Jiyan û Felsefeya Şêx Bedredîn

Jiyan û Felsefeya Şêx Bedredîn

Jiyan û Felsefeya Şêx Bedredîn| Ali Gurdilî    

Navê wî yê rasteqîn, <Sayh Badr al- din Mahmûd bin İsrail bin Abd- al Ezîz> e. Di navbera salên 1358–1417 an de jiya ye. Belam, di dîroka îslamê de bi navê Şêx Bedredîn tê nasîn. Piştî şerê Enqereyê (1402) di dema fetreta Osmaniyan de, ji çar birayan ji bo birayê biçûk <Mûsa Çelebî> şêwirmendiyê kiriye û ji bilî ramanên xwe yên serbixwe û xweser, ji ber tevgerên xwe yên siyasî cezayê îdamê sitandiye û di çarîka pêşîn ya sedsala 15- ê de (1417 mîladî- 819 hicrî) hatiye dardekirin. Nivîsên wî yên felsefî û tesewufî, di berhema wî ya bi navê <Varîdatê> de hatine civandin.

Di zimanê erebî de peyva <varîdatê> ji koka tîpên V. R. D. tê û di wateya <gotinên bi coş> de ye. Mixabin, ev berhem ne bi destê wî, lê ji bersivên wî yên felsefî û tesewufî hatine civandin.  Li gor zanînan ji bilî <Varîdatê> çilûheft  (47) berhemên wî yên din hene, lê mixabin ew bi temamî ne gihêjtine roja me ya îroyîn.

Ji bilî Varîdatê, behremên wî yên sereke ev in…

1. <Cami- ûl Fusuleyn>

2. <Ukudû’ l Cevahir>

3. <Letaif’ ul İşarat>

4. <Teshil> in. 

Di destpêkê de, dixwazim ku hebekî bi berfirehî li ser ramanên Şêx û Fîlozofên Yewnana Antîk rawestim, çimku di navbera ramanên Şêx Bedreddîn û fîlozofên antîk yewnan de biserveçûnek dixweyî, ku ew fîlozof beriya wî nêzîkê 2000 (duhezar) salan jiyabûn. Şêx Bedredîn, di Varîdatê de behsa alem û giyanê dike û ku ev raman jî me dibe guftegoya dilêrîna du aleman, ku ew jî berê di dîtinên Herakleîtos û <Xwendegeha Elea> de hatibûn dîtin.

Li gorî dîtinên Herakleîtos: Her tişt, celeb, cor, wanek di pêvajoyekê guherînê de û mîna çemekî, di herk û bûyînê de ne. Du alem hene, ya rastir du xwiyakirin. Xwiyakirina yekemîn, bi alîkariya sehekên me (bi çav, dest, guh û hwd.) xwe bi me dide naskirin. Em wan wisa dibînin ku xwedegiravî ew tiştên naguhor in. Di alema din de jî, têgihiştina wan bi saya aqil e, herdem diguhere û ev alem, alema rasteqîn e.

Encax li gorî Parmanîdes jî: Ew alema ku xwe bi saya sehekan xwe bi me dide xwiyakirin, ew di guherînê de xwe nîşanê me didin. Belam alema rasteqîn ew e ku, em wê bi saya aqil îdrak dikin.

Ev dilêrîna du aleman, di Varîdata Şêx Bedreddîn de wiha tê xwiyakirin: <Horî, qesr, çem, dar û mêwe, hemû di xewnexavan de têtin cih, neku di sehekan de. Cin jî, wiha ne û navê wan îsbata vê yekê ye. Çimkî, xwe ji sehekan veşarti ne. Yên wan dibînin, dibêjin me wan bi çavan dîtiye. Heçkû ew ne bi çavan, lê bi saya xewnexawan têne dîtin. Lewra, ew ne rasteqîn in.>

