Hevtesiriya Lewnî

Hevtesiriya Lewnî

Teoriyên Civaknasiya Nûjen III

Hevtesiriya Lewnî 

            Hevtesiriya Lewnî an jî hevtesiriya remzî ev têgeh xebateke civaknasiya Emerîkayê ye û yekem car ji aliyê G. Simmel, R.Park, William I. Thomas, Charles H. Cooley, John Dewey derketiye holê/ hatiye bikar anîn. Lê ji aliyê G.H. Mead hatiye pêşxistin û ev têgeh piranî jî li ser tevgerên civakî û takekesî disekine yanê li ser ‘’xwebûnê’’  disekine.

            Hevtesiriya Lewnî, li hemberê teoriyên Marksist derdikevin û di teoriya hevtesiriya lewnî de behsa binyad û sazî nayî kirin. Însan her tim di berdewamekê de ye û her roj xwe nû dike û ji ber wê jî em nikarin behsa duzaneke hatibe temamkirin bikin yanê em nikarin behsa binyadê bikin.  Sazî jî her tim xwe nû dike û ji ber wê jî hevtesiriya lewnî sazî jî qebûl nake ji ber ku saziya malbatî ji dê û bav û ji kurekê pêk were, ne mûmkûne fikr û ramanê wê zarokê di dehsalî û panzdeh saliya xwe de weke hev be, dibêjin û saziyan jî red dikin. Parêzkarên hevtesiriya remzî binyadê weke cilekê ‘’dînan’’ dihesibînin. Hevtesiriya lewnî, giringiyê dide takekesiyê û dixwaze bibe pireyekê  nav ‘’xwebûn/ kesanî û civakê’’. Hevtesiriya lewnî giringiyê nade Tiştên ku li ser qapîtalîzmê hatine afirandin, hatine rexnekirin, ji ber ku problema wan ne ku sazî, binyad û pevçûnên nav civakê ye û têkiliya xwe bi wan danayne jî.

            Di navê vî teoriya lewnî de têt xuyakirin, her tişt li ser remz û sembolan pêk ve tê. Remz û sembol rastiyeke taybetî ya mirovahiyê ye. Têkiliya nav ajalan bi deng û tevgeran pêk tê û tesirî li hev dikin lê însan bi tevger, deng û bi rêya remza û lewnan tesirî li hev dikin û ev tê wê maneyê tiştê ku ajalan û însanan ji hev vediqetîne remz û lewn in.

            Mifteya lewnî an jî bindegah lewnî ‘’ xwebûn’’e.

Du cureyên xwebûnê hene:

  • Xwebûna takekesî
  • Xwebûna civakî

Xwebûna takekesî:.hevtesiriya remzî ev tê wê wateyê ku bandora civakê li ser vî ‘’xwebûn’’ê tuneye. Xwerû. Zarokekê em dikarin bihesibînin.

Xwebûna civakî:  civak hêdî hêdî bandorê li vî serdemê dike û lig ora xwe şekil dide wê xwebûnê. Ev jî piranî li ser civaka me kurdan gelekî baş têt xuyakirin. Xwebûnekê, tesiriyê li civakekê dike. Em wiha bêjin, li gundekê mamosteyekê tirkî, bi xwebûna xwe dibe ku bandorê li kesên bi temen mezin neke lê bandorê zarokan dike. Sedema vî tiştê em dikarin bişibînin lênûskekê û pirtûkekê. Zarok di civakekê lênûske hin tu tişt li ser nehatiye nivîsandin û ji ber wê jî reşkirina wê lênûskê xweş dibe lê pirtûk ne wiha ye. Tu çawa bikî jî nivîsin berî xuya dibin. Hevtesiriya lewnî vî tiştê dibêje. Civak bi rêya bandor û tesiran dimeşe. Jiyan, li ser bandoran hatiye avakirin û dimeşe.

            Hevtesiriya lewnî li ser sê merhaleyan disekine.

1. Merhaleya lîstokên zarokatiyê,  ku zarok li vir tenê rolekê dilîze. Ew jî zarokatî ye

2. Merhaleya lîstokên navser, li vir êdî hêdî hêdî gelek rolan dide ser milê xwe, li mala xwe bav, li derve heval, li kar, xebatkar. Ku em dikarin wiha bi hêsanî bêjin. Jinikekê li mala xwe hem dê, hem aşkar, hem jin, li derve mamoste. Van pênc şeş rolan dide ser milên xwe.

3. Merhaleya giringî ya takekesiyekê din, rolên ku di ciwaniya xwe de da ye ser milê xwe, ew êdî dibe nameyekê jê re, ew rola xwe biguherîne jî li gora civakê dîsa jî weke xwe berî tê nasîn, rol diguhere li vir, nasname her weke xwe ye. Li vir takekesî her çiqas diçe êdî dibe hebûneke civakî û lig ora civakê tevdigere.

            Neynika Xwebûn  teza herî giring ya hevtesiriya lewnî ye. Li gor vî merhaleya hanê xwebûn û civak  cêwikin. Em nikarin wan ji hev veqetînin. Em li kîjan bimeyzînin em her duyan jî dibînin. Em di neynikê de li xwe binêrin em rastê civaka xwe tên. Em li berhemeke civakê jî bimeyzînin em dikarin civakê binasin. Takekesî û civak her dem di bin bandora hev de ye. Dema em li xwe bimeyzinin, em rastiya civaka xwe jî dibînin. Fikrên me, ramanên me, axavtina me xwarin û vexwarina em dibêjin qey yê me ne lê ne yê me yê civaka me ye. Ev jî neynika xwebûnê ye. Bingeha civaknasiya hevtesirî ye remz in. Remz, xwebûnê jî û civakê jî diyar dike û civakê jî dide ber çav. Mînakekê piçûk, yek rabe bixwaze li ser civaka kurdan lêkolînekê bike, dema guhdariya dengbêjan bike lê rastê civaka kurda bêt da ku kurd di tarixa cihanê çi kişandine. Li vir encam wiha kul i ser takekesiyê dikare behsa civakê bike. Ji ber ku takekesî di bin bandora civakê de û remzê çand û hunera xwe di xwe de hebandiye û pê mezinbûya, her tiştê civaka xwe dide der. Ev nayî wê meneyê yek kurd li ewropayê ji dayik bibe û çanda kurdan temsîl bike. Dema ew were Kurdistanê ew tenê çanda ewropayê nîşan dide. Û ew dibe neynika civaka ewropayê. 

         Hevtesiriya lewnî, hew li ser ‘’xwebûnê’’ dikesine û ji ber wê rastê gelekê rexneyan tên yek ji wan rexneyan, ‘’hevtesiriya lewnî teoriyeke zanîstî nîn e, siyaset û aborî li derve hiştiye, û mîkrososyolojîk nîn e. hin têgehan wan tevlî hev in’’ 

Jiya Armes 

jiyabari@gmail.com

31.01.2015 

Bersivekê binivîsin