Hevpeyvîn bi Husên Duzen re

Hevpeyvîn bi Husên Duzen re

Hevpeyvîn bi Husên Duzen re

     Beriya hevpeyvînê ez tenê ji bo serdanekê çûbûm mala hêja Husên. Bi mazûrvanî û mêvanperweriya wî û malbata wî re, em bûbûn mêvanê bajarê Hambûrgê. Di dema Noelê de, almanî weke ku stêrka ji ezmana daxînîn û bi kolan û avahiyê xwe ve bikin. Heta meriv dikare vê cejnê bike cejna çirûsk û ronahiyê. Di sohbeta bi kekê Husên re, min dît û meriv çiqasî ji welatê xwe û hezkiriyê xwe dûr be, ewqas ew di dil û hundurê meriv de ne. Lewma jî ew bi her ketin û rabûnê re, ketî û rabûye, di aso û giyanê xwe de. Min pêşniyara hevpevînê lê kir û wî jî pejirand û ez vê hevpeyvîna dawiya salê diyarî we xoşewîtan dikim. Bi hêviya hûn jî jê sûd wergirin, sersal û sala nû li herkesê vê hevpevînê bixwîne pîroz be.

10735794_874923295865510_664246361_n
Newaf Mîro & Husên Duzen

Ez xwe şa hisdikim, ku yek ji kedkar û evîndarê peyva kurd û kurmancî Husên Duzen re vê hevpeyvînê bikim. Tevî ku ew ji aliyê xwîneran ve baş tête zanîn jî. Lê emê bi aliyê wî yê nayên zanîn re mijûl bibin û li ser wî aliyê ku ew kiriye ew û wî bi me re dike yek, pêre jî hişmendiya me dewlemendtir dike rawestin. Her çend berhemê wî yên ne weşandî hebin jî, wî pirtûkên ji ziman û wêjeya xelkê din kiriye babetek ji yê civak û zanîna me. Her weha ew yek kese ku ez di nava kurda de cara yekem pêrgî têm, di temenê nêzîkî pêncî salî de dest ji xwendinê bernedaye û îsal dîploma xwe ya Bijîjkiyê wergirtiye. Ezê rasterast derbasî pirsên xwe bibim.

-Kekê Husên, ez dikarim êdî ji te re bêjim Doktor?

Husên Duzen: Belê, bi wateya bijîșk, erê. Min berî bi ҫend hefteyan azmûna dawî da û fakûlteya bijîșkiyê bi dawî anî. Ez hêvîdar im ku di demeke nêz de ez dest bi karê bijîșkiyê bikim.

– Di kîjan beşê de? 

Husên Duzen: Ez psîkîyatriyê dixwazim. Ger li hev bê, berî wê ez dixwazim demekê jî di beșa neurolojiyê de kar bikim; herdu beș hev temam dikin û ez ji herduyan jî hez dikim.

– Ez dixwazim te di vî temenê ne kal û ne jî zêde ciwan de pîroz bikim. Û ew vîna te ya ku bi qasî motorekê kêrhatî binasim?

Husên Duzen: Spas, ez mereqa te ya ji bo vî beșê jiyana min zehf bilind dinirxînim. Çîrokeke dirêj e, pêwendiya min a bi tipê re. Dema ez hatim Almanyayê xwendevanên ji Tirkiyê dihatin nikarîbûn di zanîngehên Almanyayê de bixwînin, ger wan berê li Tirkiyê dest bi wî beșê ku dixwestin bixwînin nekiribana. Ez neҫar mam ku ez bidim ser riyeke dirêj: Min beșê aboriyê xwend, ji ber ku wan bi azmûnê xwendevan werdigirtin, ne merc bû ku mirov berê li Tirkiyê dest bi xwendina wî beșî kiriba. Piștre jî wek fakulteya duyemîn min karîbû bijișkî bixwenda. Wek ku tu dizanî, min berî bi gelek salan dest bi fakulteya tipê, bijișkiyê li Frankfurtê kiribû, ew gihandibû beșê dawî û ji ber hin sedemên șexsî û malbatî ew danîbû aliyekî. Piștî min dît,  gelek heval û dost her pirsa wê quncika jiyana min dikin û min piștî gelek salan jî nikaribû bi tevahî dev jê berda, min biryara qedandina wê da. Ez van ҫend mehên dawiyê lê hûr bûm û min azmûna herî dawî da. Azmûneke ne hêsan bû; sê rojan li ser hev bi sedan pirsyaran ji tevahiya bijișkiyê dipirsin. Her hal bi min re ҫû serî û tu niha bi Husênê bijîșk re diaxivî (dikene).

12467726_1114336715257499_301507101_n (1)
Salên Dibistana Navîn

Husên Duzen kî ye?

Husên Duzen: Xwezî min zanîba. Belkî mirov bi kurtahî dikare bibêje: Zilamekî ji welat û hezkiriyên xwe dûrketî ku mereqeke wî yî mezin ji bo zanînê heye.

Berhemên wî?

Husên Duzen: Heta niha karê min werger bû. Hin berhemên wêjeyî jî min ji almanî wergerandine kurdî û yên kurdî jî wergerandine almanî. Buhara îsal du roman bi wergera min derketin: Hîoba Joseph Roth û Li Welatê Sînoran a Sherko Fetah. Herdu jî ji almanî hatine wergerandin. Her weha min Siya Evînê romana Mehmed Uzun jî wergerandiye ser alamanî û antolojiyeke kurteҫirokên kurdan ber hev kiriye û wergera ҫend heban ji wan pêk aniye. Ev ên herî giring in.

12459021_1114230831934754_1559803898_o
Wek wergêr di konferanseke navnetewî de bi mudurê giştî yê Montblanc re

Temenê xwendinê çiqase li gorî nêrîna te?

Husên Duzen: Temenê xwendinê tune ye. Mirov kengî dixwîne? Ger mirov tiștinan mereq bike, mereq jî ajoyek e, instinctek e ku her bi mirov re ye. Ev ji bo xwendina pirtûkan jî ji bo ya bi wateya tahsîlê jî wisa ye. Bi demê re dikare riyên ku dibin xwendinê bên guhertin. Di temenê ciwan de zûtir hin tiș tên fam kirin, lê zûtir jî tên ji bîr kirin. Xwendina ku demeke dirêj digre, ji bo demeke dirêj jî di hișmendiya mirov de dimîne. Li welatê me mirov xwe zû kal an pîr in hest dikin; gelek kesên di temenê min de êdî xwe li pîritiyê/kalitiyê radikșînin. Ne ku kal in an pîr in, ew li xwe wisa dikin. Xwe di temenekî bi azmûn î herî berhemdar de li jiyanê sist dikin.

12468095_1114318451925992_1392700829_n
Bi Ismail Besikci re li Auschwitz

Pêrgî hatina peyva kurdî kengê bû?

Husên Duzen: Ez bawer im, di zikê diya xwe de, min cara pêșî peyva kurdî bihîstiye. Piștre jî li derdora ez lê mezin bûme ji gelek kesan. Min cara pêșî di salên navenda 1970yî de ALFABEya M. Emîn Bozarslan di destê hevalekî xwe yî dibistanê de dît. Hîngê min li Amedê lîse dixwend. Baș tê bîra min dibistana me li deriyê ҫiyê, ne dûrî fakulteya tipê ya hîngê bû. Rojekê ez û xwendevanekî ji Nisêbînê, Osman Doganê ku hîngê tip dixwend, ҫûn kutûpxaneya zanîngeha wî. Li devê derî zilamekî bejindirêj î li hevhatî pêrgî me hat. Destê xwe avêt pirtûka bi Osman re û rûpelên wê qulaptin ser hev. Ji nișkê ve min dît wî zilamî bi dengê bilind ji du hevalên xwe re got hûn zanin ev ҫi ye, ev yek ji klasîkên edebiyata dunyayê ye. Him ew atmosfêra ku ez wek șagirtê lîsayê ҫûbûm kutupxaneya zaningeha tipê, him bejna wî zilamê ciwan î bi simbêl ku bi dengê bilind-bêyî ku ji derdorê bitirse- bahsa berhemeke kurdî dikir, ez zehf șanaz kirim. Cara pêșî bû ku ez bi hebûna pirtûkeke kurdî wisa dilșad dibûm. Ew pirtûk Mem û Zîna Ehmedê Xanî bû.

12468073_1114320358592468_1246209039_n
    Ligel Hozan Brader

Serboriya te bi nivîsê, rûdanên wêjeyî, polîtîk û civakî li Ewropa?

Husên Duzen: Dema ez dawiya 1979an hatim Almanyayê, yekser min dest bi fêrbûna almanî kir. Heta ku min li dibistaneke zimên ji xwe re cîh dît, ez li malê, xwebixwe fêrî almanî dibûm. Di ber re jî ez fêrî xwedin û nivîsandina kurdî bûm. Qirdê min ҫê bû ku xwendekarekî Afrînî yê zanîngehê li bajarokê ez lê bûm, Bingen am Rein, dima û hin pirtûkên kurdî li ba wî hebûn. Hinek ji wan wek diyarî hinek jî bi deyn dan min. Wek mînak min kovara Çiya ya rahmetiyê Hemreș Reșo ya di salên 1960 de derxistibû û piștre jî hemû hejmarên wê kiribûn cildek. Her weha min cara pêșîn „Hewara Hemreș Reșo“ li ba wî xwendekarê bi navê Cewdet Qedor dît, ku ji hejmarên 24-57 ên Hawara Celadet Bedirxan pêk dihat. Ez bi șev û roj li gel fêrbûna almanî bi wan pirtûkan mijûl dibûm.

Hîngê Kendal Nezan û ҫend kesên din kovarek bi navê Azadî li Parîsê derdixistin, min bi nameyekê ji wan xwest ku „Azadiyê“ û ji bo fêrbûna nivîskî ҫi hebe ji min re bișînin; ciwamêran tavilê hemû hejmarên Azadiyê yên heta hîngê derҫûbûn ji min re șandin. Hîngê Mehmed Uzun li Stockholmê rojnameyeke bi navê Azadiya Kurdistan derdixist, hin hejmarê wê ji min re șandin, hin nivîsên wê jî bi kurdî bûn.

12463804_1114321528592351_2102086090_n
            Kurdistan tv li gel Hêvîdar Zana

Di vê navberê de pirtûkin bi kurdî ji Swêdê jî ketin destê min. Piștî demekê min dest pê kir û rojnivîska xwe bi kurdî nivîsand. Heta hîngê min bi tirkî dinivîsand. Ji ber min her roj dinivîsand û di wan rojên biyaniyê yî destpêkêkê gelek tiștên ku mirov binivîsandana hebûn, her ç3u ez li nivîsandina kurdî vebûm. Ji ber ku Mehmed Uzun hîngê bi șêweyekî aktiv ji bo Ala Rizgarî kar dikir û tu nêta min tunebû ez vegerim di wê komê de karê siyasî bikim, ҫend salekî peywendiyên min û rahmetî ji hev qut bûn heta dawiya salên 1980yî.

Piștî bi salan min û rahmetiyê Mehmed Uzun 1989an dîsa hev dît. Di wê navberê de, ew jî ji siyasetê bi dûr ketibû û xwe dabû nivîskariyê. Bi xanima xwe Zozan re hat Hamburgê serdana min, bi xwe re romana Siya Evînê ku nû derketibû anîbû. Rahmetî heftiyekê li ba min ma û min di wan rojan de Siya Evînê dixwend û ez bi wî re li ser bi romanê diaxivîm. Bi vî șêweyî ez ketim nav atmosfora kurdiya nivîskî.

