Hun felsefê, zanist, ol û dîroka mêjî bi kîjan zimanî dixwînin?

Hun felsefê, zanist, ol û dîroka mêjî bi kîjan zimanî dixwînin?

Hun felsefê, zanist, ol û dîroka mêjî bi kîjan zimanî dixwînin?

Di jiyana mirov de bi taybet jî di civaka Kurdan de ev mijar û xal gelekî giringe. Ji ber ku serdest û dagirkerên Kurdan hertim bûne xwedan wê nêrînê ku zimanê Kurdî bikêrî jiyanê, civakî, derûn û vekolîna zanistê nayê. Ewqas bi pêşve diçin û zimanê Kurdî wekî zimanekî seqet, qop û bêpê nîşan didin. Eve jî mirov dikare têbighêje lê gelek Kurdên ku xîre nakin, şerm dikin, an jî bi xwe ne bawerin bi vê nêrînê bawer dikin. Gelek Kurd jî dibine alîgirê dagirker û dijminê zimanê Kurdî, qaşo şoreşger û Kurdperwerî dikin lê bi vê nêrîna xwe ve rasterast dijmintiya ziman, civak, dîrok û gelê Kurd dikin.

Dema ku berjewendiyê mirovan dibê mijara jiyanê wê demê herkesek di nava 2-3-6 mehan de ingilîzî, firansî, erebî, farisî, tirkî fêr dibe, lê dema ku mijar dibe zimanê Kurdî wekî ku qisur û kêmayî di Kurdî de ye nêrînên çelexwehrî, tewş û qop û pûç û çirûk û bêbin, bêkêr, kufikî, tertoqî, şikestî, bêhnpêketî,xurifî, qutifî, çilmisî, perpitî û hezar carî jihevde ketî dikin hizir û datînin pêş me.

Lê xwedanê van nêrînan rastîya zimanê Kurdî na rastiya xwe bi vî rengî ji bo me pêşan didin. Bi xwe ji mere nebêjin jî bi xwe bi vê yekê gelek bawerin ku ew newêrin xwe berdin bîra zimanê Kurdî ya kur û newêrin bi cahiliya xwe ve rûbirû bên.

Ji xwe nivîsên Kurdî ji ber ku ji aliyê dijmin an jî van kesên ku bi hizrê xwe yên dijî Kurdî bawerin ve nayêne xwendin heya wan ji van rexne an jî tawanbarkirna jî nîne. Lê dîsan jî em ji bo vekolîna rastiya xwe divê derbibirin û aşkere bikin.

Berî bi çend salan dema ku ev nêrînana me rave dikir di dest me de pir zêde çavkanî nebûn ku em bi peyitênin ku bi zimanê Kurdî jiyan tê jiyandin, bi zimanê Kurdî feza û xweza, jiyan û mirin, Jintî û mêrtî, zarokî, ciwanî û kalbûn, dîrok û çîrok, derûn û hebûn, felsefe û mêjî, zanist û teknîk bi hemu aliyên xwe ve dikare bête nivîsîn. Lê îro gelek çavkaniyên me hene, îro gelek berhem û berhevên me hene, îro gelek kes û zanayên me hene ku ne tenê ji dijberên zimanê Kurdî re di heman demê de ji Kurdîhez û xwendekarên Kurdî re jî dibin mînak û dibin pirtûk. Yek ji van mînakan jî malpera felsefevan.org û xwedanê wê Alî Gurdilî ye.

Malpera Felsefevan berheveke temendirêj e. Di warê malper de ji berî çend mehan ve tê, di warê berhevokê de bingeha xwe ji berî bîst salan werdigre, di warê hizir de bingehê xwe ji çêbûna Alî Gurdilî berî 48 salan werdigre, di warê bingehê felsefa nûjen de bingehê xwe ji berî 400 – 500 sal werdigre, di warê oldarî û kurariya felsefa oldariyê de bingehê xwe ji berî 2500 sal werdigre, di warê destpêkirina felsefê û hizrên herî destpêkê yê felsefê de bingehê xwe ji berî 3 hezar sal hetanî bi keviyên NÎL û navbera DICLE û FIRAT ê werdigre, di warê dîroka hizir de jî bingehê xwe ji berî dehan hezar sal werdigre, di warê hizrê hebûn û hebûnê de jî bingehê xwe ji teqîna mezin ya destpêkê û berî wê werdigre.

Ev rastî bila ji bo we nepixandî neyê. Ji ber ku rastî eve. Û fermon van tiştan tevan bi Kurdî, ji berheva civaknas û em dikarin hesanî bêjin ji berheva filozofê nûjen yê Kurd Alî Gurdilî bixwînin.  Em ji xwe dizanin ku Kurdî bi têrayî beşî van mijaran dike lê êdî em dikarin bi hemî tiliyên destê xwe destnîşanî hizrên pûç yên dijî Kurdî jî bikin…

Agirî Soran

11.02.2014

www.felsefevan.org
Facebook
Ezuem

Bersivekê binivîsin