Ramanên Parmanîdes yên ku heyînê bêliv, nadabaş, naguher û yekser didît; ev raman di Varîdatê de wiha tê vegotin: <Şeklên yekkeriyê yên cihêreng, dîsa jê ne. Lewra, hemû heyîn di her tiştî de ye û di her zerreyî de. Di tov de û di her dera darê de. Ma gelo, çêbûna tov nayê dîtin? Lewra dar bi temamî di mêweyê de ye, di nava tov de ye, di hemû dera darê de ye û dar, jê şîn dibe/dertê. Mîna wan, heyîn jî ji eslên xwe dertên û esil jî, bi temamî di nava hemû heyînan de ye. Di her zerreyê de ye. Bi vê yekê re, ji bo weliyan ev veşartin ji holê radibe.>

Di vê babetê de, dîtinên Xenophanes/Ksenofanes (B. Z. 569-477) ku li gorî hindek fîlozofan ew avakarê Xwendeha Eleayê tê hesibandin, wiha ne: <Di xwiyakirinê de, her tişt diguhere. Lê li pişt van hemû guherînan, tiştek heye ku ew naguhor e.>

Bi gotinekê din: <Li pişt perdeya guherînê ya reş de, hilikeka naguher û bêsînor heye. Ev gerdûn e, Xwedê ye. Xwedê, her tiştî dibîne, seh dike û dihizire. Jiber ku ew bêliv e, bi saya aqil ew hemû tiştî dibîne û dikargerîne. Xwedayê bêsînor û xweza, wekhev in.> Belam, di vê xalê de Ksenofanes dibêje ku: <Mirov, dîsa jî tênagihêjin rastiyê, ew ancax dikarin bigihêjin hevriyên wê.> Wekî mînak: zilamek ger beyî hemdê xwe rastiyê vebêje jî, rastiya ku ew tîne zimên ne rast e, yan ew tênagihêje vê yekê.> Li gorî Ksenofanes: <Li tu derê, ji bilî hizrê tu tişt tune. Xwedê û xweza wekhev in û di şeklê, balor (globa) de ne.>

Şêx Bedredîn, helbet ne wiha difikire. Lewra, Şêx Bedredîn ya Heq (Xwedê) ji xwezayê, ango ji yekkeriyê cihê digre û xirabiyên mîna îşkence û tundiyê, tevgerên yekkeriyê dibîne. Başiyên mîna delal û çêz jî, xulqa Xwedê ne ku bi awayekî xwe berdane xwezayê. Ev raman, dilêrîna Anaxsagoras tîne bîra mirovî, ku e wî ya Xwedê <nous> didît. Lê di navbera dîtinên wan de cudatiyek heye: Di felsefeya Anaksagoras de, hêmana pêşîn <arche> ango, perçên herî biçûk; bêdestpêk û bêdawî ne.

Li gorî felsefeya Anaksagoras, ew sparmatên bêliv bi saya <nousê> xwe dilivînin û ji <nousê> cuda ne. Belam, <nous> jî, mîna wan spermatan, bêdestpêk û bêdawî ye. Di vê niqteyê de, Anaksagoras <nousê> dilivîne û bûyînê jî, di dewsa xwe de dihêle.

Di vê niqteyê de ramaneka vekirî heye ku ew jî ev e: Di felsefeya Anaksagoras de jî, mîna wek felsefeyê din yên heyama antîk, dualîzm serwer e. Belam di felsefeya Şêx Bedredîn de, Xwedê li derveyê yekkeriyê ye, ango li derveyê <nousê> ye. Lê bi awayekî îzafî, di nava yekkeriyê de heyînek e û ji bilî wî (Xwedê) tu tişt tune.

Mirov, beriya yek heyîneke dike ku ew jî Xwedê ye û di hilika Heq de, xwesteka xwiyakirinê heye. Ev xwestek jî, xwe di perçeyên herî biçûk/hûr de xwe nîşan dide. Belê, mirovî dikare ramana Şêx Bedredîn di loda ‘Wahdetî Vûcudê’ de mitaala bike. Lewra ew dibêje ku:  <… herweha, ew dijber û nakok bin jî, ew dîsa hemû heyînan diguncîne. Lewra her tişt, di nava têgeha heyînê de ye. Berçewtî, têgeheka ji Xwedê dûrbûn e û domanek e. Lê di vê domanê de, Xwedê heye û netêw < batıl>” jî heq e. Çimkî, ew heye. Netêwbûna wê / wî îzafî ye. Hemû doman, di alema cisman de civiyane û ger cism ji holê rabin; ne jî zagonan û ne jî ji heyînên razber ti tişt li holê namînin.>

