamî de belav bibû. Mewlana di mesnewiya xwe de dibêje ku, min Hallac di xewa xwe de dîtiye û ew zilam bi neheqî hatiye îdamkirin. Di derheqê Hallac de ji Endûlisê heta Tirkistanê, gellek zana û hozan berhem afirandine. Zilamên olî yên beşdarên hêla hembelî, li hemberê Hallac nêrîna xwe ya “sûnnî” didomînin û serpereştê wan jî, Îbnî Teymîye bûye. E wan, baweriya xwe bi nêrîna Hallac û bi ya Mûhidînê Arabî ya “wahdetî vûcud” ne anîne û li hemberê vê ramana “Monîst” rawestiyane.        

Li Gorî Nêrîna Hinek Lêkolînêrên Elewî Jî: 

ji bilî îslamê, li derveyê îslamê jî dilêrîneka “Wahdet- î Vûcud” heye. Û bi demê re, bi zordariya desthilatdaran ev herdû dilêrîn hatine ba hevdû û bûne yek. Çi be bila be, ev yek eşkere ye ku bingeha vê dilêrînê mîstîsîzma Hînd e û wisa xwiya dike ku ji hêla felsefeya dîn ve, berçewtê îslamiyetê ye. 

Sedasala 14 û 15- an, bi gengeşiyên Hallac diborin. Helbestvan Ahmedî  li ser Hallac rîsaleyekê dinivîsîne.  

Di sedsala 15- yan de, bûyêra herî girîng aqîbeta Nesimî û dîwana wî ya xemnak e. Li gorî hinekan Nesimî, ji nû ve hatina Hallacvan e. 

Hallacvan, di sedsala 16- an de digehêje heta Benegalê. ( Ango, raman û nêrînên wî ên felsefî û olî ) Li Benegalê (ku bi alîkariya Nisret Şah ve îslamîyet çûye wê derê) rêçikek (tarîqat) tê damezrandin.   

Di sala 1531- an de helbestvan Lamî, ji Siltan Silêman re qesîdeyeke pêşkêş dike û di vê qesîdeyê de, Hallac û Siltan Silêman dide berhev, ango wan rûbirû dike. 

Di sala 1535- an de, dema ku Bexda tê vegirtin krokiya ziyaretgeha Hallac tê çêkirin. 

Di sedsala 20- an de, alimê ku herî zêde ji Mansûrê Hallac ketumet bûye û ketiye bin bandûra wî misilmanê Hîndîstanî ên navdar Muhammed Îkbal e û  Îkbal; dilêrîna Mansûrê Hallac ya “ENEL HEQ” ( Ango ez xwedê me, ez rastî me, ez heqîqet im. ) ji felsefeya xwe ya “Personalîst” re kiriye bingeh.             

Wisa tê zanîn ku, di navbera ramanên Hallac û Muhammed Îkbal de cend niqteyên din yên hevpar hene. 

Herwekî: Hallacvan û Muhammed Îkbal di babeta mal û milk de jî, bêminaqeşe di baweriyekê hevpar de ne. 

Îkbal, raman û nêrîna rêzanê xwe (ango Hallac) pejirandiye û di mijara ekonomî de jî, li hêla sosyalîst û kominîst de cih girtî ye. 

Hallacvan, hêmanên felsefeya Karmatîyan li gorî Quran û sinetê dibîne, ku karmatîyan li hember kargêra Abbasiyan ya emperyalîst- kapîtalîst serî hildabûn. 

Dilêrîna Hallac ya ekonomîk, seranser li dilêrîna karmatîyan ya ekonomîk, tê. 

Hallac dibêje ku: “Li bajarekî yên ku ji te zêdetir hewcedarê xwarinê hebin, divê ku tu xwarinê nexwî; ev Tevekûl e. Yên ku baweriya xwe bi Xwedê tînin, bitenê ji bona bidestxistina pêdiviyên mirovên din, dikarin kezencê (behre) bikin. ” 

Hasilê; li gorî dilêrîna Hallacvan- Karmatî, di axê de xwedîbûn tune û li gorî nêrîna wan, dilêrîna kar ya serbest, rê li niheqiyên mezin vedike.”               

