Hevpeyvîn Bi Xîzan Şîlan Re

Hevpeyvîn Bi Xîzan Şîlan Re

Destpêk: Helbest, wek cureyek wêjeyî mirov dikare bibêje ku bi zayîna ziman re derketiye holê. Herçiqas ji bo danasîna helbestê bi hezaran hevok hatibin bikaranîn jî, ya rast ew e ku kesî xwe ne gihandiye danasînek misoger an jî naguhêr.

Digel vê yekê, dîsa jî mirov dikare behsa taybetmendiyên helbestê yên wekî bikaranîna awayê ziman û vegotinek xweser, têkilîya wê ya bi muzîk û bi deng re û hêza wê ya estetîk ya bandordar yên ku ji layê hemû kesan ve tê pejirandin, bike.

Dîroka derketina holê ya helbestê, heta digihêje dewra dîtina mirov ya têgihiştina dengê xwe û bi rêya axaftinê xurtkirina zimanekî ku bi kêrî ragihandinê tê. Mirovan ji bilî zimanê axaftinê yê rojane, bi armanca guhêrandin û dengvedana xwezayê, zimanekî efsûnî afirandin.

Mirov dikare taybetmendiyên vî zimanî yên teqldar (rîtmîk), wekî pêşhatîyê zimanê helbestê jî bibîne. Ji ber vê çendê jî, dema ku Platon helbestê dinasîne, dibêje: ‘peyva efsûnî.’

Bi kurtasî be jî bi van kurtehevokan me xwest ku em hebekî be jî, têkiliya mirov û helbestê ya kevnare raxin holê û piştra, em bi helbestvanê navdar Xîzan Şîlan re dest bi hevpeyvîna xwe bikin.

Ali Gurdilî – Kekê Xîzan. Di destpêkê de ji bo ku te rica me ya hevpeyvînekê neşikand û te qebûl kir, ez dixwazim li ser navê xwe û li ser navê xwendevanên malpera felsefevan spasîya te bikim, mala te ava.

Ali Gurdilî – Kekê Xîzan. Wek helbestvanekî, tu di nav xwendevanên kurdî de gellekî têyî naskirin û şopandin. Lê dîsa jî, ji kerema xwe re tu dikarî xwe bi me bidî nasandin?

Xizan Şîlan– Dema ku ez çardeh salî bûm, min ji xwe re tembûrek kirî bû. Ez ji alikî de fêrî lêxistina tembûrê dibûm û min him jî helbest dinivisandin. Min helbestên xwe dikirin beste û stran digotin. Dengê min pir xweş bû. Wê demê agirê evîna muzik û helbestê di nava dilê min de gur dibû, geş dibû. Weku awaza dengê têlên tembûra kezebşewitî û eşqa hestên nivisandina helbestan laşê giyanê min rapêçabû.

Dilê min yê xemgîn û keserkêş jî herdem li nav pêlên deryaya hezkirina muzik û helbestan bi coşekê diperpitî. Ez niha li welatê xerîbiyê, li bajarê Stockholmê bi kefa destê giyanê xwe tovên gula helbestên rengîn li ser mêrg û çîmenên sîngê laşê xwe parçe parçe direşînim.

Her şev û roj stêrkek ji asîmanê diherike nav pêlên lehiya helbestên min yên dilbirîndar.

Ez her dem pişta xwe dispêrim êş û tirs, xem û xeyal û wêraniya bîranînên xopan û berba bûyî. Bi salane ku ez xwe di westîbûna temenê laş û giyanê xwe de, xwe diafirînim. Li tenetiya kambax, di koretariya şevên xewle de, bi pozê pênûsê xwe yê zengarî helbestên ker û lal dinivisînim.

Ali Gurdilî – Li gor zanîna me, berhema te ya yekemîn ‘Xem û Xeyal’ e, piştra ‘Acıların Sokağı-Kolana êşan’, ‘Nameyek ji rinda min re û ya dawî jî ‘Pêjnên laşê mirî’ ye ne wisa?

Di nav berhemên te de yek bi zimanekî tirkî ye. Gelo çima? Gelo wê demê hestên te û psîkolojîya te rê li ber vê yekê vekir, xwendevanên te wisa xwestin, an jî tiştekî din yê taybet bû sedemê vê yekê?

Xizan Şîlan– Belê raste, pirtûka ku min bi tirkî nivisandî “Acilarin sokaği-Kolana êşan” ne helbest e, roman e. Lê ez ne romanniviskar im. Min di vê pirtûkê de, bi taybetî serpêhatiyên êşa jiyana xwe û rewşa perîşaniya malbata xwe aniyê ziman.

