Hiqûqa Rêveberiyê

Hiqûqa Rêveberiyê

Hiqûqa Rêveberiyê

Hiqûqa rêveberiyê an jî hiqûqa îdareyê, an jî hiqûqa karîgêriyê. Peyva kar+gêrî+yê ji kar û qertafa gêr an ger a ku di peyvên wek dad+ger, doz+ger de hatî bikaranîn e(1). Lê peyva rêveberî ji peyvên din bêhtir berbelav e û bêhtir tê fêmkirin (îdare erebî ye, kargêrî jî peyveke tevlîhev e), ji ber wê ez ê peyva rêveberiyê bikar bînim.

Hiqûqa rêveberiyê tevaya rêzikên hiqûqa gelemper ên di avakirin û xebitîna rêveberiyê de tên sepandin in. Ango ev hiqûq sazkirin û awayê xebata rêvebirina dewletê diyar dike.

Mirov dikare bi vî awayî jî vebêje; di piraniya dewletên cîhanê de sê dezgehên bingehîn ên dewletê hene; dezgeha darizandinê, dezgeha qanûndanînê, dezgeha rêvebirinê; rêveberî jî ango îdare jî dikeve nav dezgeha rêvebirinê. Ha nexwe em bêjin di dezgeha rêvebirinê de 

cudahiya rêveberiyê çi ye? Rêveberî hemû kirin û xebatên dewletê yên derveyî kar û barên dezgeha darizandinê û dezgeha qanûndanînê ye û di nav dezgeha rêvebirinê de jî derveyî kar û barên hikumetê (siyasî) ye.

Hiqûqa Rêveberiyê ango Hiqûqa Îdareyê di sedsala 19. de li Frensayê bi pêşketina hiqûqê re bi sedema mercên taybet derketiye û hêdî hêdî pêşketiye. Pêşiyê di 16-24’ê Tebaxa 1790’an de “rêgeza cudahiya dezgehên rêveberî û edlî” hatiye qebûlkirin. Bi vê re ji ber sedemên li dijî rêveberiyê/îdareyê êdî dozvekirina li dadgehê hatiye qedexekirin(2). Dûvre ji ber ku rêveberî di dozên li dijî xwe de hem dibe aliyekê dozê û hem jî dibe dadger hemwelatî mexdûr dibûn. Ji bo ku ev neheqî bê çareserkirin di 13’ê Berfanbara 1799’an de “Conseil d’État” (Şûraya Dewletê) hatiye avakirin(3). Hiqûqa Rêveberiyê jî ji biryarên vê şûraya ku li dozên hemwelatiyan ên li dijî rêveberiyê hatî vekirin, çêbûye û gihaye îro. Pirtûkên yekem ên di derbarê rêveberiyê de li Frensayê di sala 1822’yê de hatine nivîsîn(4).

Taybetiyên Hiqûqa Rêveberiyê(5)

  1. Hiqûqa rêveberiyê beşeke nû ya hiqûqê ye.
  2. Hiqûqa rêveberiyê ne beşeke hiqûqeke berhevkirî ye. Li cîhanê gava em li rêgez û rêzikên hiqûqa rêveberiyê dimeyzênin em dibînin ku ev rêzik nehatine berhevkirin, ango weke hiqûqa şareyî (medenî-civil) wek qanûnekî nehatiye komkirin.
  3. Hiqûqa rêveberiyê, bi awayek giştî, beşeke îçtihadî hiqûqê ye; ango xwe dispêre biryarên dadgehê.
  4. Hiqûqa rêveberiyê beşeke serbixwe ya hiqûqê ye.
  5. Hiqûqa rêveberiyê hiqûqeke statûyî ye. Ango rewşên hiqûqa rêveberiyê ne peymanî û vînî (îradî), qanûnî û nîzamî ne.
  6. Kirariyên hiqûqa rêveberiyê, wek rêgez yekalî ne. Ango ji bo ev kirarî encameke hiqûqî derxe holê pêwîstî bi reza û erêdaniya muxataban nîn e.
  7. Dubendî an jî lihevnekirinên ji ber hiqûqa rêveberiyê derdikevin, wek rêgez, di dadgeha rêveberiyê (îdarî-kargêrî) de biryar tên dayîn. 

Rênas Xendekî

28.03.2015 

Çavkanî

(1) Wîkîferheng, înternet, (http://ku.wiktionary.org)

(2) Vedel ve Delvové, op. cit., c.1, r.101; Chapus, op. cit., c.1, r.748

(3) Chapus, op. cit., c.1, r.748; Vedel ve Delvové, op. cit., c.1, r.104

(4) Chapus, op. cit., c.1, r.13

(5) Gozler, Kemal, Hiqûqa Îdareyê, r: 19-18

Bersivekê binivîsin