Ji Mîtolojiya Êzîdiyan

Ji Mîtolojiya Êzîdiyan

Ji Mîtolojiya Êzîdiyan

Di pirtûka Mizhefa Reş de Xwedê, ji cewahîra xwe înciyekê sipî û bi navê ANFAR çûkek diafirîne. Xwedê înciyê datine ser pişta vê çûkê û di ser de çil (40) sal diborin. Piştra di heft (7) rojan de, heft ferîşteyan diafirîne. Navê ferîşteyên yekemîn ku, wî roja lehdê (yekşemê) afirandibû, datîne Azazîl. Vaye; ev melek, melekê Tawis e. Xwedê, melekê Tawis dike melekê herî bilind û raser. Xwedê piştra şekil da heft (7) ezmanan. Piştra ser rûyê erdê, tavê û heyvê afirand. Mirov, heywan, çûk û hutan afirand û wan xiste nava hawranê xwe.

Di dawiyê de bi melekên xwe re rabû. Qîrekê wiha da încî ku ew bû çar perçan û ji hemû aliyan av der hat. Berê, dinya wiha hatibû afirandin ku têde hevrezan tinebûn. Xwedê piştra Jibtraîl (Cebraîl ) afirand ku ew jî, di lewnê çûk de bû. Hemû dorhêlê dinyayê teslîmê wî kir û wî şande dinyayê. Melek keştiyekê çêkir û di wir de jî sih (30) sal bihûrand. Piştra, hate Lalişê û li wir bi cih bû. Li dinyayê qîriya û behr (derya) bûne erd. Dinya jî bû ser rûyê erdê û hejîna wê dewam kir.

Xwedê ferman da Cebraîl ku, wê înciyê bike du perçeyan. Yek xiste bin erdê û ya din jî, danî ber deriyê bihûştê. Xwedê wiha axifî: “Ezê Adem û Hawa biafirînim û wê ew ê bibin mirov. Wê ji wan du nîjad zêde bibin. Yek ji wan gelan; Şahîd Ben Car û zarokên wî gelên Êzîdî ne ku ew,ji pişta Adem in. Wê ev gel bibin gelên melekê Tawis, ango gelên Azazîl. Piştra wê ezê şêx Hadî bişeynim ser rûyê erdê û wê ew ê li lalişê bimîne. ”

Piştî vê yekê Xwedê ferman da Cebraîl, ku here welatê pîroz û ji wir ji hemû cihan axê bîne. E wî jî; axê, agir, hewa û avê anî. Xwedê ji van çar regezan, mirov afirand û ji hêza xwe rih da wî. Piştra, ferman da Cebraîl ku wî bibe bihûşte. Piştî sed (100) salan, melekê Tawis çû ba Xwedê û jê wiha pirsî: “Ya Xwedan! Wê nîjada Adem çawa zêde bibe? ”

Xwedê bersiva wî wiha da: “Ez têkilî dinyayê nabim, lewra min kargêra (birêvebirina) dinyayê daye te!” Xwedê ji dinyayê destê xwe şûşt û melekê Tawis kete dewsa wî. Ango, bû cihgirê wî. Pişta, Melekê Tawis Adem û Hawa ji bihûştê qewirand (berda wan) û bi vê yekê re jî; li dinyayê jiyan dest pê kir.

Menzel, vegotina wî ya ola Êzidiyan

Çavkanî: Sabiha Banu Yalkut. Gelê Melekê Tawis. Weşanên Reş û sipî. Metis Güncel. çapa yekêm 2002. Rûpel: 43- 44

Werger: Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Bersivekê binivîsin