J. Jacques Rousseau

J. Jacques Rousseau

J. Jacques Rousseau (1712-1778) 

Ramanwerê fransî, nivîskar. Di derketina Şoreşa Fransî de bandora ramanên Rousseau gelekî mezin e. Piştî ku tê dinyayê, dêya wî diçe ser heqîya xwe. Bavê wî dev jê berdide û koçê bajarekî din dike. Li ser vê yekê Rousseau fersenda perwerdehîyeke baş nabîne.

Rousseau di gelek karên cûrbecûr de dixebite. Lê mixabin di tu karan de bi ser nakeve. Heta demekî di malekî de karê navmalîyê/qerwaşîyê jî dike. Gelekî rêwîtîyê dike. Dev ji protestanîyê berdide û dibe qatolîk. Di vê navberê de dest bi nivîsê dike. Romanên wî di wê demê de bi baldarî hatine xwendin û şopandin. Xebata wî ya bi navê ‘Gotinên Li ser Zanist û Huneran’ hêjayê xelatê hatiye dîtin.

Rewşenbîrên wê demê girîngîyekê mezin dane ramanên wî.

Demekî bi ansîklopedîzanan re xebitîye, lê piştî demekî dev ji wan berdaye. Ramana wî ya herî balkêş ew e ku bawerîya xwe bi başîya xwezaya mirov tîne û dibêje ku ‘mirov, ji xwezaya xwe ve baş e.’  Dîsa mirov dikare bibêje ku danezanîna wî ya ‘Peymana Civakî’ gelekî balkêş e.

Li gor gotinan li hember jinan, gelekî xirab tevdigerîya. Bi jineka ku di otelan de dixebitiya re jiyana xwe berdewam kiriye û bûye bavê pênc (5) zarokan. Hemû zarokên xwe daye mala zarokên sêwî û li ser terbîyekirina zarokan pirtûk nivîsandiye. Piştî ku şeht (felcoyî) bûye, jiyana xwe ji dest daye û çûye ser heqîya xwe.

Çî gotiye Rousseau?

1- Devlet çiqas mezin bibe, wê serbestî jî hewqas teng bibe.

2- Mirovên ku herî zêde jiyane, ne mirovên temendirêj in; yên ku têgihiştine wateya jiyana xwe ne.

3- Di nav huneran de ya herî dijwar fikirîn û fêrbûna fikirînê ye.

4- Ya herî xeternak, bandora komikên berjewendîperest e.

5- Mirovê ku sozê giran dide, zû kar dike.

Berhemên Wî Yên Sereke

1- Discours sur les Sciences et les Arts (Axaftina Li ser Zanist û Huneran)

2- Discours sur l’Origine et les Fondements de l’Inégalité parmi les hommes (Bingeh û Kokên Newekhevîya Di Nav Mirovan De)

3- Émile ou de l’éducation (Li Ser Emile An Jî Perwerdehîyê)

4- Du Contrat Social (Peymana Civakî)

5– Les Confessions (Mukir/Îtîraf)

6- Lettre à D’Alembert sur les spectacles (Li Ser Leyîstikên Şanoyê Ji d’Alembert Re Nameyek)

7- Julie ou la Nouvelle Héloise (Julie An jî Heloiseya Nû)

8- Les Rêveries du promeneur solitaire (Xewnên Gerokê Bi Tenê)

9- Essaı Sur L’orıgıne Des Langues (Ceribandinek Li Ser Kokê Zimanan)

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin