Hevpeyvîn bi Konê Reş re

Hevpeyvîn bi Konê Reş re

Hevpeyvîn Bi Konê Reş re

‘Mirovekî Kurd im Ji sala 1514 an ve Ta roja îro; Di kul, êş û janên Gelê xwe de diponjim Xemxur û zikêşê Zimanê dê û bavê xwe me; Yekim, ji wan kesên ku, Li dor malbata Bedirxaniyan Dixepêrim. Ez Konê Reş im.’

(Konê Reş) 

      Demekê dirêj e ku min dixwest li ser navê malpera www.felsefevan.org ê ez ligel kek Konê Reş hevpeyvîneke pêk bînim û ji desta yekem, derbarê wî û xebatên wî de, xwe bigihînim hinek zanyariyan. Axirê vê dawiya min ji kekê Konê Reş rica hevpeyvîneke kir, mala wî ava be wî jî nego na û vê daxwaza me qebûl kir. Heçî em baş dizanin ku kek Konê Reş, di bîr û raya kurdî de mirovekî gelek naskirî ye û bi xebatên xwe yên hêja, di dilê me teva de konê xwe vedaye. Ligel vê yekê jî, ez hêvîdar im ku em ê karibin hevpeyvîneke ku bi dilê we be, pêk bînin.

Ali Gurdilî: Kekê hêja, di destpêkê de li ser navê xwe û xwendevanên malperê, ez gelekî spasiya cenabê te dikim, ku te vê daxwaza me erê kir. Mala te ava be.

Ali Gurdilî: Heke ez ne çewt bim, berhema te ya yekemîn ‘Serpêhatiyên Mîran’ e ku di sala 1991an de hatiye weşandin. Baş e, te çi demê dest bi nivîsandina kurdî kir û yekem car, tu bi kîja xebata xwe derketî ber raya giştî?

Konê Reş: Hezkirina min ji zimanê Kurdî re ji gundê min Doda destpê kiriye. Ev gundê ku, kesî jê ne bi zimanê Erebî û ne bi zimanê Tirkî zanîbû. Di nav wê trajîdiya zimanî de mezin bûm, min xwend û bi giyanekî Kurdperwerî hatim xwedî kirin. Nizanim çilo min dîwana Melayê Cizîrî peyda kiribû?! Di sala 1973’an de jî, min dîwana Cegerxwîn (Kîme Ez?), peyda kir û çend carekî bi seydayê Cegerxwîn re rûdiniştim. Hingî, min jî wek tevayî nifşê xwe, hin caran bi zimanê Erebî dinivîsand.. Carekê min jê pirsî; Seyda! Tu bi zimanê erebî an bi zimanê kurdî bêtir karî binivîsînî û his û hestê xwe bînî der? Seyda Beşişî û li min vegerand; bi Kurdî. Ji wê hingê ve nivîsandina bi zimanê kurdî niqutî dilê min.

Ligel Arjen Arî û Salihê Kevirbirî
          Ligel Arjen Arî û Salihê Kevirbirî

Di sala 1977’an de li Almaniya Rojava, bişahî çav bi rojnameya (Roja Welat) diketim, bi Kurdî û Tirkî bû. Piştî vegera min Qamişlo di sala 1978’an de, min dest bi nivîsandina Kurdî kir, belê di warekî biçûk de bû, ji ber ku ziman qedexe bû. Jixwe, berî ku ez herim Almanya, çûn û hatina min li cem van ronakbîr û zanayên kurdan hebû wek: Cegerxwîn, Mele Hesenê Kurd (Hesen Hişyar), Osman Sebrî, mala wî li Şamê bû û vê paşiyê Rewşen Bedirxan, Seydayê Tîrêj…

Di 12 êlûna 1980’î de, piştî derbeya Kanan Averîn li tirkiyê û hatina kerwanê xortên şoreşger ji bakurî welat bajarê Qamişlo, diçûm cem wan.. ji min werê ew bi her tiştên ziman û rewşenbîriya kurdî ji me bêtir zanin..! Di destpêka salên de jî, rehmetiyê Samî Abdulrehman Partiyek li Sûriyê demezirandibû, partiya wî kovarek bi navê (Pêşeng), bi zimanê kurdî û rojnameyek bi navê (Gel), bi zimanê erebî diweşand. Dikarin bibêjim ku, carekê an du caran berhemên min di wê kovarê de hatin belavkirin.