Hiseyîn Îbn Mansûr Hallac; di sala 856- an de li herêma Tûr li Beyzayê, hatiye dinyayê. 

Beyza, navendek leşkerî bûye û ew hemû leşkerên ku li dijê Tirkan şer dikirin, li vî bajarî diman û hewcedariyên xwe yên rojane, li vê derê pêk dianîn. Wisa tê zanîn ku, mirovên li vî bajarî dijiyan, di bin parastina dewleta Yemenê de bûn. 

Ji ber vê çendê, hatiye gotin ku Hallac ji Yemenê ye. Belam, bapîrê wî Mazdeîst (Beşekê ola Zerdeştiyê) û mirovekî Îranî bû. (Li gorî hinek vegotinan jî, tê gotin ku bapîrê Hallac û ew bi xwe jî Kurd bû. )  

Bi bavê xwe re ku, ew jî bi karê tevnejeniyê (hallacvaniyê) mijûl dibû, di navbera salên (hicrî 253- 262) an de li wan herêmên ku cumkerî têde hebû geriyane û bi malbata xwe re li bajarê “ Vâsîtê ” bicîhbûn e. 

Beyza an jî Bayda, girêdayê helîfeya Abbasiyan bû. Belam zimanê Îranî  û çanda Mazdaîsmê, li hemû herêmê serwer bû. Ji ber ku ev herêm; xwediyê asûnekê stratejîk bû, hema zû bi zû ji aliyê Abbasiyan ve hatiye erebkirin. 

Li bajarê Beyza qasê Îraniyan, Kurd û Tirk jî dijiyan û ew hemû êdî bibûn Misilman. Lê belê, ew hemû jî di eslê xwe de Mazdeîst bûn. 

Wisa tê gotin ku ji ber zimanê erebî, ku hê di zaroktiya wî de fêrî wî kiribûn, Hallacvan farisiya xwe ji bîr kiribû.   

Li Beyzayê ku li vî bajarî hatiye dinyayê, rojekî bûyerek tê serê Hallac. 

Rojekî Hallacvan û hevalê wî Musa, bi hevûdu re di kolanekî de bi rê ve diçin, di wê demê de Hallac li erdê siya jinikekê dibîne û dema ku serê xwe bi jorêve hildide, çavên wî bi jinikekê dikeve. Dizivire û ji hevalê xwe Musa re dibêje: “Wê tu yê bibînî! Bobilatên mezin li pêşiya min in. Li benda vê nêrîna min, ya qelîz bisekine.” 

Piştî çend salan wê roja bobilatê, hevalê wî Musa li bin dara xaçê digirî û carina jî serê xwe radike û li Hallacê ku bi dîrek ve girêdayî ye dinehêrî. 

Hallac hêdîka jêre dibêje “Berê çend salan, te dîtibû ku çawa min serê xwe hildabû û li jor nihêrtibû. Ew ê ku sitûyê xwe dirêjê tiştekî haram bike, ew jî mîna min vî cezayê sitûşerjêkirinê heq dike.” 

Li herêmê “sûnnîtî” serwer bû. Lê, Hallac hê di zaroktiya xwe de bi gellek kesên mazdeîst û şîî re hevaltiyê kiribû û  pêwendiyên wî, bi gellek kesan re jî hebû. 

Dostên wî ên nêzîk Musaş şîî û Khurrazâde Bîn Fîrûz jî mazdeîst bû. 

Wisa xwiya dike ku, Hallac li Vâsîtê mezin bûye. Nasnavê wî yê “Hallacê ji dil” li wî bajarî lê kirine. Wisa tê zanîn ku, bi zimanê Erebî baş dizanibû û gellek hedîs û bûyêran jî, ji ber dizanibû. Bajariyên Vâsîtê, gişkên wan Ereb û piştgirê Emewiyan bûn û sûnnî- hembelî bûn.    

Hallac li vî bajarê kozmopolît, herçixas gişkên wan sûnnî- hembelî bûn jî, bi bandûra vê pergalê re digehêjî formasyona xwe ya olî, ya pêşîn. 

