Hevpeyvîn Bi Tengezarê Marînî re

Hevpeyvîn Bi Tengezarê Marînî re

Hevpeyvîn Bi Tengezarê Marînî re 

Tengezarê Marînî, nivîskar û helbestvanek î kurd e û di 04.09.1959an de li Tirbespiyê, li Başûrê Rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê. Pisporiya karmendiya mediya nû (communication, relation, Rethorik, Derûnasiya xîtaba ragehandinê û șiroveya zimanê wê ) xwendiye. Karê  sosiyolojiyê di ba Prof.Dr. Hartmut Griese, li zankoya Hannoverê û Duhokê kiriye. Pisporiya wergerandina derûnasî û nojdariyê xwendiye, kar kiriye û rahêner e, li nik EMZ=Navenda nojdariya regezan û bajarê Hannover. Di bîr û raya giştî de, bi helbestên xwe û nivîsên xwe yên li ser rexneya toreyî û wergerandina helbestvanên elmanînivîs tê naskirin. Me xwest em li ser navê malpera www.felsefevan.org ê ligel kek Tengezar Marînî li ser jiyan, xebat, helbest û felsefeyê bipeyîvin, wî û xebatên wî bi xwînerên xwe zêdetir bidin naskirin.

Ali Gurdilî: Kekê Tengezar, di destpêkê de ji bo derfeta vê hevpeyvînê li ser navê xwe û xwînerên malperê, ez gelekî spasiya te dikim û dibêjim, malî ava. Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwînerên me bidî naskirin? Yanî tu li kû hatiyî dinyayê, zarokatî, perwerdehî, malbat û hwd?  

Tengezarê Marînî: Wekî ku te di destpêkê de nivîsî, ez li Tirbespiyê, ku bajarokekî binxetê ji dayik bûme û min li wir dibistanên seretayî, navendî û Lîsa li wir xwend, di pey re 2 salan min literatûra erebî xwend, lê min bidawî neanî û hatim Elmaniya. Ji sala 1978- destpêka 1983 li Elmaniya mam, min di wê demê de salekê Journalismus xwend, lê ji ber gelek sedeman min xwend lê bi dawî neanî û di sala 1983an de vegeriyam welêt. Piștî xizmeta leșgeriyê, li Helebê, li akadîmiya Topan 3 salan xwend, piştre vegeriyam Tirbespiyê û min karê partîtiyê dikir, ez nabêjim siaysetê. Li wir, têkiliyên min bi xwedêjêrazî, Mamoste Rezo Osê, Zagros Haco çêbûbûn û wan jî ji sala 1983an ve kovara Stêr diweșand, ez tevî xebata nivîsînê bêtir bûm û wan ez gelekî han dam.

Fêrbûna tîpa kurdî ya yekem, ez li ser destê xwedê jê razî hunermend Mihemed Şêxo fêr bûm, di destpêka salên 1970ê de. Di malê de jî, birayê min Salar mamoste bû û wî gelek pirtûk dixwendin û rê dida min, ez pirtûkan bixwênim. Her ji destpêka xwendinê ve, meyla min li ser edebiyatê bû û zimanê kurdî bala min dikișand û bi taybetî, dema min didît, melayan mewlûd bi kurdî dixwend.

Helbet Cegerxwîn û nav û dengê wî û hatina wî bi ser Tirbespiyê de ez wekî hinek ji nifșên bi min re handam karê kurdîniyê. Min gelek caran Cegerxwîn li mala Amê xwe didît, Di 12 saliya xwe de, min bavê xwe winda kir û wexera wî hîn jî kuleke di dilê min de. Ez hîn zarok, min gelek berpirsiyarî avête ser milê xwe, di gel ku mezintir ji min hebûn. Min hemî kar dikir, lê her di wê demê de jî, min dikarîbû dema xwe baș birêk bixim. Goka lingan, Pingpong, xwendin, karê di xwaringehan de, pêlavboyaxkirin…

Di hemiyan de jî, min nedixwest kêmasî zor bin. Bi wateyeke din, ez zaroyekî șeqî bûm.