Zarokên kurdan ku hê nû dest bi dibistana seretayî kirine û di dibistanan de ji aliyê mamosteyên tirkan ve çawa zilm û zor, zehmetî û lêdan dîtine, min nivisandiye.

Kurdên anatoliya navîn çawa kevneşopî, çand û zimanê xwe parastine, min aniye ziman.

Wekî din naveroka pirtûkê, li dij dagîrkerên axa welatê me Kurdistanê bi berxwedan û serhildanan hatiye hûnandin. Min ev pirtûk, bi rastî jî di psîkolojiyeke ne rehet de, di tevlihevbûna hest û ramanên xemkêş û nexweş de nivisandibû… Lê ez pir poşman bûm ku min ev pirtûka romanê bi tirkî nivisand.

Ali Gurdilî – Gellekên me wek tu dizanî bi helbestan dest bi nivîsandinê dikin û piştra, xwe berdidin qada çîrok, kurteçîrok an jî romanan? Ji bilî helbestan, tu xebateke te yên din heye gelo? An tu dibêjî ku ez bi tenê helbestvan im û ferqeka helbestê heye?…

Xizan Şîlan– Ez helbestan dinivisînim, carnan jî pexşanan dinivisînim. Lê ez nikarim, an jî naxwazim bêjim ez helbestvan im. Helbestên ku ez dinivisînim di kîjan astê de ye, dê li pêşerojê gelê kurd biryar bide. Ji bilî helbestan tu xebateke min ya din nîne.

Ez giraniyê didim xwendina pirtûkên helbestan û di heman demê de pirtûkên felsefe jî dixwînim.

Ez her roj di nale nala awirên çavên xwe yên xemgîn de çermê asoya berbangan mizdidim. Dilopên barana azadî û sewdayê li ser zeviyên dilê xwe yên hişk û ziwa bûyî ji ewrên hinava xwe dibarînim.

Di navbera çar dîwarên zîndana odeya xwe de, bi saya neynokên xweşbînî û sebira derwêşên çolbeyaran hêviyan dikolim ji bo pêşeroja nediyar.

Ali Gurdilî – Li gor bawerîya te, di nav kurmancîaxêvan de helbest gihêjtiye wê asta xwe ya hêja yan na? Gelo, heta çî radeyê helbest têne xwendin û têgihiştin?

Tu bertekên çawa distînî di vê babetê de?

Xizan Şîlan– Ji ber ku li tirkiyê polîtikaya înkarê û qedexebûna kultura kurdî hetanî roja îro hatiye meşandin, helbest, çîrok, hikaye, roman û wêjeya kurdî pêş ve neçû.

Gelek niviskar, rewşenbîr û helbestvanên me hebûn. Lê polîtikaya înkarê li ber pêşveçûna çanda kurdî bû astengiyek mezin. Yên ku dixwastin bi kurdî tiştan binivisînin û biafirînin, ji aliyê dewletên dagîrker ve hatin girtin, tade û lêdan dîtin.

Bi salan di zîndanan de, di bin êşkenceyan de felç û seqet kirin, qurifandin û kuştin. Bi rastî jî helbestvanên me yên serkeftî hene, lê ne li ser axa kurdistanê ne. Piraniya wan li welatên xerîbiyê, li koçberiyê, li mişextiyê di hesretiyê de dijîn. Ew xezîna ku di dilê wan de hatiyî veşartin, li welatên xerîbiyê bi coşeke mezin derxistin holê.

Li gor baweriya min hê jî helbesta kurdî negihêştiyê asta xwe ya hêja. Lê dîsa jî pêşveçûnek di helbesta kurdî de heye… Niha bi saya internetê em dikarin bigihêjin helbestvan û niviskarên xwe…

Ali Gurdilî – Min ji gellek nivîskarên me yên kurd bihîstiye/xwendiye ku wan bi helbestê dest bi nivîsandina kurdî/kurmancî kirine, lê piştra dev ji helbestê berdane û di warên din de bi ser ketine.

Ev yek jî nîşan dide ku helbestvanî tiştekî cihê ye. Lê em rastê gellek ceribandinên ku mirov nikare wan wek helbest bi nav bike, tê. Gelo bi rastî jî her hevoka ku wek helbestê hatibe rêzkirin, helbest e? Gelo çî ferqên xweser di afirandina helbestê de hene û ji bo ku em bikaribin ji helbesteke re bibêjin ev helbest e, taybetmendiyên çawa pêwîst in?