Di sala 1984’an de, bi koçkirina seydayê Cegerxwîn re, min ev helbest derbarî koçkirina wê nivîsand, belê ev ne nivîsa min ya pêşî ye:

Va Cegerxwînê delalî

Xatir ji me xwest û çû

Li dûriyê der bi derî

Serxwebûn kula dil bû

Nav û dengê vî hozanî

Li cîhanê belav bû

Weke Taxûrê Hindokê

Ew Cegerxwînê kurda..

Bi rastî, bi hatin û naskirina ronakbîrên Kurd ji Ermenistanê, çavên min bêtir vebûn û zimanê Kurdî bi min şêrîn bû. Min ji tevan, sûd wergirt û hezkirina ziman bi min re mezintir bû. Belê ez bêtir ji Dr. Celîlê Celîl fêrî danheva zargotina kurdî bûm. Ez wî, wek mamostayekî ji xwe re, di warê eşq û danheva folklorê kurdî de dibînim. Di warê nivîsandina gotaran de jî, ez ji (Tîr) ya Musa Anter ewa ku di rojnameya WELAT de li Stenbolê dihat weşandin û ji (Bexçe) yê Kemal Burkayî (Ferhad Can), ewa ku di rojnameya RONAHÎ de, ew jî li Stenbolê dihat weşandin, fêrî nivîsandina gotaran bûme. Ez wan wek mamoste ji xwe re, di warê nivîsandina gotaran de dibînim. Jixwe kêfxweş dibim ku şagirtekî Mîr Celadet Bedirxan bim.

10358919_723272187758678_8559119963561123323_o

Di adara 1989’an de min û hevalê xwe Abdulbaqî Huseynî, kovarek bi navê (Gurzek Gul), folklorî û çandeyî bi Kurdiya Latînî weşand. Ev yekemîn kovara serbxwe bû di nav kurdên Sûriyê de. Dikarim bibêjim ku, navdariya min di nav Kurdên Sûriyê de bi Kovara Gurzek Gul derket.. Paşê bi gotar û pirtûkên min yên ku hatine çap kirin û di serê wan de ya li dor Jiyan û xebata Mîr Celadet Bedirxan/1992, ez bêtir hatim naskirin. Ta niha berhemên min di 60 rojameyek  kovaran de hatine belavkirin. Jixwe berî nivîsandina bi kurdî, min jî wek gelekan bi erebî dinivîsand. Ez bawerim min dirêj kir..    

Ali Gurdilî: Di nav xebatên te de, ligel berhemên helbestan berhemeke bi navê ‘Serhildana Sasonê’. jî heye, ku gelek bala min çû ser. Ev berhemeke lêkolînî ya dîrokî ye yan edebî? Ji kerema xwe re tu dikarî hinekê din zanîniyan bidî me? Yanî ev xebat rasterast li ser Serhildana Mala Eliyê Ûnis e gelo, yan?