Hallac piştî ku 2  (du) salan li Vâsîtê dimîne, diçe  Tustarê û li wir dibe şagirtê Sûfî Sehl. 

Ev yek ne “Tilmîziyek” bû, lewra ewî hê qincên sûfîyan li xwe wernegirtibû. Ancax li gorî rîwayetan, pêvajoya mîstîkê (razî) dest pê kiribû.      

Beriya her nimêjê daxwaz dikir ku xwe ji dinyayê veqetîne û dakeve wê dinya hûndirîn. Ev daxwaza wî ya ku bi vê yekê re dixwest  xwe bigihîne “ Nûr- a Muhammed ” bandûrekê mezin li Hallac kiriye. Piştî ku 2 (du) salan li Tustarê dimîne, Hallacvan ji nîşkave diçe Bexdayê. 

Di wê demê de li Tustarê serhildanek hebû û  Kurd li Tustarê bibûn serwer û desthilatdar. Dibe ku Hallac ji ber vê teklîheviyê ji bajarê Tustarê derketibe û çûbe Basrayê.    

Hiseyîn Îbn Mansûr Hallac, di sala 262- an de ( hîcrî ) tê Basrayê; li ba Amr Mekkî bi cîh dibe û piştî du- sê mehan li wir dizewice. Hevaljiyana wî, keça Abû Yakûp Akta bû. Tê gotin ku Akta ji bextemamî, rastî û başiya Hallac hez kiribû û ji ber ku bêtirs baweriyên xwe diparast, Akta keça xwe dabûyê. 

Ji ber sedemekî ne diyar, piştî zewacê navbera Hallac û Amr Mekkî xira dibe û wisa dibe ku  Hallac êdî tu “feyzê” ji wî nagire. Hallac piştra diçe Bexdayê, ba Cineydê Baxdadî û jêre qala rewşa xwe dike. 

Piştî şîretên Cineydê Bexdadî yên sebrê, Hallac dîsa dizivire Bexdayê û li vî bajarî deh (10) salan dimîne. Di vê pêvajoyê de jî, dibe dostê Cineydê Baxdadî û piştra jî, di navbera wan de danûstandinekê nameyan çêdibe û bi vî awayî, ramanên hevdû fêr dibin. Piştra malbata xwe ewilî dibe “Tustarê” (hîcrî- 272- 281) û piştra jî li Bexdayê bi malbata xwe re bicîh dibe. 

Li gorî zanayiyan, dema ku li Basrayê bûye Hallac du caran çûye hicê.      

Ew dewra ku Hallac jiyaye, ji bona cîhana îslamê dewreka gellek girîng bû. Lewra gellek bûyerên girîng, di wê dewrê de qewimîne. 

Ji wan bûyêran ya yekemîn şerê “Sıffın” bû, ku 25 sal piştî mirina Hz. Muhammed dest pê kiribû. 

Ya duyemîn xebatên alimên îslamê bû û bi van xebatan re çar şaxên “ehlê sinetê” derketibûn holê. ( Ango mezhebên malikî, hanefî, şafî û hanbelî ) 

Ya sêyemîn jî xîretkêşiya sûfîyan ya ku daxwaz dikirin bi yekîtiya Xwedê re yekbin, bû.     

Wisa tê zanîn ku, hemû mamosteyên Hallac xwedî hewldanekê sûfîtiyê bûn. 

Sahl Bin Abdullah, mamosteyê wî yê pêşîn bû û şafîyekî mîstîk bû. E vî mirovî bi xwe jî tefsîrekî nivîsandiye û wisa xwiya dike ku Hallac, di bin bandûra wî de maye û jê ketumet bûye. Lewra dilêrîna wan ya herdûyan jî, dişibiya hev. Wekî ku bawer dikirin, cewhera Xwedê li her derê heye û dixweyî, an dertê, ev yek li ba herdûyan jî hebû. Herdûyan jî di meha remezanê de, mîna hev rojiyê digirtin û di rojê de 400 rekat nimêj dikirin.     