Li gorî nêrîna Şêx, gerdûn bêdestpêk e. Hebûna wê ya di diwarojê (pêşeroj, rojên bê) jî, tiştekî hilikî/zatî ye. Dîsa Şêx dibêje ku: <… bi vê yekê bizanibe ku destpêk û dawiya bûyînê û xirabûnê tune. Dinya û axret, herdu jî îzafî ne. Tiştê xwiya dike jî, dinyaya berdemî ye. Ya veşartî jî, axreta bêdawî ye. Herdu jî, ji destpêkê ve hene û wê heta bêdawiyê (bênatiyê, heta hetayê) jî hebin.>

Ramana wî ya ku dibêje: <Hemû berçewtî, ji Xwedê tên.> dişibe ‘Aperîona/bêsînortiya’ Anaksîmandros û ‘logosa’ Herakleîtosî.

Li gorî suxteyê Thales; Anaksîmandros jî: bingeha her tiştî ‘aperîon’ e. ‘Aperîon, tiştekî razber (soyut) e. Belam, dîsa jî hima hima mirov dikare bibêje ku xwediyê ava Thales, logosa Herakleîtos, heyîna Parmanîdes, çar regezên Empedokles, sparmatên Anaksagoras û atomên Demokrîtos e. Ango, aperîon bêsînor e; ne hatiye afirandin, berçewtên wî tune û ew, yek heyînek e. Lê her tişt, di şeklekî berçewt de, jê dertê û ji bo ku edalet cihê xwe bigre, dizivire ser wê.

Di Varîdata Şêx Bedredîn de, çend dîtinên mîna ramanên ‘Îbn’ ul- Arabî’ jî hene. Wekî mînak: <Hilika heyîna Xwedayê mezin, ji yekkeriyê dûr e. Lê yekkerî, di nava wî de ye û ew jî di nava yekkeriyê de ye.>

<Bivênevêtî, divê ku di vê rewşê de bivênevê bimîne. Ji aliyê suret ve gengaz, xewnexaw behrem e. Çêbûna bêdestpêk, di sûretan de didin peyhev, yan jî hevdu diqewirînin. Xwedê çawa ji bo wî/wê ye, wisa jî jê dûr e. Hebûna gengaz, ji aliyê suret ve gengaz e, paşê çêbû ye û hatiye afirandin.> Dîsa Şêx dibêje ku: <Bi tenê heyîn, ji bona xwe heyînekê bivênevê ye. Çimkî, di navbera heyîn û tunehiyê de, bi awayekî din çênabe. Yek ji wan, bi yekê din re nayê wesfandin. Heyînatî, qet nabe tuneyî. Ev tişt bêderfet û derê aqil e. Wekî wî; tiştê ku tune nin jî, nabin heyîn. Tiştekî bivênevê jî, bi awayekî taybetî ne gengaz e. Lewra hege wiha be, wê demê wê hebûna xwe jî ji heyîneke cuda bistîne, wê li derveyê wê winda bibe û wê heyîna wê, bi tinebûnê were wesfandin. Belam, ev tişt jî ne gengaz e. Bi tenê heyîn heye û ev yek, bivênevê ye ku hemû tiştên din jê hene. Ev heyîn jî, Xwedê ye. Di hemû heyînan de yên xwiya dike Xwedê ye û yên disalixîne jî ew e.>

<Ji Xwedê pêve Xwedê tune û di gerdûnê de ji bilî Xwedê, ti tişteke din tune.> Ramana vê peyvê û ramana ‘Îbn’ ul- Arabî’ ku dibêje: <Ramana tiştên aferînek, ji bilî heyîna afiraner ne tu tişt e.> mînanî hev in.