Konê Reş: Belê, raste li ser Serhildana Mala Eliyê Ûnis e. Ev berhema min di sala 1995an de, bi zimanê erebî li Şamê hatiye çap kirin. Hem jî bi kurdiya tîpên Farisî li Duhokê ji rex mamoste Musediq Tovî ve hatiye wergerandin û çap kirin. Ev berhem Dîrokî ye. Li dor berxwedan û serhildana malbata Eliyê Ûnis (Qewmê Çiyê) li Çiyayê Sasûnê, dizîvire. Piştî beravêtîkirina serhildana Şêx Seîd Efendî, mala Eliyê Ûnis, bi fermana Kemalîstan û sirgunkirina Anadola Rojava razênebûn û di encam de li ber xwe dan, ta ku di sala 1936an de di nav kurdên Sûriyê re derketin. Min piraniya bûyer, serpêhatiyên şer û çîrokên berxwedana wan ji ser zimanê wan girt, berî ku koça dawî bikin. 

Untitled-2 (1)
            Berga kitêba ‘Serhildana Sasonê’

Ali Gurdilî: Heta niha temamiya berhemên cenabê te hatine weşandin, yan yên li ber çapê û yên ku hê nehatine weşandin jî hene gelo?

Konê Reş: Keko! We ev berhemên min jibîr kirine, ev jî hatine çap kirin:

– Komeleya Xoybûnê û Şoreşa Araratê, Hewlêr, 2000

– Dîroka Qamişlo, Lêkolîn bi zimanê erebîye. Silêmaniyê/2006, Şam/2012.

– Dîroka Rojanamegeriya Kurdî li Sûriyê û Libnanê: 1932 – 2012, lêkolînek berfireh e, Duhok 2013.

– Bajarê Cizîra Botan û Hunera Mîr Bedirxan, Stanbol, 2013.

– Ji Stêrên Welatê Qedexe, lêkolînek berfireh e li dor 33 navdarên Kurd e, Duhok, 2013.

– Dergehê Jîn û Evînê, Helbest, Beyrûrt, 2001.

– Cûdî Çiyayê Miradan, Helbest, wergerandina Hejar Îbrahîm, Şam, 2004.

– Dara Çinarê, Helbest, wergerandina Îmad Elhesen, Şam 2006.

– Şîhîna Şevbuhêrkên Dîl: Helbest, Ji weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê, êlûna 2010.

– Helbestên zarokan:III. Amed (Diyarbekir) 2013.

DSC02757

Ta niha 20 berhemên min di navbera Sûriyê, Libnanê, Kurdistana başûr, Tirkiyê û Ewropa de hatine çap kirin û 7 jî amade ne ji çapê re. Bi hêvî me ku di demeke kurt de di nav destê xwendevanan de bin.

Ali Gurdilî: Li ser xizmet, têkoşîn û keda malbata Bedirxaniyan jî, gelek xebatên cenabê te hene newsa? Ji kerema xwe, tu dikarî wan bi kurtî bi me bidî nasandin? Niha muzexaneyeke me ya bo parastina xebatên malbata Bedirxaniyan heye, yan na?

Konê Reş: Bedirxanî li kû bin Kurdistan li wire..! Ez ne bawer im ti malbatan wek malbata Mîrê Cizîra Botan, Mîr Bedirxanê Azîzî: 1802–1868, ji dil û can kar, xebat û bizav di ber gelê kurd de kiribin û tev malê xwe û canê xwe di ber de winda kiribin. Mîr Bedirxanê yê ku di sala 1843 an de, di herêma Botan de mîrnişiyek ava kir, pere bi navê xwe deranîn û di bin navê Peymana Pîroz de, kurd li dor xwe civandin û belav kir û got: Dîn dine Xwedê ye, em tev birayên hev in.. Û wiha biyaniyan di pesnê wî de gotin: Bedirxan Edalet e û edalet Bedirxan e.

Tevî ku neferên vê malbatê ji sala 1847an ve di koçberî û sirguniyê de dijiyan, lê wan qet welatê xwe Botan, warê bav û kalên xwe, jibîr nekirin, ji desthilanîn neketin, li ber xwe dan û gelek xebat û bizav kirin, da ku navê gelê xwe di nav gelên cîhanê de bilind bikin. Neferên vê malbatê di sirguniyê de, di bin şert û mercên çetîn û dijwar de, xwe berpirsyarê gelê xwe didîtin û kêşeya gelê kurd barê xwe yê yekemîn dinasîn. Bi gotin û kirinê dixebitîn; çi di warê civakî û rewşenbîriyê de, û çi di warê siyasî de û wiha tev di sirguniyê de, dûrî xaka Cizîra Botan mirin.