12465085_1114217271936110_1411229515_o
Êvareke taybet bi Mehmed Uzun re tev malî û hevalan

Pirtûka kurteҫîrokan a Esma Ocak, Berdêl, bi Zozan re bû. Min heta hîngê navê Esma Ocak nas nedikir. Rehmetiyê Mehmed Uzun û Zozan Xan ewqas persnê ҫîrokên Esma Ocak dan ku min jî wan rojan ҫend ҫîrok ji Berdelê xwendin. Min jî ji wan hez kir, rahmetiyê Mehmed tika ji min kir ku ez ҫîrokekê ji wan wergerînim ser kurdiyê ji bo ku di Antolojiya Edebiyata Kurdî de biweșîne. Ev bû yekemîn ezmûna min î wergera wêjeyî. Ew ҫîroka bi navê Nameya Ku Hate Gund 1995an di Antolojiya Edebiyata Kurdî de li Stenbolê weșiya.

Li gorî nêrîna cenabê te kurdan xwe kirine hêzeke civakî û sivîl li ewropa?

Husên Duzen: Mixabin, hîn gelek kar li ber wan heye. Li Almanyayê hîn nûnertiyeke wan tune ye. Rêxistinên ku hene jî yên partiyên siyasî ne û giraniya xebata wan ji bo tekoșîna partiya wan î li welêt e. Piraniya kurdên Almanyayê ji karkerên mêvan pêk tê, piștî 12ê Îlona 1980yî jî gelek kurd ji ber juntaya leșkerî ji Bakur hatin li Almanyayê bi cîh bûn. Ji ber ku xwende di nav van herdu koman de jî kêm bûn, wan pêwîra xwe di pișgiriya partiyên siyasî de dîtin. Ji ber ku ew partî jî bi tevahî ji tevgera qominîst dihatin, ne xwedî șiyaneke wisa bûn ku karibin li Ewropayê karê siyasî bikin. Niha nifșê duyemîn gihîșt, heta radeyekê jî yê sêyemîn. Nifșê ciwan dixwînin, dibin xwedî pîșe, mixabin piraniya wan ji zimanê kurdî dûr in, lema di ser wan re jî komeke kurdan î ku li Almanyayê xwedî bandor be pêk nayê. Hewldanin hene, wek „Civaka Kurd Li Almanya“, lê ew bi xwe hîn civînên xwe bi kurdî nakin, serokê wê jî bi kurdî nizane, li gel ku gelek kesên dilsoz tê de dixebitin û xwedî vîzyonekê ne jî. Ez bêtir bahsa Almanyayê dikim, li gelek welatên Ewropayê jî kêmzêde rewș ev e. Bi qasî ez dibînim ew rewșa ku di salên 1980yî û 1990î de li Swêdê bi erênî rûda jî her ҫû lewaz bû.

Grîngiya kurdên ewropa û yên din di dîroka siyasî û wejeyî de çi ye?

Husên Duzen: Tê gotin ku wêjeya kurdî wêjeyeke surgûnê ye. Ev heta radeyekê jî rast e, lê ji bo geșbûna wêjeyeke hemdem têrê nake. Mînaka herî baș di salên 1980/1990î de li Swêdê pêk hat. Nifșê ku ji hoyên junta leșkerî ya îlona 1980yî derket derveyî welat û gelek kesên ku heta hîngê bi siyasetê ve mijûl bûn, giraniya xwe dan ser nivîsandina kurdî. Kesên mîna Hesenê Metê, Mehmed Uzun, Silêman Demir û hwd. hin berhemên balkêș jî afirandin. Mixabin vê kevneșopiya ku wek ekola Swêdê dihat bi nav kirin piștî mirina Mehmed Uzun û ҫêbûna derfetên ku kurdên exîlê biҫin Tirkiyê û pê ve, giraniya xwe ya di tevgera wêjeya kurdî de wenda kir.

12434570_1121738824516562_390522393_n

Bi qasî ez dibînim ne tevgereke wêjeyî ku hêviyê bide min xuya dike, li Ewropayê, ne jî di warê siyasetê de kiryarin xwedî bandor xuya ne. Herdu jî li welêt xwedî rojeveke germ in. Ez hêvîdikim ku karibin bi karê ku ji wan tê xwestin rabin.

