Îbnî Haldûn

Îbnî Haldûn

Îbnî Haldûn – 1332-1406

  Di cîhana Îslamî de, Îbnî Haldûn fîlozofek pirralî ye. Bi qasî ku di mijarên civakî û dîrokî de pispor e,  ew qas jî  bi nêrînên xwe yên li ser dewletê balkêş e. Îbnî Haldûn, di sala 1334- ê de li bajarê Tûnûsê hat dinyayê. Di zaroktiya xwe de ji bavê xwe ders sitand, gava ku Quran xetim kir hê zarok bû. Bavê wî Muhammed Vabilî, ji bajarê îşbiliya Îspanyayê hati bû Tûnûsê. Îbnî Haldûn ne bi tenê rojhilat û cîvata Îslamî de, ew li rojava û di nav civatên ewropî de jî tê nas kirin. Ji alimên herî mezin ên dema xwe ders sitandi bû û ji siltanan re şewirmendî kiri bû. Îbnî Haldûn bi ilmê Yûnanî, bi fîlozofên wekî Arîstoteles û Platon jî dizani bû. Îbnî Haldûn wek damezranêrek ilmê sosyolojiyê tê pejirandin. Li gorî nêrîna Îbnî Haldûn: “Dîrok bi serê xwe ne tu tişt e.” û  Mukaddimeyê, datîne kêleka dîrokê. Mukaddime, mîna texlîdek maweyeka civakî ye û  îbnî Haldûn, maweyek dîrokî gihandiye dîrokê.

Hêmanên wî ên ku gihandiye sosyolojiyê

1- Pirsgirêkên “ûmranê” divê bi awayekî objektîf “bêteref” bêtin şirovekirin.

2- Madem ku civak heyînek xwezayî ye, wê demê divê ku mirov bi awayekî xwezayî lê mêze bike. Ango, civak çawa be, (rewş, bandêr, sazî û şert û mercên wê demê) divê wisa bête dîtin û nîrxandin, ku ev yek nêrînekê emprîk e.

3- Hemû bûyerên civakî, divê ku li gorî pêwendiyên sedemî bêtin şirovekirin.

Bi vê çerçoweyê ve girêdayî: Dîrok, pêwîst e xwe bispêre civakzaniyê. Lewra, ji bona têgihiştina bûyerên dîrokî, çavdêriya bûyerên civakî pêwîst e. Lewra, sedemên bûyerên dîrokî; bûyerên civakî ne.

4- Berhema wî ya dîrokî “îber” e. Armanca îberê ya bingehîn; di vê demê de, nivîsandina dîroka rojhilata îslamê ye. Ango, dîroka ereb- berberî.

Dilêrîna Wî Ya Dîrokî

1- Li gorî dîtina wî; heta dema wî di derheqê rojhilata Îslamî de pirr tişt ne hatine nivîsandin. Mîna dîrokzanekî mezin li Mesûdî dinêhêre, lê dîsa jî tiştê ku ewî nivîsandine, kêm dibîne.

2- Ji dema Mesûdî ve, civak mîna xwe nemaye û hatiye guhartin. Ji ber vê yekê, ji nûve nivîsandina dîrokê pêwîst e.

3- Berhema wî ya bi navê “Mukaddime” jî, li ser jiyana civakî hatiye nivîsandin. 

Îbnî Haldûn, li ser pirsa dîrokê rawestiya ye û li gorî nêrîna wî dîrok…

“Di rojên borî de (paşerojê de); jiyana komên mirovan, rewşa wan, dilêrîna dewlet, siyaset û tevgerên pêxemberan, fêrî me dike.”

Li gorî dîtina wî: Dîrokzanên pêşîn, bi awayekî nebaş li dîrokê mêze kirine û dîrokzanan, bi vê yekê tawanbar (sucdar) dike. Lewra, dibêje ku e wan, bi awayekî objektîf li dîrokê mêze nekirine.

Di nivîsandina dîrokê de: Divê mirov objektîf be û pişta xwe nede tu zilamê xwedî desthilat, an serwer. Divê bi awayê pêwendiya sedem- encamê ve girêdayî, mirov li dîrokê mêze bike û divê, mirov encamên bûyerên civakî baş fêr bibe, çavdêriyê ji xwe re bike bingeh û bûyerên civakî jî rûbirû bike.

Di vê mijarê de niqteyeka girîng: Divê ku dîrok li gorî dem û mercên wê demê bête nivîsandin û şertên dîrokî û civakî jî, bêtin hesibandin. Di ramanên wî de civak, bingehîn e û dewlet, vaqiayek civakî ye.

‘Avakirina dewletê, hewcedariyeka jiyana civakî ye û ji bona mirov zarorî ye. Mirov bi afîrina xwe, bi aqil û hêza xwe meyla wan li ser qenciyê ne. Mirov bi hêzên heywanî yên ku bi wî re ne, meyla xwe didin ser xirabiyê. Lê ji ber ku mirov mirov e, bêtir meyla wî li ser qerncî û xêrê ye. Ji ber vê yekê: dewlet avakirin û bi siyasetê re bilîbûna wî ji mirobûna wî tê.’ 