10915146_754745181278045_248962980568538571_n
          Ligel Sinemkhan Bedirkhan

Her û her daxwaza wan pêşxistina gelê kurd û bilindkirina navê Kurdistanê bû..

Wiha wan Bedirxaniyan gelek komele û dibistan damezirandin, gelek kovar û rojname weşandin, hem jî bi saya wan gelek navend û enstîtu ji gelê kurd re hatine ava kirin. Piştî koçkirina mîr Bedirxan di sala 1868an de li Şamê, kurê wî mîr Miqdad Medhet Bedirxan, li ser rê û şopa bavê xwe kir qêrîn û gazî. Qêrîn û gaziya wî ji ya bavê wî bû. Wî di roja 22ê nîsana 1898an de, yekemîn Rojnameya kurdî li Qahîre bi navê KURDISTAN weşand û di nav rûpelên wê de gazî û qêrînî kurdan kir û got: (Gelî Mîr û Axano! Kurmancno! Qenc bizanin xwendin, ilm û merîfet (li) dinyayê û axretê rûyê mirov sipî dike, mirov mihtacî tu nabe. Riya Xwedê de paş niho zaroyên xwe bie’limînin ilm û merîfeta, hûn bi xulaqetê xwe şûca’ û cesûrin, heke hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinyayê hemîyan xurtir û dewlemendtir bin)

Neviyê mîr Bedirxan jî, Mîr Celadet Ali Bedirxan:1893-1951, hêviyên bav û bapîrê xwe li erdê nehiştin, bi xwe re hilgirtin û hilanîn û di ber wan de xebitî ta roja dawî ji temê xwe. Wî jî di roja 15.5.1932 an de hejmara pêşîn ji kovara xwe (Hawar) a bi tîpên latînî, li Şamê çapkir û di nav kurd û biyanyan de belavkir. Wî jî, bi Hawara xwe, qêrîn û gaziya bav û bapîrê xwe gîhand  kurdan û got: (Herçî em Kurd, me zimanekî delal heye û em pê diaxifin, piraniya me ji vî zimanî pê ve bi tu zimanî nizanin. Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletekî, êdî ne bi tenê wezîfeke şexsî ye, lê wezîfeke milî ye jî..)

 Ma ne hêjane ku yekî weke min li dor kar û xebatên wan binivîsîne..?! Û ta ku ji min bê ez ê li dor pîş, saz û hunera wan binivîsim û navê wan bilind bikim.

Di vê derbarê de dikarim bibêjim ku, naveroka çar pirtûkên min li dor Berdixaniyan dizîvirin:

Mîr Celadet Bedirxan, bi Erebî; Şam 1992; bi Kurdî Stokholm 1997

Komeleya Xoybûnê û Şoreşa Araratê, Hewlêr, 2000

Dîroka Rojanamegeriya Kurdî li Sûriyê û Libnanê: 1932 – 2012, Duhok 2013.

Bajarê Cizîra Botan û Hunera Mîr Bedirxan, Stanbol, 2013.

Û min bi dehan gotarên têvel li dor Bedirxaniyan nivîsandine.. Hem jî, bi zimanê Erebî, min çend gotarên dirêj li dor serhildana Mîr Bedirxan, Mîr Abdulrizaq Bedirxan, Êzdînşêr û Xelefê Şûvî nivîsîne û di çapemeniya Erebî de belav kirine. 

Ali Gurdilî:  Rewşa zimanê kurdî, li Rojavayê Kurdistanê çawa ye kekê hêja? Yanî, pêşketin hene yan? Bi awayekî fermî perwerdehî û weşan?