Xizan Şîlan– Helbest êş, tirs, keser, nalin, coş, şadî û kûrahiya ramana deryayên bêbinî ye.

Helbest kamilbûna giyan û afirandina bedewkirina ziman e. Helbest pêpeloka hunerê ya li herî jor e. Helbest kilîda deriyê xezîna hest, xeyal û binhişîniyê ye. Helbest mîna xemila bûka bin perde ye.

Helbest dengê têlên rîtma muzikê û gotinên nependî ya derûniya mirovan di nava xwe de dihewîne. Di helbestê de kul û keder, guman, evîndarî, hesret, bêrîkirin, serhildan, azadî, qêrîn û hawar, feryad û fîxan heye.

Tiştê herî zehmet danasîna helbestê ye. Em nikarin helbestê bi yek rengî şirove bikin. Lewra mîna xwezayê û jiyana mirovan gelek rengên xwe hene. Hetanî niha di derbarê danasîna helbestê de kesek hemfikir nebûye. Xwendevanên ku helbestan dixwînin, her yek ji wan cur bi cur çêjekê jê digirin. Lê pêwiste ku helbest bi peyvên watedar û sembolan bên neqişandin, xemilandin û hûnandin. Heqe wisa nebe, ev helbest nabe helbesteke payebilind û serkeftî.

Ali Gurdilî – Ez dixwazim bi destûra we, hinekî jî em li ser babeta erkên helbestê rawestin. Ji bo mirovan helbest bi kêrî çî tê? Gelo mirov dikare bibêje ku erkeka helbestê ya wek afirandina ziravbihistyarîya civakê, bi awayekî veşartî/cihêreng vegotina ramanan, anîna rojevê ya kirû/bûyeran û mayendekirina têgehên wek azadî û demokrasîyê heye?…

Xizan Şîlan– Helbestvan cîhana derûniya hestên xwe bi xwendevanan re parve dike. Dilên xwe ji yên pêşberî xwe re vedikin û bi vî rengî şewata nava dilê xwe hênik dikin. Eger wisa nekin şewata agirê dilê wan di rûbarên êşan de difetisin.

Helbestvan dikare gelek tişt, bûyer û qewimandinan bi yek an du hevokan bîne ziman û şirove bike. Helbestvan xwe ji bandora gelek tiştan rizgar dike û azad dibe. Bi rêya helbestê, bêyî ku di bin bandora kesekî de bimîne, bêtirs, bi wêrekî êş û şadiyên xwe, qencî û xirabiyê, kul û keder û zehmetiyên civakê ji yên pêşberî xwe re qal dikin û vedibêjin.

Helbestvan bi yek hevokekê, an gotinekê dikarin roleke mezin di politiqaya civakê de bileyîzin, serûbin bikin û veguherînin sîstemeke din.

Ez li nav herika gera jiyana xwe, ji xwe dipirsim “ Ez kî me? Ez li nav talana serdeman çima hatim dinê, çi dikim û çima diçim? Ev gerdûna fireh, asîman û stêrk ji bo çi hene?” Gelo ez nebim wateya van tiştan dê hebe?

Mîna evîndarê derbeder ku li evîna xwe bigere, ez jî li bersiva pirsên nependî ya derûniya xwe digerim.

Ali Gurdilî – Tê gotin ku di civakekî de helbest tunebe/neyê xwendin û têgihiştin, ev yek tê wê wateyê ku çanda wê civakê dest bi jibîrkirina nîrxên mirovî kiriye.

Tiştê ku kultureke zindî dike, xwexwîyîkirina wê ya ji çavkaniyên helbestê ye.

Dijminên helbest û helbestkîyê, di heman demê de dijminên mirov û nîrxên mirovî ne jî. Ji ber vê çendê jî, dîroka helbestê; di heman demê de dîroka mirov ya lêgerîna serbestî û edaletê ye jî… Gelo rast e ev yek? Bi rastî jî mîsyoneka wiha ya helbestê mirov dikare bibêje ku heye?

Xizan Şîlan– Helbestvan li nav baxçeya peyv û hevokan dijî û nêçîrvanê neqişandin û hûnandina gotina ye. Helbest hunera xweşikkirina şêweya hevokan û dîwarê koşka peyvê ye.

Di dîrokê de gelek helbestvan bûne çirûska hêviyên welatê xwe. Yek ji van çirûskan, hozan û lehengê netewî yê Macarîstanê Sandor Patofi ye.