Me li jorê jî qal kiribû ku Hallac li ba Amr Mekkî bicîh bûye û li balê, bi temamî bûye sûfî, cilên sûfîyan li xwe wergirtiye û simbêlên xwe birrî ye. Wekî tê zanîn; Amr Mekkî ji aliyê Buharî ve hatiye perwerdekirin û ew bi xwe şagirtekî wî yekî pisporê hedîsê bû. 

Meyla Cineydê Bexdadî jî, li ser sûfîtiyê bû û helwista xwe ya mîstîk, li ser bingeha rexnekirina ekola “mutezîle” ava kiribû. Li gorî zanayiyan jî, gellek bandûra Cineydê Bexdadî  li ser ol- zanista îslamê çêbû ye. Cineydê Bexdadî, herwiha çewtiyên Mîstîsîzmê jî rexne kiriye û piştî demekî, ji sûfîzmê veqetiya ye û bûye şafî. 

Ji wan kesên ku li ser ramanên Hallac  xwedî bandûr in, yek ji wan mirovan Cineyd e. Belam, piştî demekî têkiliya Hallac û ya Cineyd  hatiye birîn. Piştra, hatiye gotin ku Cineydê Baxdadî ya Hallac bi çêkirina sehrê (sihîr) tawanbar kiriye.     

Navê Hallac yê rast û nekêm: Abû Abdullah El Hiseyîn Bîn Mansûr Bin Mahamma El Beyzâvî El Hallac e. Navê Beyzâvî, ji wî bajarî ku hatiye dinyayê tê, navê bavê wî Mansûr û navê bapîrê wî jî Mahamma ye. Çava ku bavê wî tevnejenê hirî bû, Hallac jî wisa dilan zelal û pakij dikir. Herwiha li gorî rîwayetan, e wî dilan jî dixwend û çî di dilê xelkê de hebû pê dizanibû. 

Li gorî rîwayeteka İbnî Bakûye anekdotekê wiha tê vegotin: “Rojekî, Hallac dikevî dikanekî tevnejeniyê (dikana hallacê) û ji dikandar re dibêje ku, bi xêra xwe ji bona qasekê derê derve. Piştî demekê dema ku zilamê dikandar dizivire dikana xwe, lê dinêrî ku hemû hiriya wî hatiye pakij û geşkirin. Bi vê yekê şaş û ecêbmayî dimîne. Piştra, ev bûyer di nava xelkê de belav dibe. ” Wisa tê gotin ku xelkê wî, piştî vê bûyêrê nasnavê Hallac lê kiriye.”     

Hallac di xortaniya xwe de ew cihê ku diçûyê, li gorî wê derê qincan li xwe werdigirt, lê piştî ku bûyê sûfî hiriya xas ya sipî li xwe kiriye. Wek tê zanîn; sûfîyan vî adetî, ji mîstîkên fileh sitandiye. Lewra, ev adeteke filehan bû. Di dema remezanê de jî  Hallac mîna nîşana zehmetkeşiyê, cilên reş li xwe werdigirt.     

Hallac di navbera salên (hîcrî 270- 272) an de diçe Mekkê û li wir di hewşa mizgeftekî de, salekî  (ji bilî pêdiviyên xwe yên mecbûrî) ji cihê xwe ranabî û nalivî. Xwarina wî, her roj du qurt av û perçeyek nan bûye. 

Ne baran û ne jî tavê, qet wî aciz nekiriye. Lewra, e wî wisa bawer dikir ku bi riya pakijî û zelaliyê, mirov dikare xwe bigihîne Xwedê.     

Li gorî gotinên xelkê; xwe mîna Xwedê nîşan daye û gotiye ku ez jî, dikarim berhemekî mîna Quranê binivîsînim û li ser vê vegotin an bûyerê, ji aliyê nişteciyên Mekkeyê ve hatiye qedalkirin. 

Ancax bi tenê Amr Mekkî gotiye ku ev axaftina wî, ji bilî bestê ( îlhamê) ne tu tişt e. Amr Mekkî, bi vê gotina xwe re piştgiriya Hallac kiriye, wî û alîgirên “mutezîle” wekhev ne dîtiye. Lewra di wê dewrê de, hinek aligirên mutezîle yên fanatîk dibêjin ku, Quran bi destê insanan hatiye nivîsandin.     