Konê Reş: Wek ku hun tev dizanin, piştî serhildana melyonî ya pîroz li Kurdistana başûr di sala 1991ê de, wêjeya Kurdî li nav me kurdên rojava derbasî qûnaxekê nû û ewarte bû, qûnaxeke ku ji hemû qûnaxên berê bi akamtir, hêztir û navtêdantir û rêk li ber nivîskarên cidî hat vekirin. Ji sala 1990î û bi virde, hinekî çavgirtin ji çapkirina pirtûkên bi zimanê kurdî hatibû girtin. Di wan salan de gelek dîwan, kovar, pirtûk hatin weşandin, ew jî bi dizî bû û eger bi hatina girtin cezayê wê mezin bû.. Lê ji berî çend salan ve, nexasim piştî yasayên çapemeniyê di sûriyê de derketin, ew rêka çûk jî ji ber me hat girtin, tevî ku di wan salan de me berhemên xwe li Şamê çap dikirin û li ser datanî li Beyrûtê çap bûne.. Xwediyên çapxaneyan jî gelek pere ji me distandin, bi behana ku ew tiştekî qedexe ji me re dikin..

18930_799141533505076_6917681336557889879_n

Vêca, ji neçarî me berê xwe dida Kurdistana başûr û dervî welat (Eurûpa û Stenbolê), da ku em li wîr berhemên xwe çap bikin, hem ji ber qedexbûna ziman û hem ji ber buhayê çapkirinê…

Lê mixabin ji serhildana 12 adra 2004an û vir de, rewş hat guhertin.. û wiha ta vê nîv azadiya ku roja îro em têre derbas dibin. Roja îro rewşa edebiyata kurdî li rojavayî Kurdistanê di cihê xwe de pîkolê dike.. Wek rewşa edebiyata erebî ye li Sûriyê, ku ew jî di cihê xwe de sekinîye.. lê bêguman nivîskarên resen her di kar û barên xwe de berdewam in û bi bûyerên welatê xwe ve girêdayî ne.

 Niha rewş me piştî vê nîv azadiya ku em têre derbas dibin, hewlidanin berfireh di qada fêrkirina zimanê kurdî bi tîpên latînî di seranserî bajar û gundên kurdan de têne kirin û di gelek dibistanan de bi rengekî nîv fermî dersên bi zimanê kurdî têne dan. Her wiha gelek partiyên me jî dest bi korsên zimanê kurdî kirine û xort û keçan fêrî ziman dikin. 

Ali Gurdilî: Di civaka me kurdan de, adetê ku tu qet jê hez nakî çi ye gelo? Û ji ber çi?

Konê Reş: Di baweriya min de ji adetên herî xerab di civaka me kurdan de, berberî û dubendiya navxweyî ye. Em xwe bi xwe şerê hev dikin. Em ji xelkê re baş zilam in û ji hev re şêrên har in..!

Ji berî 350 salî ve Ehmedê Xanî, ev adet protesto kiriye û gotiye: Ger dê hebûya me ittifaqek.

Sed mixabin ku ta roja iro ev adet lidare û derbasî nav siyasetmedarên me bûye. 

Ali Gurdilî: Niha qasî ku ez dibînim û têdigihêjimê, haya gelek xort û keçên me ji çand û dîroka kurdan tune. Ji kerema xwe, tu dikarî bo xwendina wan çend berheman pêşniyaz bikî? Yanî hem ji bo pêşketina zimanê xwe î kurdî û hem jî bo zanîna çand û dîroka xwe?

