Jean-Paul Sartre û Şuûr

Jean-Paul Sartre û Şuûr

Jean-Paul Sartre û Şuûr

         Jean-Paul Sartre hîmê Egzîstansiyalîzmek ku ”mirov têde mehkûmê azadi”yê ye avêtiyê. Felsefeya vê Egzîstansiyalîzmê weha formule kiriye: «Hebûn beriya derûn/hilikê dihê» Ji bo Sartre hebûn mayîndetiyek hetahetayî ye, neguhêrbar û nemir e. Ji bûyîn, mirin û kêmbûnê xezan e; tekûz, tam û tevahîtiyek bi xwe bi xwe re ye, nehatiye afirandin, têkiliya wê bi hebûnek din re û sedemê hebûna wê tune ye, çawa ye wisa wek xwe ye. Ev  (l’être en soi) ”hebûna di xwe de”  ye. Obje, dar, ber, kevir mînakên vê ”hebûna di xwe de” ne. Bê şuûr in, dorbirrî, di xwe de dadayî, givaştî, tîr û wek xwe ne.

Ne pêkan e ku xwezaya mirovî wek ya objeyek, wek ya hilberek hatiye hilberandin bihê pênasekirin. Mirovî wek objeyekê dîtin ne gengaz e, çimku obje ango kevir, parçe dar, şûşe hebûnek bê şuûr e. Halbûku mirov (l’être pour soi) ”hebûna ji bo xwe” ya xwediyê şuûrê ye. Sartre di pirtûka xwe ya ”L’existentialisme est un humanisme”de ji bo wateya daraza «hebûn beriya derûnê dihê»  amûr/hacetek ku dihê çêkirin wek mînak dide.

Dibêje amûr beriya bihê çêkirin, bi mebesta ku dê bi kêrê tiştekî, karekî were, dihê sêwirandin. Ev sêwirandin û mebesta pêş-heyî dibe derûna hebûna amûrê. Bi vî hawî hebûna amûrê dibe hilber û girtîyê derûna wê, ango derûn beriya hebûnê dikeve. Amûr bixwe jî di navbera amanca pêş-heyî û peywira kifşbûyî de bi tenê tiştek e.

Ji ber ku di vê çêkirin-afirandinê de derûn beriya hebûnê dihê, ne pêkan e ku ewa xwediyê hebûna encama derûnê ye bibe hebûnek azad û ji bo xwe hebûn.  Lê belê, kirde (mirov) xwe di nav şuûrek ku cîhan jê re wek projeyeke bihê pêkhanîn xûya dibe de dibîne.

Sartre dibêje di tunebûna Xweda de mirov dibe ew heyînê ku li cem wî ”hebûn beriya derûnê dihê, û ev heyîn ji lay tu konsept-sêwirandinek pêş-heyî ve nehatiye destnîşankirin. Wateya vê ew e ku mirov beriya her tiştî heyînek e, peydabûnek girgîn e ji azdiyayek ji derûnê xezan.Hebûna mirovî beriya çi-bûna wî dihê,ango mirov  pêşiyê sirf heye, dû re dibe heyiyê (çê)kirinên xwe , û pênaseyê wan.

Mirov jî wek hemû heyînên din heyînek e, lê cihêtiya wî ji yên din ew e ku dizane, haj pê heye ku heye, bi gotinek din di şuûra hebûna xwe de ye mirov. Bê şuûr heyîn bi tenê hene, çawa ne wisa ne û ji wateyê xezan in. Şuûr hebûnê heyî nebike jî pênase û biwate dike.

Ev pênase-watedarkirin ew hêza wê ye ku şuûr pê navber dixe navbera xwe û objeyan, heyînên din. Mirov bi vê mesafe xistina di navbera xwe û yên din de ji wan derbas dibe, digihîje serxwebûnek ku pê li gor daxwaz û şîyana xwe biryaran dide û tercîhan dike li pêşberî obje û heyînên ku xwe û wana ji hevûdu dûr xistiye, veqetandiye. Loma di nav vê nêveng û van mercan de mirov neçar e ku azad bibe, yanî mirov mehkûmê azadbûnê bûye.

Sartre dibêje mirov heyîbûnê hilnebijartiye, li bal cîhanê de hatiye avêtin. Di destpêkê de mirov xwe wek kesê hatiye terkkirin, avêtin dibîne. Dikeve nav tirs û bêhêvîtiyek mezin. Bûyîn, jîyan, mirin û di nav û navbera van qonaxan de payîn jê re wek eletewşî (absurdîte) xûya dibe. Şuûr di  nav van mercan de bi hebûna kesên din dihese, pê re serwext dibe ku takekesiyek ku naveroka wê bi hebûnatiya takekesên din ve hatiye dagirtin dijî. Ev hesîna bi heyîbûna kes (mirov) ên din çi qas kana çarvebûnê be, ew qas jî kana tengezariyê ye ji bi mirovî.

Çimku mirov xwe di bin nêrîna yên din de wek objeyek qefaltî dibîne.Lê mirov gava têdigihîje ku takekesiya wî bi heyîbûna takekesiya yên din ve hatiye sazkirin, bi helwesta berpirsyarbûna li hember yên din ve ji vê tengezariyê rizgar dibe. Şuûr bi tenê serê xwe nedikare xwe bihere serî û  xwe bi xwe ve temam bike; çimku rasteqîniya wê ew e ku ji bo bikaribet hebe û kar bike divê ku bûyera hatina li bal hevûdu, bi hevûdu re têkilî danîna kirde û objeyê biqewime.