Dîsa li gorî gotinên xelkê tê gotin ku, Hallac li hiccê (hac) behîta afirandî ye û tenê bi 400 mirîdên xwe re çûye hiccê. Ne ev tenê, ji bona mirîdên xwe ji tinebûnê jî, teama (tiştên xwarinê) afirandiye. Dîsa hatiye vegotin ku, Hallac di şeva pasqalyayê de çûye dêrê (Ew dêra ku Hz. Îsa li wê derê hatibû kuştin) û duayan kiriye. Di nava dêrê de jî; finda bi agirekî behîtî ku ji serê tilyên wî derketine, pêxistiye.     

Mansûrê Hallac/Mansûrê Hallacvan bi hemû jiyan û bi felsefeya xwe re, bingeha sûfîtiyê ava kiriye û wisa tê hesibandin ku sûfîtî di gihêjtina Xwedê de, riya sêyemîn e. Wisa tê zanîn ku, di ramanên sûfîyên berê de lihevhatinên “sûnnî” û “muteziliyan” hebûn. Lê, Mansûr wisa bawer kiriye ku mirov ne bi riya eqil û ne jî bi riya veguhastinê dikare bigihêje xwedê. Ji bona gihêştina xwedê; divê ku mirov ji nîmetên dinyayê birevî an dest nede wan, ev yek pêwîst û girîng e. 

Daketina “ENEL HEQ” jî, encama vê pêvajoyê ye.     

Li ser gotina peyva “ENEL HEQ” çend şiroveyên cuda hene. Gelo e wî vê peyvê, lî  kû derê û çawa bikaranî ye? Lewra ev peyv, çawa ku tê wateya “Ez Xwedê me” wisa tê wateya “ez heqîqet im” jî. 

Beguman sedemê îdama wî, yê serekê ev peyv e. Lê tê dîtin ku, hê di pêşiyê de jî Hallac di nava berbiçûnekê wiha de bû. 

Li gorî riwayetekî din jî; Hallac vê peyvê (peyva ku gotiye ez xwedê me,an ez heqîqetim) hê di dema hogiriya Cineydê Bexdadî de bikaranî ye. Dema Hallac vê gotinê jêre gotiye, e wî jî bersiva wî wiha daye: “Bi vê peyvê, ka em binêrin wê xwîna te li kîjan sêpê biherikî? ” 

Dîsa li gorî rîwayetekê din, ev peyv dema ku Hallac çûye serdana Cineydê Bexdadî li ser pirsa wî  ku gotiye; “ Ew kiye? ” hatiye bikaranîn. 

Piştî pirsa Cineydê Bexdadî, Hallac bersiv daye û gotiye: “Ez heqîqet im! ” 

Li ser vê bersiva Hallac, Cineydê Bexdadî  jê re gotiye ku;  “Wiha nebêje! Nebêje ez heqîqet im. Qet nebû, bibêje ez perçeyekî wî me! ”     

Anekdotekê mîna vê tê vegotin, ku di navbera Hallac û  Şiblî de jî derbas bûye. Lê, tê zanîn ku peyva “ENEL HEQ” di dema mehkemekirina wî de, li ser pirsa Qazî Ebû Yusuf ku gotiye; “ Tu  kiyî? ” hatiye gotin.     

Li gorî  Attarê Îranî û  Nesimî jî; “Enel heq” bi tenê li dara sêpê, ji devê Hallac derketiye, ne ku li cihekî din. Hallac, tu carî di berhemên xwe de negotiye “Enel heq. ”    

Belam; jiyan û dazanîna wî vê berbiçûnê derdixe holê. 

Peyva “Enel Heq” ji Ereban zêdetir, di nav alimên Îranî, Tirk, Hindîstanî û Malezyayî de hatiye bikaranîn û belavkirin. Berbiçûnekê mîna vê, berê jî di nav fîlozofên Yewnan de û li ba çend filehan jî hebû. 

Çawa ku wek tê zanîn, “heqîqet” ji notuneh (99) rûçikên Xwedê, hebek e.     