Kesên mîna Jan Dost û Bextiyar Elî jî ku nivîskarên biserketî ne û berhemên wan li welêt baș tên belav kirin jî li Almanyayê dijîn, lê bi hizrên xwe li welêt in. Heman tișt ji bo te, Helîm Yûsiv û nivîskarin din jî dikare bê gotin; li gel salên dirêj î li surgûnê yan biyaniyê jî bebeta van nivîskaran her jiyana welêt e.

Di çapemnîya kurdî de her qala Hawar û Kurdistana Bedirxaniya dibe, çima qala berhemên kurdî û xebata wêjeyî û nîvîsî ya li ewropa kêm dibe?

Husên Duzen: Li Ewropayê û bi taybetî jî li Swêdê gelek xebatên ji bo peyva kurdî bibe peyveke nivîskî bûne. Gelek caran bahsa van xebatan bûye. Wek mînak ji bo ku giraniya van karan bilind bê nirxandin têgeha „Ekola Swêdê“ ket zimanê kurdî. Ez bi xwe li gel wergerên ku min ji almanî wergerandine kurdî, ez ji bo derketin û belavkirina kovara Nûdemê bûm alîkar, bêtir di hejmarên destpêkê de nivîsên min jî derdiketin. Ne tenê di Nûdemê de, belku di ҫend kovar û malperên înternetê de jî gotarên min derketine. Em bên ser babeta ku seba ҫi kurd her bahsa Hewarê û rojnameya Kurdistanê dikin. Herdu bi rastî jî di dîroka wêjeya kurdî de xwedî cihekî taybet in. Ez ji pirsyara te hest dikim ku tu dixwazî bibêjî ku ji bi qasî pêwist e bêtir ev xebatên berê tên pêșkêșkirin bêyî ku xebatên nû yên li sirgûnê bêne dîtin. Belê, ev jî rast e. Ku tiștik dikeve devê me zû bi zû hew jê derdikeve. Van salên dawî gelek berhemên balkêș li Bakur derketin, gelek pênûsên ku têra xwe xwedî îdîa ne derketin, lê belê hîn jî dema ku gotin tê ser wêjeya kurdî yî hevdem navê ҫend nivîskarên li Swêdê tên gotin; gelek caran navên kesên ku bi rastî jî wateya xwe wenda kirine û bi dirêjahiya salan diyar bû ku dê tu berhemên mayinde li dû xwe nehêlin jî.

10608836_1114238158600688_1864515727_n (1)
                     Ligel zarokên xwe

Weke em dizanin wêşanên kurdî û kurmancî bi girseyî li tawargehê, ango li sirgûnê derçûne, çima kêm dokûmentasiyon li ser kurdên ewropa û saziyên li ewropa dibe?

Husên Duzen: Pirsyareke zehf girîng e. Ger bi wateya cenabê te dibêje xebatên li surgûnê bihatana nirxandin, komkirin, dokûmentekirin hîngê emê bêtir li ser wêjeya surgûnê jî agahdarbana. Wek mîna li Alamyayê kesên wek te, Jan Dost, Helîm Yûsiv hene û em we ji romanên we nas dikin. Gelekin din jî hene ku xebatin balkêș kirine, lê belê agahdariyên raya giștî derbarê van xebatan kêm in. Tiștê tu bahs dikî karê dezgehan e, karê projeyan e. Niha li ser Axa Azad șerekî giran heye, devê min nagere ku di vê rewșê de ez ji wan gelek tiștan bipêm, lê belê navnișana karekî wisa wir e. Divê butҫeyek ji karekî wisa re bê veqetandin û li ser vê babetê xebat bibe.

Kurd û rexne ji hev re çi dibêjin? 