Dîsa suxteyekî  ‘Îbn’ ul- Arabî’ Sadredîn Konevî (1210-1274) di vê babetê de dibêje ku: <gerdûn, ji bilî xwiyakirin û siya Xwedê, ne tu tişt e.>

Ev ramana Sadredîn Konevî, ji aliyê helbestkar ‘Mehmûd Şebesterî’ ve di helbesta xwe ya ‘Gulşe- î raz’ de wiha vedibêje: <Cîhan- ı cumle furüg nur -î Hakk’ dan Hak enderû- zî peyda -î est pinhan.> Ango, dibêje ku: <Hemû cîhanê ji nûra Heq bizanibe, Heq di dilê wan de veşartî dixweyî.>

Hasilê, Varîdat ne bi destê Şêx Bedreddîn hatiye nivîsandin. Belam, ji gotinên wî yên felsefî û tesewufî pêk tê. Di vê nivîsandinê de, çend nakokî û kêmasî xwe nîşan didin. Lê dîsa jî, em nikarin bibêjin ku Varîdat ne berhemekê tesewufî ye. Ji bilî diya wî; ku ew jî keçekê rûmî bû, ji bilî vê yekê; tu gurzên çandî di navbera Şêx û fîlozofên antîk yewnanî de tu tune nin û Şêx, bi temamî di nav çanda îslamê de mezin bûye. Xwe li Misrê, li cem Hiseyîn Ahlatî gihandiye. Her çiqas di varîdatê de ramanê wî bişibin ramanên fîlozofên antîk yewnanî jî, lê dîsa jî em nikarin bibêjin ku Şêx, di bin bandûra antîk yewnan de maye.

Lewra, riya Şêx ew rê bû ku ji afiranekan dest pê dike û bi vî şeklî, xwe digihîne Xwedê. Belam, yek tişt eşkere ye ku Şêx di bin bandûra ‘Îbn’ ul- Arabî’ de maye û ji dîtinên wî ketumet bûye. Di hemû jiyana xwe de, xwestiyê ku dîtinên xwe yên tesewufî di civakê de pêk bîne. Jiber van dîtinên xwe jî, mîna şoreşgerekî li hemberî desthilatdariya osmaniyan serî hildaye.

Di dawiyê de, di sala 1417- ê de (mîladî) li sûka ‘Serezê’ tê dardekirin. Cendekê wî, piştî ku rojekî wiha bi dara sêpê ve daliqandî dimîne; ji aliyê mirîdên wî ve li deraka nêzîk tê veşartin. Piştî demekê dirêj, hestiyên wî ji ‘Serezê’ tînin Stenbolê û li saraya Topkapiyê, têne parastin.

Çend Beş Ji Berhema Varîdatê…

1- <Hemû nimêj û îbadet, ji bona diristkirina exlaqê û zelalkirina dil in û ti qeyd û mercên îbadetê jî tune nin. Bi çî awayî be bila be, wê ew îbadet daxwaza Xwedê be. Hege mirovî, bi awayekî rast Xwedê binase, kêm kes wê bi îbadetê ve mijûl bibin û wê pirraniya wan, dev jê berdin…>

2- <Horî, qesr, çem, dar û mêwe, hemû di xewnexavan de têne cîh, ne di sehekan de. Cin jî, wiha ne û navê wan îspata vê yekê ye. Çimkî, ji sehekan veşartî ne. Yên wan dibînin, dibêjin me wan bi çavan dîtiye. Heçku, ew ne bi çavan, lê bi saya xewnan têne dîtin. Lewra, ew ne rasteqîn in.>

3- <Lewnên/şeklên yekkeriyê yên cihêreng, dîsa jê ne. Lewra, hemû heyîn di her tiştî de û di her zerreyê de ne. Di tov de û di her dera darê de ne. Ma gelo, çêbûna tov nayê dîtin? Dar, seranser di mêwê de ye, di tov de ye, di hemû dera darê de ye û dar, jê şîn dibe/dertê. Mîna wan, heyîn jî ji eslê xwe dertên û ev esil jî di nava hemû heyînan de ye, di her zerreyê de. Ev veşartin, bi tenê ji bona weliyên Xwedê ji holê radibe. Yekkerî, li ba hemû mirovan heye, lê veşartin li gorî asta nefsa wan ji holê radibe.>

