Ji Mîtosê Logos

Ji Mîtosê Logos

Ji Mîtosê Logos

Ewilî “peyv” hebû dibêje pirtûk. Lê di zimanê yewnanî ê berê de peyv, di sê wateyan de dihat bikar anîn. Mythos, Epos û Logos.

Mythos: Peyva ku tê gotin û bihîstin e û di wateya çîrok, kurteçîrok û efsanayê de ye.

Epos: Peyva ku li gor rêz û bandêrekî (pergalekî) tê gotin e.

Logos: Bi peyva mirovî, vegotina rasteqîniyê ye.

Mythos Naveroka peyv, çîrok, kurteçîrok û efsaneya, ku tê vegotin e. Epos jî fesala (şeklê) Mytosê a xwezayî, biaheng, terazîkirî, bixeml û bipîvan e. Epos çiqasê delal be, mythos jî hewqas bi bandor e. Bi saya vê bihevrabûna Mythos û Eposê, berhemên serdema serateyî şax vedane, xwe her dem zindî kirine û bi vî awayî jî, heta roja me ya îroyîn hatine. Logos jî, çerçoweya zagonî îfade dike. Bihevrabûna Mythos û Eposê, dema ku dor tê Logosê, cîhê xwe ji dijbertiyekê re dihêle û Logos, di rewşeka dijber de xwe dide der.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî 

Bersivekê binivîsin