Immateryalîzm

Immateryalîzm

Immateryalîzm (Bêmaddeperestî)

Navê dazanîna îdealîst ya kirdewar (oznel-subjektîv) ku ji aliyê ramanwer Berkeley ve hatiye damezrandin. Li gor vê dazanînê madde, hilbereka raman e. Ji ber ku maddeyê înkar kiriye, mirov dikare vê dazanînê wek tunemaddeperestî jî bi nav bike. Li gor bîr û bawerîya George Berkeleyê (1685-1753) metran ku mirovekî İngilîz e, heyîn têgihîştin (bîrbirin, serwextbûn) e û li derveyê têgihîştin û ramanên me, madde tune. Berkeley di pirtûka xwe ya bi navê Treatise on the Princivles of Human Knowledge (Lêkolîna Li Ser Hêmanên Zanayîya Mirov 1970) de li ser vê babetê wiha dibeje: “Hemû kes dizanin ku pêşnûma, beyî zêhma mirov tune nin û nikarin hebin jî. Herweha hindek tiştên ku em bi wan dihesin hebin jî, em dîsa dizanin ku ew li derveyê zêhna me nikarin hebin.’

Hege em baş bi gotina hebûnê bizanibin, wê demê gotinên min wê çêtir werin têgihiştin: Dema ku ez dibêjim ev maseya ku ez li ser dinivîsînim, di vê gotinê de armanca min ew e ku ez dixwazim bibêjim ku ez çav bi masê dikevim û destê xwe têde didim. Wek vê yekê bêhnek hebû, jixwe ez bi bêhnê têgihîştimê; dengek hebû, ez bi deng têgihîştimê. 

Eşkere ye, ya ku di vir de heye; a ku hatiye têgihîştin e.

George Berkeley bi vê angaşta xwe re, li hemberê maddeperestîyê (materyalîzmê) têdikoşe. Berkeley ji xala ku dibêje wanekên fizikî (nesneyên fizikî) pêşnûma ne dest pê dike, dibêje pêşnûma jî bi têgihîştinê dikarin hebin û ji ber vê yekê jî, wanekên fizikî; ji bilî têgihîştinê ne tu tişt in. Dîsa di pirtûka xwe ya bi navê Three Dialoques Between Hylas and Philonous de jî, vê ramana xwe berfirehtir dike. Di vê pirtûka xwe de jî dibêje ku “gerdûna ku em têgihêjinê, ew gerdûne ku em bi sehekên xwe têdigihêjinê. Ji bilî sehek û pêşnûmeyan, tu tişt nikare were têgihîştin. Tu pêşnûma, ji bilî zêhna me; li tu derê nikare hebe.” 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî 

Bersivekê binivîsin