4-  <Xwedê yek heyînek e û ji bilî Xwedê ti heyîn tune. Mirov, beriya yek heyînekî dike ku ew jî Xwedê ye. Di hilika Heq de jî, xwesteka xwiyakirinê heye. Ev xwestek jî, xwe di perçeyên herî biçûk de nîşan dide.>

5-  <…herweha, ew dijber û nakok bin jî, ew hemû heyînan diguncîe. Lewra, hemû tişt di têgeha heyînê de ne. Berçewtî jî, têgehek ji Xwedê dûrbûn û domanek e. Belam, di vê domanê de Xwedê heye û netêw ‘batil’ jî heq e. Lewra, ew heye. Netêwbûna wî/wê, îzafî ye. Hemû doman, di cisman de dicivin. Hege cism ji holê rabin, wê demê ne ji zagonan û ne jî, ji heyînên razber (soyut) ti tişt li paş (li holê) namînin.>

6- <Tu bi vê yekê bizanibe ku destpêk û dawiya bûyîn û xirabûnê tune. Dinya û axret îzafî ne. Tiştê xwiya dike jî, dinyaya berdemî ye. Ya nuxumî jî, axreta bêdawî ye. Herdu, ji destpêkê ve hene û dê heta bêdawiyê jî hebin.>

7- <Hin mirov, mirovan û hindek jî zêr û zîvan û mezinahiyê û tiştên xwarin- marinê dihebînin û dîsa jî dibêjin em Xwedê dihebînin.>

8- <Bi tenê heyîn ji bo xwe heyînekê bivênevê ye. Çimkî, di navbera heyîn û tuneyiyê de bi awayekî din çênabe. Yek ji wan, bi yekê din nayê wesfandin. Heyînbûn, tu carî nabe tuneyî, ev tişt ne gengaze û der aqil e. Wekî wî; tiştê tune jî, tu carê nabe heyîn. Tiştekî bivênevê jî, bi awayekî taybet nabe gengaz. Lewra hege wiha be, wê hebûna xwe jî wê ji heyînekê cuda bistîne û wê pê girêdayî bimîne, wê li derveyê wê winda bibe û wê heyîna wê jî, bi tinebûnê were wesfandin. Bi tenê heyîn heye û ev yek, bivênevê ye. Ev heyîn jî, Xwedê ye. Di hemû tiştên xwiyakirî de Xwedê heye, yên destnîşan dike jî ew e. Ji Xwedê pêve Xwedê tune û di gerdûnê de, ji bilî Xwedê tu tişt tune.>

9-  <Çawa ku ji bo laş mayendetî tune be, di dawîlêhatina laş de (mirin) jî, carekê din (ji nû ve) yekbûn tune. Heçî di Qurana pîroz de, di derheqê jîndarbûna miriyan de çend daxwiyan hebin jî; wateya wan cuda ye. Ew regezên ku tevlê tunebûnê bibin, ji wan re carekê din yekbûn tune û tintêla wan, ti caran şeklê/lewnê xwe yê kevin nastîne.> 

10- <Hedîsa (Men kale lailahe illellahü dehalel cennete) di wateya (yên dibêjin laîlahe illallah, diçin bihûştê) de ye û vê hedîsê, em dikarin bi heft (7) awayan şirove bikin…

1- Di vê hedîsê de, armanca bikaranîna peyva bihûştê, mîzginiya warê perrûyê ye ku bi horî û qesran hatiye xemilandin. Jixwe, ev wate ye ku ji aliyê hemû kesî ve tê zanîn. 

2- Bihûşt, warê ewlehiyê ye. Di wê dema ku misilman di ewleyiyê de dijîyan û ji xwe ewle bûn; fileh ji xwe ne ewle bûn û ji mirin û êsîrbûnê ditirsiyan. Jiber vê çendê jî, cenabê pêxamber gotiye ku yên bibin misilman û ola misilmaniyê bipejirînin, wê ew ji xeteran dûr bibin û wê di nava ewlehiyê de bijîn. Peyva bihûştê ku li gorî ferhengê di wateya ‘bexçe’ de ye, jiber vê sedemê hatiye bikaranîn û bihûştê, mîna kelehekê nîşan daye.