Konê Reş: Di serê tevan de ez Kovara Hawar û Ronahî, yên Mîr Celadet Bedirxan û rojnameya Roja Nû û Stêr yên Mîr Dr. Kamîran Bedirxan pêşniyaz dikim. Ji ber ku yê van bixwîne, wê Mîr Celadet û Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can û yên mayî ji nêzîk ve nas bike.. Û Ferhenga Kurdî û Folklora Kurdî yên Seydayê Cegerxwîn. Lê xwezî hina Ferhenga Seydayê Cegerxwîn ji tîpên Erebî biguhezta ser tîpên latînî da ku kurdên me li bakur karîbûna bixwînin..  Ev ferhenga Seyda, ne ferheng tenê ye, erê navê wê Ferheng e, lê ew dîrok e, erdnîgariye, zimanzaniye.

Ali Gurdilî: Ez bawer im ku kitêbxaneyeke cenabê te a zengîn heye. Niha tu çi dixwînî û ji kerema xwe tu dikarî hinekê kitêba ku tu dixwînî bi me bidî nasandin?

Konê Reş: Kêfa min gelekî ji pirtûkxaneya min re tê. Bi berdewamî ez dixwînim. Her dem pirtûkek di nav destê min de heye.. Ez bi herdû zimanan Erebî û Kurdî dixwînim. Niha pirtûka Kurdî ya ku ez dixwînim (Omeriya Mîrsom) e, ji nivîsa mamoste Şerefxan Cizîrî ye û ya bi zimanê Erebî (Gera Aphonse de lamartîne ya Rojhilatê) ye. 

Ali Gurdilî: Bi qasî ku min xwendiye û ez dizanim, te wext û kedeke mezin daye çand û zimanê kurdî. Gelo tu qet jê poşman bûyî yan na?

Konê Reş: Qet na. Poşman nebûme. Raste, ta ku ez nivîsekê ji fikir û xeyala xwe, ji encamê zanîn, serwextî û serboriya ji bo gelê xwe û mirovahiyê dinivîsînim, sed dijwariyî dibînim, lê bi belavkirina wê nivîsê re jî kefxweş dibim. Ji ber ku sûdeye civaka min têde hebe. Bi nivîsandina li dor kul û êş, kêf û şahiya gelê xwe rehet dibim. Nivîsandin ne henek û tinaz in, ne yariyeke ku mirov sebra xwe pê bîne û çax û deme xwe pê re derbas bike. Nivîsandin berpirsyarî ye, name ye. Nivîsandin ji îro û sibe re ye. Qet ez poşman nebûme û nabim. Bav û kalên me kurdan ji mêj ve gotine: Ga dimre çerim dimîne, mêr dimre nav dimîne. Bela navê me bi qencî di nav gel de bimîne.

10154356_607818169304081_7529950952299868296_n

Ali Gurdilî: Li gor bîr û baweriya te, gelo felsefe çi ye? Û ji kerema xwe, tu dikarî hebekê jî behsa felsefeya xwe ya jiyanê bikî?

Konê Reş: Ez ne felsefevan im û ew pêzanînên min yên berfireh di warê felsefeyê de nînin. Belê felsefeya kurdî, deryayeke kûr û bê binî ye, gelek çem û cobar tevlî ava wê dibin.

 Di baweriya min de felsefeya kurdî, ew serborî, tecrîbe, bîr û baweriyên ku ji sedê salan ve di nav gel de belav bûne û cihê xwe girtine wek; (Jin stûna malê ye). An ; (Gelekî nede ber dasê ku das nemîne asê). Lê bingehê vê felsefeyê, wek ku tê xwestin di civakê de nehatiye danîn. Bi tenê devikî ye, zardeva ye. Nehatiye erşifandin. Tevî ku Malayê Cizîrî hin ji felsefeya xwe bi nivîskî di eşqa Îllahî û pesnê Selmayê de aniye ziman.  Ehmedê Xanî jî, di destpêka Mem û Zîn de bingehê wê felsefeyê destnîşan kiriye. Lê her bîr, bawerî û serboriyên civakî ku ji hezarê salan ve hatine serê civaka kurdî û devikî têne gotin, ewin bingehê felsefeya Kurdî.