Wisa xwiya ye ku, li gorî Îbnî Haldûn; ji avakirina civakê re rolê xwesteka mirov a civakîtiyê pirr girîng e. Civak; ji basîdiyê ber bi tevlîheviyê “girîft” ve, pêvajoyeka êldarî  “evolutionary” dijîn û ev mawe, bi xwe re sê domanan tîne. 

1- Jiyaya bedevî.

2– Jiyana êl  (Qabile)

3- Jiyana bajarî ye.   

Ew êlên Koçer, dema ku dewlemend dibin û hêza xwe dicivînin; wê demê, an li ciyekî bi cîh dibin û medeniyeta xwe ava dikin û an jî, ew medeniyeta ku berê hatiye avakirin wan vedigrînin û li wir dibin serwer. Herwiha, ji bona parastina jiyana civakî û medeniyetê, hewcedariya dewletê di vê pêvajoyê de dertê holê.

“Ancax dewlet dikare di nav mirovan de edaletê pêk bîne û pêşî li êrîşên wan a li hember hev bigre. Ji domandina jiyana xwe ya civakî gava ku mirov li hev dicivin, mecbûr dibin ku bi hevre têkilî deynin û hewcedariyên hevdu temîn bikin. Lê bi tesîra tebîeta heywanî ji bo bidestxistina hewcedariya xwe, her yek dest dirêj dike mal û eşyayê yê din û dibe.Çimkî zilim û dijminayetî û handana hesta şerefê rabû ku xwe biparêze. Ev paraztin û pevçûna ku bi handana hêza mirovî dest pê dike, şer, teklîhevî û xwînrêtinê tîne û riya tunebûna nîjad û windabûna nifûsê vedike. Xwedayê mezin nemaze parastina nîjada mirov emir kiriye û xwînrêtin qedexe kiriye. Ne mimkin e ku mirov, beyî hebûna qedexekar û hakimekî ku riya êrîşkirina wan a hevdu bigire, di tevliheviyên bi vî awayî de bijîn. Ji ber vê yekê mirov hewcedarî qedexekar in, ev qedexekar li wan hikum dike.”

Li gorî Îbnî Haldûn, civak û dewlet ne yek têgeh e. Di civaka koçer de, gurza civakî ji piştgiriya êlê tê, belam dema ku êl xurt û fireh dibe û cihêrengbûna civakî dikeve navê, wê demê ev gurz, ber bi gurzên ûmmetê ve dizivirin. Ji bona avakirina bandêra civakên Koçer, ji bilî gurzê bandêra desthilatdariya mezin; an serokên êlê jî heye.

Lewra, di navbera serokê êlê û endamên êlê de, gurzek heye û di nava gurzan de, rola irf, adet û kevneşopan pirr girîng e ku ev gurz, bi awayekî spontone hene.

Parastkarê serokê êlê tune, lê di dewletê de pêdivî bi parastinê re heye. Di dewleta navendî de ji bona parastina bandêra civak û dewlet, hewcedarî bi hêzekî re heye. Lewra dewlet, ji bona ku mirov xwe ji mirovên din û şirretiya wan biparêzin tê damezrandin. Li gorî îbnî Haldûn; di desthilatdariya medeniyetên niştecî “bicîhbûyî” de sê texlîd siyaset tê bi rê ve birin. 

1- Siyeseta aqlî: Di vê siyasetê de, berjewendiyên gelemper “qamuyê” tê parastin. Belam, di cîh anînê de dibe ku menfeetên hukumdaran bête parastin.

2- Siyaseta medenî: (ev siyaset, dişibe sîteya Eflatûn ya îdeal) : Di vê siyasetê de, divê mirov xwedîcewher û gihaştî bin.

3- Siyaseta olî: Dewlet; li gorî fermanên Xwedê ku ev ferman jî bi pêxemberan re hatiye şandin, tê bi rê ve birin. Hasilê, mirov dikare bibêje ku Îbnî Haldûn di nêrîna pêşketina civakê de xwediyê dilêrîneka çarenûsî ye.

Belam di dema felsefeya xiristiyaniyê de, ku wê demê ewan hemû bûyeran bi Xwedê ve girê didan; di demekê wiha de, Îbnî Haldûn sedemên bûyerên civakî di rastiyên civakî de lêkolandiye û ber bi rastiyên nesnel ve çûye. Îbnî Haldûn xwestiye ku, civakan li gorî şeklê hilberandinên wan lod bike û wan wiha jî, ji hevdu veqetîne. Dikare bê gotin ku berî Marx bingeha vê ramanê, ji aliyê Îbnî Haldûn ve hatiye ava kirin.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin