Ji Bo Sendoroma Locked-in Sîstemeke Nû

Ji Bo Sendoroma Locked-in Sîstemeke Nû

Li Almanyayê çêkirina sîstemeke nû ya pêwendiya mirovên bi “sendoroma locked-in” ku tevahiya laşê mirov kûd/felçbûyî ye, bi mirovên din re datîne, pêk hat. Lê çawa? Bi sîstema nû rasterast ji mêjiyê mirov wergirtina zanyariyan pêk tê.

Steven Laureysê rêveberê lêkolînê û her wiha rêveberê Coma Science Groupa li Luik/Liège wiha dibêje; “Lekolîna ku li zanîngeha Tübingenê pêk hatiye, xebateke pirr girîng e û pirr jî deng vedaye. Cara pêşin e ku lêkolîner bi awayeke ewle û serkeftî dikarin rasterast sînyalan ji mêjiyê mirovên bi locked-in werbigirin û veguhezînin gotinên devkî. Divê em vê jî ji bîr nekin ku zanyar û lêkolîner bi dehan sal e serê xwe bi vedîtineke bi vî rengî diêşînin.”

Laşê mirovên bi sendroma locked-in ji ber sebebên tûreyî û lemlateyî an ji ber enfarktûsa mêjiyê felç dibe, lê mêjiyê mirovên bi sendroma locked-in her tim çalak e û dixebite. Zanyar ji bo sehkirina ray û ramana mirovên bi sendroma locked-in, li ser veguherînên xwînherikîna mêjiyê kesên xwediyê heman taybetmendiyê bûne, hûr bûne. Lêkolîner bi pirsên hêsan yên weke “Gelo Amed paytexta Kurdistanê ye”, “Navê te Ronî ye” an “Tu Kurd î”, pêderxistine ku dema kesên bi sendroma locked-in “erê” û “na” dikirin, veguherînên çawa û çiqas mezin derbaz dikirin. Lêkolîner bi vê teknîka nûjen ji kesên nexweş ku pêwendî pê re danîn pirr zor û zehmet bûye, çend pirsên girîng pirsî ne.

Kesên nexweş yên beşdarê lêkolînê bûne, li ser pirsa “gelo tu ji halê xwe kêfxweş û bextewar î”, bersiva pirsê “erê” dane. Laureys wiha berdewam dike; “Ji bo kesên ne nexweş û bê kêmasiyên mezin in, têgihîştina ji bersiva li ser pirsa “gelo tu ji halê xwe kêfxweş û bextewar î” pirr zehmet e.”

Heya vê dema dawîn bi mirovên sendroma locked-in pêwendî bi tenê bi rêya çavên kesên bi sendroma locked-in pêk dihat. Bi kamerayê qeydkirina tîp, hejmar û wêneyên ku kesên nexweş destnîşan dikirin, pêk dihat û bi wî awayî kesên nexweş hevokên xwe çêdikirin.

Metîn Eser

Çavkanî: De Morgen

Bersivekê binivîsin