12776940_10154008949762372_1994021164_o 

Ali Gurdilî: Çend sal in ku cenabê te li Almanya dijî? Bawer dikim tu serokê Komelaya Nivîskarên Rojavayê Kurdistanê ya Almanyayê jî newsa? Gelo tu dikarî hebekî behsa xebatên komeleyê û bi giştî xebatên nivîskaran bikî? Yanî çi pevxebatên we hene bo kurdî?

Tengezarê Marînî: Ew komele mixabin, wek gelek dezgehên kurdan zû sar dibin û vedimirin. Saziya nivîskaran, salekê tenê berdewam kir û me karîbû di wê salê de 2 hijmaran ji kovara Pêl  biweşînin û çend şevên toreyî li dar bixin, lê mixabin nema êdî berdewam bû. Ez rêvebirê wê bûm, lê rêvebirê kovara pêl, mamoste Heyder Omer bû û di redakisiyonê de, Jan Dost, Keça Kurd, Helîm Yûsiv, Bahram Yûnis û ez bûn.

Ali Gurdilî: Wekî ku em dizanin, piştî terora Daîşê bi milyonan kurd berê xwe dane xerîbiyê û bûne koçber. Hejmareke wan jî, xwe gihandine Almanyayê. Gelo niha rewşa wan li wir çawa ye? Kurdên ku li Almanyayê ne weke şexs û civak, gelo çi alîkariyê didine wan?

Tengezarê Marînî: Eve zêdeyî 18 salan e, ku ez bi karê wergerê û mafê mirovan de bibizav im, dikim û têkiliya min her dem bi koçber, derbeder û penaberan re ye û eve saleke, ez berpirsê kampeke koçberan im. Birastî, ew di rewșeke nebaș de dijîn, ji bilî, ku dûrî kes û xizmên xwe û welatê xwe bûne, ku ev bi xwe êșeke mezin e, lê ev guherînên berdewam, di yasayên penabertiyê de û nezanîna wan ji zimanî re, dihêle ku xwe wek mirov kêm bibînin. Struktûra avakirina hișê rojhilatî jî, ku eger karekî xerab bike, ew hest dikin, ku wê hemî bi agirê wî bisotin. Ya kambax jî, koçber, herdem dibin babeteke baș, bo hilbijartinê û siyasetê û her hêleke siyasî, dixwaze li ser êșên wan dengan bo xwe kom bike.

Lê ji hêlek e din ve, eger yê koçber bikaribe xwe di gel civaka nû biguncîne, fêrî ziman bibe, derfet û dergeh jê re vedibin. Ji bo alîkariyê, ji xwe bi giștî, yên nû pêdivî alîkariya yên ji wan kevintirin.. di van demên dawî de, hem civata elmanî û hemî jî, yên penaberên kevin alîkarî kirin, her yek li gor hêz û derfetên xwe.. Di gel wê jî ji ber hijmar gelek bû, ji hêla organîzasiyonê ji destê hukumeta elman jî derket. 

Ali Gurdilî: Qasî ku bala xwe didimê di helbest û wergerên cenabê te de, herdem lêgerîn û nîşandana felsefeyekê xwe dide der. Yanî, pirî caran tu helbestên hinek feylesofan ligel danasîna jiyana wan diweşînî, ku gelek balê dide ser xwe. Di vê yekê de, ez bawer im ku para hezkirina te ya felsefeyê gelek e newsa? Baş e, li gor baweriya cenabê te têkiliyeke çawa di navbera felsefe û helbestê de heye? Û çima helbest?

Tengezarê Marînî: Min ji biçûkaniya xwe de, hez ji felsefê dikir. Ez di xeta çeprewiyê de mezin bûm û Marx bo min, wek gelekan simbola pêșketinê û pêșverûbûnê bû. Di pey re, min Hegel, Kant, Engels, Fürbach, Şopenhawer bi erebî xwendin. Lê hezkirina min ji helbestê re jî, zû li ba min diyar bû.. di 12 saliya xwe de, di dibistanê de, pișbirka helbestên erebî hebû û min gelek ezber dikirin. Yên kurdî jî. Min ji stranên Aram, Temo, Saîd Yûsiv çêj werdigirt û li ber awazên wan, carcaran min peyv diristin.

12765800_10154008924007372_426124414_o

Di dema temenê min 14 salî bû, rojekê li bihyekê camêrekî (di pey re min zanîbû, ku ew Şêx Abdulqudûs e) helbestek xwend, min di cih de ezber kir û bawer dikir ku ev helbest bi farisî ye. Ew jî helbesta “Sebahulxeyrî Xanim”, êdî piștî derbasî lîsa bûm û min helbestên kurdî xwendin û guhdar kirin, êdî min zanî ew ya melayê Cizîrî ye. Di dibistanê de jî. Dema pola 10. Me dixwend waneya felsefê hebû û min hez ji Suqratos kir û bi taybetî ew hevoka Herakleîtos jî hișt gelekî berê min bikeve Diyalektîkê “Mirov 2 caran di ava çemê herikbar de melevaniyê nake”. Lê min hez ji Platon nedikir. Sedem jî ew bû, ku wî helbestvan ji komara xwe ya Utopî avêtibûn û min jî ta demeke bașbawer dikir, ku helbestvan bi helbestên xwe dikarin jiyanê biguherin û mû ji nav mast derbixin. Eve bi xwe jî Utopiyeke bi șêweyekî din e.

Ali Gurdilî: Kurd, ji helbestan gelek hezdikin. Gelo meriv çawa dikare berê vê hezkirina wan, hinekî jî bide felsefeyê?

Tengezarê Marînî: Eger mirov bixwaze berê xwendevanên kurd bide felsefeyê, divê helbestên felsefî yên Cizîrî, Feqiyê Teyran, tesewifê, bi wan xweş bike û metodan bibîne, ku baş li wan guhdar bikin. Lê rastiyek din heye, divê hezkirina zimanê kurdî zor peyda bibe û kurdî bibe zimanê yekemîn yê nivîskarên kurd û bitaybetî yên bi kurdî dinivîsin. Hijmareke zor ji nivîskarên me, zimanê wan yê yekem, zimanê dagîrkeran e. Divêt rola wergerê zêdetir bibe û bêgumane, di wergerê de, pêdiviye para felsefe di wergerandinê de zor be, çiku felsefe, Roman û hizir ziman bi pêş ve dibin û dewlemend dikin. Em pêdivî bi hemîcure nivîsînê de û di hemî war û beşên zanistî, civaknasî, derûnî, yasayî û teknîkî ne.

Ali Gurdilî: Gelo tu bi tenê helbestan dinivîsînî yan kurteçîrok û roman jî hene di nav xebatên te de? Yan tu difikirî ku rojekê romaneke binivîsînî?  

Tengezarê Marînî: Ez gotar, helbest û rexneya edebî dinivîsim, lê di warê wergerê de, ez zimanê nojdarî, yasayî, derûnnasî û terapiyê jî dinivîsim û min berhevok di van biwaran de wergerandine. 

Ali Gurdilî: Di peyameke xwe de tu wiha dibêjî: ‘Aștiya cîhanî bi pirsa kurd ve girêdayî ye û her kes jî dizane, bêy çareserkirina pirsa kurd aștî li herêmê nikare berqerar be. Di dawî de, bê Kurdistanek serbixwe û azad, em kurd dê herdem pêrgî van qetlîaman bibin.’ Di vê gotin û ramana te de, gelo ciyê tevgerên kurdan yên li Rojavayê Kurdistanê çi ye, yan jî divê çi be? Bi qasî ku em dizanin, beroka PYD, YPG zêde xwe nêzîkî otonomî yan jî serxwebûnê nake û xwe wekî perçeyeke hêza ‘Sûriyeya Demokratîk’ dihesibîne. Yên din çi dibêjin gelo? Baş e, xelkê rojavayê li benda çareseriyeke çawa ye gelo, li gor bîr û baweriya te? Hewldanên PYD û YPG’ê dê bersiva hêviya wan bide yan na?

Tengezarê Marînî: Eger em bibêjin, navenda gerim ya sedsala 21ê rojhilata navîn e, pirsa kurd di rojhilata navîn û naverast de pirsa sereke ye û ez bawer im aştiya cîhanî, eger di vê sedsalê de cengeke mezin çêbibe, di gel ku heye, cîhanê di  2003an li Iraqê da, berya wê Afganistan, niha jî di Sûriya de, cengeke cîhanî biçûk heye û di wê cengê de USA, Rûsiya Îran, Siûdiya erebî, Turkiya, Iraq, Urdun û Libnan hene. Pirsa kurd eger çareser nebe, wê gelek welatên herêmê parçe bibin, bo nimûne Turkiya û Iran. Îro berjewendiyê Cîhana zilhêz û demoqrat û azad û kurdan digihin hev û di cokekê de diçin. Tişta giring, kurd hev bigirin û pêdivî ye, serxwebûn di parçeyekî de peyda bibe, eger peyda nebe, dê gelek kuşin û qetlîam li dijî kurdan pêk bihê. Projektê PYD, YPG û derdorên PKK bo çareserkirina pirsa kurd nebersiv e. PYD bi tena xwe nikare û dê agendên rêjîmê û Îranê serdestî wê bin, wate wê bibin alavê di dest wan de, eger kurdên din bi xwe re neke hevpişk. Hêvî û xewnên kurdan, bi xweseriya demoqratîk çareser nabe. Niha PYD ddaxwaza Sûriyayek federal dikin, lê nabêjin Federalî bo rojavayê Kurdistan. Bi kêman î niha nezelal e.

12782338_10154008950252372_1023486837_n 

Ali Gurdilî: Li gor bîr û baweriya te partî û tevgerên siyasî yên kurd, ji bo temamiya Kurdistanê dipirsim; gelo têra xwe giraniyê didine zimanê kurdî yan na? Çimku meriv dema li wan mêze dike, ji aliyê siyasetê ve xurt in, lê ji hêla piştgiriya zimanê kurdî ve hebekî qels in yan ez çewt im? Li gor baweriya cenabê te dikare çi were kirin?

Tengezarê Marînî: Niha kêşa zimanê kurdî, ji bilî siyaset û partî guh didin vê meselê an jî nirxê zimanê kurdî dizanin an na, kêşeya perwerdekirina bi ziman heye, kêşeya ABC ya kurdî heye, ku niho 2 ABC, kêşeya zaraveyan heye, ku ta radeyekê sinorê zarave derbas kirine û bûne zimanên bi serê xwe. Bi rastî em dikarin bibêjên zimanên kurdî û ev ji hela zanistî ve jî rast e. Tu binêre li regezê nêr û mê, di kurmanciya jor de heye û li ya xwar de tune ye. Lê ji bo bersiva pirsa we jî, bi rastî guh nadine zimên û han nadin, ku xelk fêr bibe. Em niha dibînin, ku gelek nivîskarên me, yên ji destpêkê ve bi kurdî dinivîsîn, niha bi erebî dinivîsin. Ev cihê mixabiniyê ye. 

Ali Gurdilî: Navbera cenabê te û felsefeyê, ez dizanim ku baş e. Ji kerema xwe re tu dikarî hinekî destnîşan bikî, ka çima pêdiviya mirovan bi felsefeyê heye?

Tengezarê Marînî: Pêdiviya kê bi felsefê nebe, ya me –çi nebe ji bo ziman- pê heye. Li ser pirseke weha, Çima felsefe giring e, ji nivîskarê Norvêjî, Jostein Gaarder, nivîserê pirtûk Sofîzim kirin?

Bersiva wî jî ev bû? “ Zor giring e. Tîtala rexneyê li Europa bête naskirin. Felsefe, mirovî fêr dike, çawa bi hişekî û nêrîneke rexneyî biramê. Eger em Hegel deynin ber çavan, ku çawa xwe bi nerêniyê mijûl kir û nerênî jî mirovî fêrî rêka ramandinê dike. Çendî giring e, bo nifşên nû, yên genc xalên nerênî di civaka xwe de bizanin” Focus Magazin, Duşemb, 20.12.1993

Di kongirê Felsefê yê Elmaniya li Düselldorfê, kovara der Spiegel, di 20.10.1969, bi Profesor Löwith re kirin û ev pirs jê kirin: “ Ma felsefe dixwaze, şirovekirina zimanê siyasî, kartêkirinek rasterast li siyaseta civakî ya rojane bike”? Bersiva Prof. LÖWITH: Rasterast nikare, eger bixwaze jî. Zimanê siyasetê û yê zanista civakî zimanekî nêzîkî rastiyê ye lê cihê pirsê ye jî û ji lêvegerên felsefê re vekirîne. Felsefe dihêle, pirsiyar li ser zimanê polîtolog û sosiyologan çêbibe. Mirov bi xwe bûnewerekî civakî ye, û vê hebûna xwe nake cihê pirsê”  Piştî van bersivan, belê felsefe ji mirovayetiyê re pêdivî ye, daku civak, siyaset, teknolojiya û aborî, zimanê guman û şirovekirin û zimanê rexneyê, derbasî jiyana rojane ya mirovî bike û felsefê ji nav çar dîwarê zanîngehê rizgar bike, daku zimanê rexneyê di pozîtîvîzmê û Neopozîtîvizmê, bigihe radeya lixwevegerînê.