Wî di sala 1848 an de li dijî zilm û serdestiyê, wek berpirsiyarê xortên bajarê Budapeştê di nav raperînê de cîhê xwe girtiye. Helbesta wî ya bi navê “Hişyar be Macar” dibe sembola şoreşê.

Piştre jî li şerê dijî dagîrkirina Macaristan, Sandor Patofî gotineke wisa dibêje:

“Ez serê xwe di ber evîna xwe de didim. Lê ez evîna xwe fedayî azadiya xwe dikim.”

Ew hem bi pênûsa xwe dibe çirûska hêviyê, hem jî diçe eniya şer û dibe pêşengê hêviyê. Heta ku digihê dilovaniya xwe mîna şervanekî şer dike. Em dibînin ku helbestvan çawa dikarin bi saya pênûsa xwe roleke girîng û bêhempa ji bo azadiya mirov û civakan bileyîzin.

Ali Gurdilî – Ez pê dizanim ku tu di gellek helbestên xwe de ramanên felsefîk tînî ziman. Helbesta te ya bi navê ‘Qalibê Siya Xwe Me’ gellekî bala min kişand. Gelo mirov dikere bibêje ku şopên panteîzmê di vê helbestê de hene?

Xizan Şîlan– Belê, ligel helbestên hesretê, êşq û xoşewistiyê, di gelek helbestên min de em dikarin bêjin ku şopa panteîzmê û felsefê jî heye. Helbest hilpekandina mantiqê ye.

Cîhana lihevparkirina pêhesîn, hîs, xeyal û ramanê ye.

Octavio Paz di danasîna helbestê de wisa dibêje “danasîna helbestê xetereke mezin e, di rastiyê de helbest tune, helbestvan heye”.

Shelley jî dibêje “helbest di nava we de tunebe, hûn wê li tu derên din nabînin”.

Lê ez dikarim bêjim, di nava herkesî de helbest heye. Hinek kes wê dibînin, hinek kes nabînin. Yên ku germiya tava wê çirûskê di nava dilê xwe de hîs dikin û şewqa çira odeya giyanê xwe dibînin, dikarin bibin helbestvan.

Ali Gurdilî – Madem ku me got felsefe, bi destûra te em hinekî vê babetê bidomînin: Ji dîroka kevnare ve du hewldanên mirovî yên sereke hene. Helbest û felsefe. Em dizanin ku têkiliyeka gellek nêzîk di navbera herdu hewldanan de jî heye.

Homeros û Hesîodos, ramanên xwe yên felsefîk/mîtolojîk bi helbestan anîne ziman. Nietzche, helbestê xistiye nav felsefeyê. Di xeta helbest û felsefeyê de diçe û tê. Dîsa Heyyam, felsefeyê xistiye nav helbestê. Nemirên Ehmedê Xanî û Melayê Cizirî jî, bi helbestan ramanên xwe aresteyî civaka xwe kirine… Di helbestên we de jî, em rastê ramanên felsefîk dibin. Ji kerema xwe re hûn dikarin vê yekê hebekî ji me re şirove bikin? Û derheqê helbesta felsefî/felsefîk de çî difikirin?…

Xizan Şîlan– Helbestvan wek feylezofan xwe di nav şer û bûyerên dîrokê de dibîne. Di dîrokê de helbestvanan, gelek caran serê wan ji ber gotinên rast û vekirî û felsefîk ketibe belayê jî, lê ji vegotina rastiyê re serî û bejna xwe qet netewandine.

Her dem rasteqîna edaleteke rast û dirust parastine û maskeya li ser rûyê desthilatdaran rakirine û şilfûtazî nîşanî civakê kirine.

Di felsefe de xwendevan li gotina feylezof dinêre, ango feylezof çi gotiye dinêrin. Lê di helbestê de, helbestvan dê çawa gotiye dinêrin. Di felsefe de mantiq derdikeve pêş, lê di helbestê de hest derdikevin pêş.

Jixwe mantiq bêyî hest bi tena serê xwe lal e, hest jî bêyî mantiq bi tena serê xwe kor e. Ji ber vê yekê mantiq û hest bi hevre dimeşin.

Ali Gurdilî – Di civaka me/kurdan de, tiştê ku tu herî zêde jê hez nakî çî ye gelo?

Xizan Şîlan– Kekê Ali li min bibore, ez ê hinekê gotinên xwe tûj bikim. Kurdên me li dij hev wek gurê devbixwîn in, lê li hember dijmin boçikên xwe dihejînin dibin pisika li nav kolanên kavilbûyî.