Şuûr/têgij beriya pêvajoya sêwirandinê daneyek vala ye dibêje Sartre, û dû re merheleyên wek bûbûna şuûra tişekî, bi bûbûna objeya xwe ve xwe li ”ez”ê veguherandina kirdeyê vê valatiyê dijî dikin. Di kontekstek ku hemû nirx têde hevûdu bi hemberî ketûmet dikin de azmayîş/ceribîna kirdeyê ya di nav kiryarê de ye dihêle ku şuûr biherike bi têkiliyek hem bi xwe, hem jî bi yên din re. Ji ber vê, ne gengaz e ku ”şuûra dihizire” (Cogito) wek gewherek xweser bibe ewa ku jê û pê dihê destpêkirin. Kirde gava ”pê derdixe” ku dihizire, nabe ku ev ”pêderxistin” bixwe jî bibe parçeyek vê hizirînê. Lewra şuûr qasî ku haj ji hebûna objeya xwe heye, ew qas jî haj ji vê hajpêhebûna xwe heye. Heke ne weha bûbûya, yanî şuûr haj ji hajpêhebûna xwe tune bûbûya dê ev rewş bûbûya wek xewnek ku kesê xewnê dibîne nedizane xewn e û jê hişyar nabe. Helbûku şuûr her tim bi haj hebûna ji haj hebûna xwe û bi bûbûna şuûra tiştekî ve heyî ye.

Çimku şuûr di dîmenek ontolojîk de ew heyîbûn e hewl dide ku xwe ji tunebûna xwe bisipêre bal hebûna xwe. Lewra  wek nasnameya ”hebûna ji bo xwe”, her çi qas bi pabendiya ”hebûna di xwe de” ve hebe jî, ji nebûna xwezayek xwemalî seridînek e şuûr/têgij. Şuûra ku wek rûdanek bi hebûnê ve girêdayî dihê holê, di heman demê de her tim di nav hewldanê de ye ku xwe bi rizgarkirina ji vê hebûnê ve bike hebûna di xwe de hebûn bi parastina huwyeta xwe ya hebûna ji bo xwe hebûnê ve. Zîra ”hebûna ji bo xwe”(l’être pour soi) li pêşberî ”hebûna di xwe de” (l’être en soi) nebûn û kêmasiya hebûna xwe bûbûn e. Mirov ji ber ku kesera kêmasî û tunebûna heyîbûna xwe dikişîne, dixwaze bi gihîştina bal aramî û xwetêriya hebûna ne bişuûr ve, xwe ji vê yekê rizgar bike û bibe hebûna ku bikaribe hem hebûna  di xwe de, hem jî hebûna ji bo xwe di xwe de bihêwirîne. Lê belê ev hewlek derqed e.

Vê pêvajoya têkel Sartre weha formule dike: Bûbûna ewa ku ne ew e, nebûbûna ewa ku ew e. Sartre dibêje şuûr têgihîştina xwe bi pêvajoyek ”nebûn-andinê”/tunekirinê ve (néantisation) pêk dihîne. Mesela şuûr gava dixwaze pênûsa bi tev pênûsên din li ser maseyê têbigihîje, wê bi tunekirina maseyê û pênûsên din ve û pê re, xwe jî wek ewa ku ne ew pênûs e têdigihîje. Ango xaliya koza agirê li ber temirînê, çawa ku mirovê vî agirî vêxistiye bêyî ku hebûna wî di xwe de bihêwirîne temsîl dike, bixwe jî bi heman awayî dihê tegihîştin ji lay şuûrê ve. Ji ber vê yekê ye Sartre dibêje şuûr di kirandin/edîma xwe de hêmaya ku xwepêşandan/nûnertiya objeyê di xwe de dihêwirîne li kirûyên xwe bar dike.

Yanî obje bi rêya hêmaya xwe ve dibe heyîyê nebûna hebûna xwe. Ango her çi be ew nebûbûn, her çi ne be ew bûbûn. Wek li jor hate hizwartin, sedema vê ew e ku ”hebûna ji bo xwe” (l’être pour soi) xwediyê nebûna xwezayek xwemalî ye. Mirov ew heyîn e ku bi xwe re nebûnê dihîne cîhanê û nedikare xwe ji pêwîstiya pêkhanîna heyîbûna xwe rizgar bike. Yanî mehkûmê azadiyê ye. Di nav şuûra ku cîhanê wek projeyek bihê pêkhanîn dibîne de, li pêşberê dehatûyek ku şuûr her hewl dide xwe berde navê rawestiyayî ye mirov; bi pêkaniyek berî li bêdawîtiyê û bi têkoşîna ku berpirsyariya kiryarên xwe hildaye navenda xwe ve.

Orhan Agirî 

05.04.2014

Çavkanî

L’existentialisme est un humanisme, Gallimard, 1996, Jean-Paul Sartre.

La Conscience,  Flammarion, Paris, 2005. Olivier Putoi.

http://www.ifac.univ-nantes.fr/IMG/pdf/Aurelia  

Bersivekê binivîsin