Husên Duzen: Gelek caran di ber hev re derbas dibin. Carina jî kumҫika serê hev sor dikin. Kesayetiya gelek mirovên ji welatên bi paș de mayî, bi taybetî ya welatên mêtingeh, kesayetiyeke perҫebûyî ye, kesayetiyeke lawaz e. Kesayetiyeke wisa li gor rewșa welêt têșe digre; ji bo ku karibe xwe biparêze serî li narsîzmê dide. Narsîzim, ji xwe hezkirin e, lê bi șêweyekî ne xwezayî. Kesayetiyên narsîst tu carî ji rexneyê hez nakin. Tu bi peyvekê jî berhemeke wan an siyaseta wan rexne bikî, dinya wan tev li hev dibe, kirasê xwe diqetînin. Dikevin rewșeke derûnî, ji wan heye ku kesê rexnegir neyarê wan î yekemîn e, li wê gorê li dijî wî helwestê distînin. Ev yek ne tenê li ba nivîskaran wisa ye, her wiha li ba siyasetmedaran jî ev wisa ye.

12468192_1114233271934510_1106017060_n (1)
               Ligel mamoste Eskerê Boyîk

Bi qasî ez dizanim partiyeke siyasî yî kurdan ku destê wê neketiye xwîna hevalên wê yî ku piștî demekê jê vediqetin tune ye. Bêguman partiyên mezin ev yek bêtir kirine. Heman tișt di jiyana wêjeyê de jî pêk tê. Gelek rexne ji bo xatirê dostanî û hevaltiyê tên nivîsandin. Gelek ji wan jî ji ber sedemên cûda destruktiv, xerabkar in. Li gel van herdu cûreyên rexneyê, her ҫû rexneyên bi armanceke erênî jî derketin. Mixabin, ji ber ku nivîskar vê nêta li pișt rexneyên wisa nabînin, wan wek neyartiyeke li dijî xwe hest dikin, ev rexne jî nikarin bighêjin armanca xwe. Li welatên ku rexnegîr bi keviran ji gund tên qewirandin, ne derfeta wêjeyeke bi serketî ne jî ya siyaseteke bi serketî pêk tê.

Bi çend peyva be jî, grîngî û bîranînek ji TV Kurd 1 û bernama VEGOTIN?

Husên Duzen: Sersala 2009an du televizyonan dest bi weșanê kirin, yek jê TRT6 (niha TRT Kurdî) bû ya din jî Kurd1 bû. Vegotin, programeke wêjeyî-ҫandi bû. Min ew program amade dikir û li ser Kurd1ê pêșkêș dikir. Li ser hev 36 program hatin weșandin. Mêvanên Vegotinê nivîskar û kesên jiyana ҫandî yî bijarte bûn. Di dema ku program diweșiya de gelek name û telefonên ku program diecibandin ji min re dihatin. Vegotin yek ji wan programên ku dereng dest bi weșanê kir û zû hat rawestandin bû. Piștî hat rawestandin gelek kesan ji min re nameyên hestiyar șandin, mixabin tenê bi taybetî ji min re hestên xwe yî nerazîbûnê yên li dijî rawestandina vegotinê gotin, ne li pêșberî raya giștî.

Gelo sedema ku Vegotin berî programên din hat rawestandin ҫi bû?

Husên Duzen: Ez jî nizanim. Pêșî gotin, emê ji bo demekê rawestînin. Piștre jî qet li min negeriyan û tu tișt li ser ҫarenûsa Vegotinê ji min re negotin, heta piștî ҫend mehan tevahiya weșana Kurd1ê hat rawestandin.

Nexwe tu sedemê rawestandina Kurd1ê jî nizanî.

Husên Duzen: Na, ez bi esehî nizanim, lê bi qasî min bihîst, ji ber tunebûna derfetên diravî bû. Beri bê girtin carekê li Parîsê Kendal Nezan got ku Yekitya Ewropayê, piștî TRT6 sozên ku ji bo Kurd1ê dabû yan nanîn cîh an jî alîkarî kêm kirin. Gotibûn berê tu derfet tunebûn ku kurd televizyonan vekin, lê wa dewleta tirkî bi xwe jî programeke kurdî pêskêș dike û gelek kurd jî jê re dibin alîkar, pêdiviya televizyoneke mîna Kurd1ê namaye.