Belê sebaretî felsefeya min, wek rewşenbîr û nivîskarekî kurd dikarim bibêjim; em tev dizanin bê çendî ronahî bi sûde ye, rewşenbîrî jî wiha ye. Karê rewşenbîr, xebata wî ji bo ciwanbûn û spehîbûnê ye. Bizava wî, ku şerê qelpbûn û sextbûnê bike, da ku cihanek ji mirovên sade çak, têde bijîn. Qedera rewşenbîr e ku li kiryarên çak di civaka xwe de bigere, çi ji qencan re be û çi ji xeraban re be. 

Ali Gurdilî: Ji bo vê hevpeyvînê ez gelekî spasiya cenabê te dikim kekê hêja û di kar û barên te de, serkeftinê dixwazim. Malî ava, tu her hebî.

Konê Reş: Ez jî, ji dil spasiya te dikim kak Ali Gurdilî, serketin û berdewamiyê bo te, hevalên te û kovara we re dixwazim. Mala we jî ava be.

Hevpeyvîn: Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

04.02.2016 

Konê Reş kî ye?

      Konê Reş, rewşenbîr, nivîskar û helbestvanekî Kurd e. Navê wî Selmanê Osmanê Abdo ye. Sala 1953an li gundê Doda, nêzîkî Qamişlo hatiye dinyayê. Di malbateke Kurdperwer, zimanhez û rewşenbîr de mezin bûye. Ji mêj ve hez ziman, folklor û toreya gelê xwe kiriye. Û wiha gelek berhem û gotarên wî di kovar û rojnameyên kurdî yên mehane û rojane de, hatine weşandin û gelek pirtûkên wî hatine çapkirin. Û bi serketin di her çar perçeyên Kurdistanê de hatiye naskirin. Konê Reş, yek ji wan kesên pêşî ye ku di van sîh salên dawî de li Binxetê bi zimanê kurdî nivîsandiye. Hêjî bi kar û barên xwe yê nivîsandina bi zimanê kurdî berdewam e. Ew hebûna gelê kurd di hebûna zimanê kurdî de dibîne û her dem dibêje: ‘zimanê me dîroka me ye.’ Hêvî û daxwazên wî jî evin; ku wê rojê bibîne; ew roja ku her sibeh rojnameyeke kurdî bi tîpên latînî li ber deriyê mala wî be û bi rêka wê rojnameyê nûçe û bûyerên Kurdistanî û cîhanî bixwîne.

Berhemên Çapkirî

1- Serpêhatiyên Mîran (1); Beyrût 1991

2- Mîr Celadet Bedirxan, bi Erebî; Şam 1992; bi Kurdî Stokholm 1997

3- Sîpan û Jîn (helbestên zarokan: 1); Beyrût 1993

4- Serhildana Sasonê: 1925-1936; Şam 1995

5- Şagirtê Bedir-Xan im (helbestên zarokan: 2); Beyrût 1996

6- Osman Sebrî: 1905-1993; Şam 1997

7- Xwedî û Berpirsiyarê kovara (Gurzek Gul) di navbera salên 1989-1992

8- Her weha xwediyê stoneke rojnemevanî bû bi navê (Hindik Rindik) di heft nameya de li Duhokê û bi dehan gotar, lêkolîn, pexşan û helbest di kovar û rojnameyên Kurdistanî belav kirin.

9- Welato! Konê Reş; 1998; Beyrût, Libnan.

Jêder

1- https://ku.wikipedia.org/wiki/Konê_Reş

2- http://www.gavle.to/~zagros/dost/krwelato.htm

3- http://www.gavle.to/~zagros/dost/koneres.htm

4- http://www.kurdistanabinxete.com/Beshe_Kurdi/Koneresh/Koneresh_kiye.htm

5- https://www.facebook.com/kone.resh

Bersivekê binivîsin