Ali Gurdilî: Kitêbeke felsefî ya ku te gotiye ‘xwezî ev kitêb bi kurdî bûya.’ heye gelo? Yan te dixwest ku kija berhema felsefî bi kurdî bixwînî?

Tengezarê Marînî: Min gelekî dixwest pirtûka Martîn Heidegger ya bi navê “ Sein und Zeit= Heyîn û Dem” bo kurdî bihata wergerandin. 

Ali Gurdilî: Ji bo vê hevpeyvînê, ez gelekî spasiya cenabê te dikim û di kar û xebatên te de jî serkeftina te dixwazim. Malî ava kekê Tengezar.

Tengezarê Marînî: Spas bo vê derfetê û spas bo keda we ya hêja.

Hevpeyvîn: Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

27.02.2016 

Jêder

1- https://ku.wikipedia.org/wiki/Tengezarê-Marînî

2- http://www.pen-kurd.org/kurdi/tengezar-marini/tengezar-marini.html  

3- https://www.facebook.com/tengezar.marini  

Tengezar Marînî kî ye?

Tengezarê Marînî, nivîskariyê di warê û helbestê de, bi zimanê  kurdî dike. Di 04.09.1959an de li Tirbespiyê, li Başûrê Rojavayê Kurdistanê hatiye dunyayê. 2 salan edebiyata erebî li zanîngeha Helebê xwendiye. Pisporiya karmendiya mediya nû (communication, relation, Rethorik, Derûnasiya xîtaba ragehandinê û șiroveya zimanê wê ) xwendiye. Di gel Prof.Dr. Hartmut Griese, li zankoya Hannoverê û Duhokê kar kiriye. Pisporiya wergerandina derûnasî û nojdariyê xwendiye, kar kiriye û rahêner e, li nik EMZ=Navenda nojdariya regezan û bajarê Hannover. Di bîr û raya giştî de, bi helbestên xwe û nivîsên xwe yên li ser rexneya toreyî û wergerandina helbestvanên elmanînivîs tê naskirin. Şarezayî di zimanên kurdî (Kurmancî-Soranî), erebî, engilîzî, Elmanî û Suryanî de heye. Di gelek rojname, Kovar û malperên kurdî de, li cih û welatên cuda de dinivîse

Berhemên Tengezarê Marînî

Pirtûk ên çapkirî (Kurdî):

1- Kilît, helbest, sala 1992/ Beyrût

2- Çirûska Xewneke Bazdayî, helbest/ 1993 şam

3- Evîna Leylan û Mijê, helbest 1998/ Hannover

4- Şevnema şînê, helbest, 2001/ Hannover

5- Nesrîna Qedexe ji bêcirriya te 2005/ Amed

6- Kalo: Bêdengî nepara te ye(1 Helbest e) 2006/ Hannover

7- Helbest ên rengîn, amadekirin û werger ji Elmanî, Erich Fried, lêkolîn û helbest, 2006/ Duhok

8- Pantelonê Şeytanî, Îtalo Kalvîno, ji Elmanî, 2008/ Duhok

9- Zanista Rexneyî di navbera Tiyorî û Praktîkê de, Rexne, 2014/Duhok

10- Çend berhevok ên tendurustiyê, mîna sîstema Tendurustiyê li Elmaniya, Memografî û penceşêra singê û Trauma (Xemnakî) û Derûnnasî  

Pirtûk ên bi elmanî:

1- Der Baum der Freiheit (Dara Azadiyê) Dokumentation, 1998/Hannover

2- Funken des Nebel = Tîrêj ên Mijê, helbest, 2000/1 2002/2/ Hannover

3- Was hast du gesagt= Te çi got, helbest, 2010/ Hannover

Bersivekê binivîsin