Ji bona misilmanên sûnnî; bikaranîn an pejirandina rûçikekê xwedê negengaz e. Lewra berbiçûnekê wiha, li gorî wan hatiye nepixandin. Û mirov bi tenê perçeyekê heqîqetê ye û tu carî nabe hemû perçe, an tênagihêjê. 

Li gorî nêrîna çend pisporên tesewufê jî; berbiçûnekê wiha li gorî pîvanên ol- zanistê gengaz e. Belam, li gorî zanista civakzaniyê (sosyolojî) xeternak e.

Îmamê Gazalî û Fahrettîn Razî, aligirên ravekikirinekê wiha ne.     

Heçî Muhîdîn-î Arabî ye, vê nêrînê gengaz dibîne. Di nava dilêrîna “Monîst” (yekheyînî) de, wisa bawer kiriye ku ji bilî Xwedê tu heqîqet tune û hemû gerdûn jî vebûnekê Xwedê ye. Bi vê baweriya xwe jî, piştgiriya Hallac kiriye û bi felsefeya wî ve girêdayî maye. 

Li gorî Muhîddîn- î Arabî jî; xwedê bi gerdûnê xwe nîşanê me daye, têgihêştina hemû gerdûnê têgihêştina heqîqetê ye û bi xwedê re yekbûn û helandinek e. 

Di nava pêxemberan de bi tenê Hz.Muhammed, bi vê yekê dizanibû. Belam vê yekê qedexe kiribû. Lewra, zemanê van daxuyaniyan hê ne hatibû. Ji ber vê çendê, ji bona van gotinên Hallac hê gellekî zû bû. 

Li gorî angaştekê din jî; Hallac ji aliyê Hz.Muhammed ve, ji bona veguhastina vê peyvê hatiye wezîfekirin. 

Li gorî Attar jî, nûra Muhammed li qata xwedê nûra xwedayî ye. Ev nûr, xwe nîşanê çend mirovên qenc dide û Hallac ji wan mirova ye. Herwiha, Hallac pîroz e û kuştina wî, niheqiyekê dîrokî ya herî mezin e. Li gorî  Îbnî Masarra jî; Hallac li vê dinyayê dewama nûra Hz. Muhammed e û hatina ziman, ya eqlê gerdûnî ye. Lewra xwedê, bi devê Hallac xwe nîşanê me daye. Li gorî destanekê Tirkan jî; Xwedê ji Hallac pirsî ye û gotiye ku “ daxwaza te ji min çiye? ” 

Hallac wiha bersiva Xwedê daye: “Ji bo min, bihûşt û dojeh û ev dinya ha, ne girîng e. Daxwaza min ya çûna bihûştê, ji bilî dîtina te ne tu tişt e. ” Û piştra, ji Xwedê daxwaz kiriye da ku Xwedê bi zimanê wî, murweta xwe jêre bibêje. Xwedê jêre gotiye ku; “ Na, çênabe. Ew xezîneya min e. Yên ku daxwaz dikin vê xazîneya min bidizin, ebdên min yên qenc, wan li ser navê min ceza dikin. ”

Lê belê Hallac daxwaza xwe dubare dike û bi Xwedê ve lawlawê dike, da ku Xwedê jê re murweta xwe bibêje. Û piştra dîsa gotiye ku: “Piştî gotina te, ebdên te çî ji min dikin bila bikin, bes ku tu ji min re vê yekê bibêje.” Û bi vê yekê re jî, ji Xwedê destûr sitandiye. Li gorî vê destanê: Xwedê hemû tiştî, heta murweta xwe jî dide hezkerên xwe. Bes ku ew li hemberî hemû zordarî, tehde, êş û îşkenceyan rawestin û di riya eşq, evîn û dilînê de xebat û keftekleftê bikin. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com  

WAHDET- Î VÛCUD

Di vê dilêrîna felsefî de wisa tê bawerkirin û parastin, ku ji Xwedê pêve tu tişt tune û hebûna tiştekî aferînek ji bilî heyîna afiraner ne tu tişt e. 

ZÂT :Hilika tiştekî ku hewceyê tiştekî din nabe. Ango Xwedê. 

Çavkanî: Jiyan û Felsefeya Mensûrê Hallac. Weşanên Evrensel. Sala 2015. 

Bersivekê binivîsin