3- Bihûşt, wateya rûber û kozikê jî distîne.

4- Ji peyva bihûştê miraz, gihêjtina asta ecibandina Xwedê ye. Li gorî vê hedîsê ku li me jorê qala wê kir, yên fêhm dikin ku di cîhana cismanî û ruhanî de ji bilî Xwedê tu heyîn tune û bi vê yekê îmanê bînin, wê ew herin bihûştê.

5- Bihûşt sipehîtiyekê pîroz e, ku ti caran natemire.

6- Çawa ku hemû tiştên ar (nedelal) û çepel, bi êgir û bi dojehê têne binavkirin, mertebeyên hêja û xwedîşeref jî, bi bihûştê têne binavkirin.

7- Dev ji hebandina pûtan, yên ku bi çavan têne dîtin û bi destan têne dest tê dan berdidin û cenabê Heq, a ku bi sehekan nayê bihistin dihebînin.>

11- <Hemû teşwîqkarên Heq, milyaket û rahman in. Yên ku ji bilî Heq te teşwîqê tiştên din dikin jî, ew iblîs in. Bi gotineka vekirî: Hestên te yên mirovî yên ku te beralî Heqê dikin û di dilê te de, vê meyldariyê hişyar dikin, ew milyaket in. Yên te beralî fitne û fesadê dikin jî, ango hestên te yên heywanî jî, cinanî ne.>

12- <Çend mirov, ji wan sedeman milyaket û şey… hildibijêrin û wan di hişê xwe de pêşnûma dikin. Wan tiştan, li gorî daxwaza dilê xwe bi awayekî madî dibînin û wisa bawer dikin ku ew tişt jî, mîna yên din rasteqîn in. Lê ew nizanin ku ew tiştê ew pêşnûma dikin, ne li derveyê wan e û di hişê wan de ye.>

13- <Dinya û axret, berdêlkên hevdu ne. Ji destpêka hemû tiştî re dinya û ji dawiya wan re jî axret tê gotin. Heçku, ev herdu jî di vê alemê de çêdibin.>

14- <Şey… nên ku dikevin damarên mirovan, ew wan ber bi heywanetiyê ve dibin. Ew şehwet, dilreşî û çavçilûsî ne ku li hemberê riya Heq û ol, li pêşiya çavên mirovan mîna perdeyekê ne. Ew hedîsa ku dibêje: ‘Şey… herdem di damaran de diherike û radiweste.’ ew vê yekê nîşan dide.> 

15- <Mirov ji yekbûna giyan û laş, pêk tê. Her yek ji wan, hewcedarê xwarin-vexwarin, nîmet û rihetiyê ye. Her mirov çawa ku Jİ bo pêdiviyên laşê xwe dixebite, pêwîst e ji bona giyana xwe jî bixebite. Heta mirovî dikare bibêje ku yên biaqil, ji bo pêdiviya giyana (rihê) xwe, zêdetir dixebitin. Lewra mirovî ne bi cendekê xwe, lê bi rihê xwe mirov e. Yên pêdiviyên rihê xwe neynin cîh, ew belangaz dibin û dibin yek ji wan miriyên zindî.>

16- <Hemû alem, mîna yek mirovekê ye ku hemû livokên wî hevdu temam dikin. Di vê valahiya bêser û bêber de, hemû tiştên biçûk û mezin bi hevdu re girêdayî ne û li ser hevdu xwedîbandûr in. Sedema bandêra vê alemê, ev rewşa girêdaniyê ye. Jiber vê yekê, yên ku gotine ‘hege ax, asîman û stêrkên din, ji wê asta xwe pariyekî jî bilind yan nizim bibin, wê bandêra gerdûnê mitleq xira bibe.’ rast gotine.>

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

29.04.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- Dengê Felsefeyê- Weşanên Doz- Rêbendan 2006

3-  http://www.felsefevan.org/di-navbera-ramanen-sex-bedreddin-u-filozofen-antik-yewnan-de-biservecunek-cawa-heye.html

4- http://www.felsefevan.org/sex-bedredin-1358-1417.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…

Bersivekê binivîsin