Ya din jî xêrnexwazî, çavnebarî, hesûdî, şexsiyeteke ku çardeh parçe bûyî û qelsbûna hestên millî ye. Piştgiriya hevdu nakin…

Pir mixabin ku îro ev rastiya jiyana kurdên me ye. Ez ji van tevger û helwestên kurdên me qet hez nakim û aciz dibim. Ev gotinên min ne heqeret in. Lê ez vê rastiyê jî bêjim; di van salên dawî de gelê kurd ji xewa xweînkarkirinê şiyar bûne, êdî li nasnameya xwe û li xwe xwedî derdikevin û wek her kesî mafê azadiya xwe dixwazin…

Ali Gurdilî – Ji bo vegera welêt, tu pêşnûmayeke te heye gelo? Tu difikirî ku rojekî vegerî welatê xwe?…

Xizan Şîlan– Ez ê bersiveke wisa bidim; Ez sînoran û welatan nasnakim. Min di giyanê xwe de sinor ji navbera welatan rakiriye. Bes axa Cîhanê nasdikim û her derê Cîhanê axa min e. Ez mîna çûkan bêyî ku sînoran binasim, bê paseport û bê nasname ji warekê difirim û derbasî devereke din dibim.

Baskên xwe diçirpînim û ji şaxa darekê difirim, diçim li ser şaxa dareke din vedinîşim.

Belê, wek herkesî min jî dixwast ku ez vegerim welatê xwe, li nav aramiyê, ken û şadiyê û di azadiyê de bijîm. Lê temenê min rê nade. Îro li welatê xerîbiyê debara min û zikê min têr dibe. Ji ber vê sedemê ez nikarim bêjim, dê ez ê vegerim welatê xwe.

Hêvîdar im kurdistana me di demên nêzik de azad û serbixwe bibe û kurdên ku li xerîbiyê dijîn vegerin welatê xwe. Li ser axa xwe tovên hêviyê, şadiyê, bextewariyê û xeyalên rengîn bireşînin û biçinin.

Ali Gurdilî – Di van rojên dawî de tu çî dixwînî gelo? Ji kerema xwe re tu dikari çend kitêbên kurdî ji xwendevanên malpera me re pêşnîyar bikî?. Helbest, çîrok an jî roman…

Xizan Şîlan– Ez giraniyê didim xwendina pirtûkên helbestan. Carnan jî pirtûkên felsefî jî dixwînim. Niha di destê min de pirtûka Andrew Collins ya bi navê “Meleklerin kūllerinden- Ji xwelîya Firîşteyan” heye…

Pêşniyara min ji bo xort û ciwanên kurd û xwendevanên malpera felsefevan ev e; dema xwe bi tiştên vala derbas nekin, bixwînin û dîsa bixwînin…

Ali Gurdilî – Dixwazim wekî pirsa dawîn bipirsim: Gelo çî xebat di destê te de hene niha?

Xizan Şîlan– Jixwe pirtûka min ya helbestê “Pêjnên laşê mirî” berî heşt mehan hatibû çapkirin. Niha tu xebat di destê min de nîne, lê ez wek her demê dîsa bi nivisandina helbestan mijûlim.

Dibe ku li pêşerojê ez dîsa bi pirtûka helbestên xwe derkevim pêşberî xwendevanan.

Ali Gurdilî – Mala te ava ku te wextekî xwe ji bo me veqetand û te bi sebrekî mezin, bersiva pirsên me dan. Ez li ser navê xwe û li ser navê xwendevanên malpera felsefevanê, spasiya te dikim…

Xîzan Şîlan Ki Ye?

Di 1955 an de li gundê Incova bi ser Cihanbeyliyê ve hatiye dinyê. Qeza Cihanbeyli li Anatoliya Navîn e. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîseyê li Konyayê dixwîne.

Di wan sala de dest bi nivîsîna helbestan dike, di berde jî bi xebatên muzîkê dadikeve.

Di 1978 an de derdikeve derveyî welêt. Li Almanyayê 6 salan dimîne. Nivîsîna helbestan li wir jî domand. Di şev û şahiyên kurdan de stiran digot. Zimanê malê kurdî bû, lê cara pêşî kurdî nivîsîn li derveyî welêt dest pê dike. Paşê vedigere welêt.

Di sala 1987 an de tê Swêdê û li Stockholmê bi cî dibe. Çar pirtûkên wî hatine belavkirin.

Sê pirtûk helbest in û yek jî roman e: Xem û Xeyal, Acıların sokağı (roman), Nameyek ji rinda min re û Pêjnên laşê mirî…

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

Bersivekê binivîsin