Berî TRT6 û Kurd1 dest bi weșanê bikin, gelek gotûbêj di nav kurdan de pêk hatin. Mixabin bi qasî ku kurd xwedî li TRT6 derketin, li Kurd1ê derneketin. Min di gelek civîn û hevpeyvînan de got, ger hûn wisa xwedî li televizyona dewletê derkevin, hûnê bi vê helwestê bibin sedemê lawazbûna derfetên Kurdan. Kesekî li min guhdarî nekir û dawî wek min derket. Kurd1 neҫar ma ku weșana xwe rawestîne û TRT6-wek TRT Kurdî- weșana xwe dom dike bêyî ku bi șêweyekî fermî wek televizyona kurdî hatibe pejirandin jî; her roj bi șirûda tirkan î netewî dest bi weșanê dike û di nûҫeyên wê de qurbaniyên kurd her wek terorîst tên bi nav kirin.

12458607_1114238268600677_531057315_o
                              Ligel Helîm Yûsif

Kurd1 jî û Vegotin jî zehf girîng bûn. Hêviya televizyoneke ser bixwe dida mirov. Mixabin kurd lê xwedî derneketin. Li ser programa Vegotinê, ez naxwazim tiștekî bibêjim. Bila kesin din bibêjin. Gelek epîzodên ku ez dikarim bahs bikim hene. Ji bo xatirê te ezê bi kurtahî bahsa tomarkirina bernameya bi Sidqî Hirorî re bikim.

Roja wê bernameyê ez ber êvarkî bi balafirê ҫûm Stockholmê. Kek Sidqî bi xwe hat pêșya min, em bi hev re ҫûn Studyoya Kurd1ê. Kesekî li wir kar dikir. Hem kameraman bû, hem redaktor bû, hem jî dekorator bû. Her ku ez diҫûm wî, gazinin ji Kurd1ê dikir mîna ku wî bi kotekê û belaș bixebitîne. Her carê civanekî wî li devereke din jî hebû ya divê me ecele bikra berî dema plankirî dest bi tomarkirinê bikra yan jî divê me bi ecele zû dawî li karê xwe banya ji bo ku Tariq bighîșta civanê xwe yî din. Berî ez dest bi programa Hirorî bikim, min tika kir ku piyaleke av deyne ser masê. Tariq got av tune ye. Min got ji piyalek ava muslixê bîne, got piyal tune ye, min got di fincaneke kahwê de hinek av bîne gewriya me zuwa bûye. Tariq got fincan jî tune ye. Em neҫar man ku ez û kek Sidqî 55 xulekan tî sohbet bikin. Ew sohbet di YouTube de heye.

Te hinekî bahsa nemir Mehmed Uzun kir, min dixwest tu hinekî din bahsa wî bikî. Tu dikarî bahsa hevaltiya we û tiştên ku we dixwestin bi hev re pêkbînin bikî?

Husên Duzen: Hevaltiyeke min û rahmetî ya bi dirêjahiya salan hebû. Di navenda salên 1970yî de min ew li Enqerê nas kir. Hîngê weșanxaneya Komal nû dest bi karê xwe kiribû. Kesên mîna Îsmail Beșikҫi, Mumtaz Kotan, Orhan Kotan û Îbrahîm Güҫlü dihatin Komalê. Rojekê ez derbasî odeyeke Komalê bûm min dît ku zilamekî ciwan î bejinzirav li wir rûniștiye, ger ez ne șaș bim pirtûkek Kamiran Alî Bedirxan di destê wî de bû. Min pirtûk mereq kir û min dît ku bi kurdî ye.

Ew zilam rehmetiyê Mehmed Uzun bû. Ew jî teze ji hebsê derketibû û bi koma komalê re kar dikir. Wan rojan wê komê amadekariya derxistina kovara Rizgarî dikir. Ez wê rojê kêliyekê li nik Mehmed Uzun rûniștim, wî ji min re bahsa kovara ku dixwestin derxin û giringiya zimanê kurdî kir.

Ji min re got ew li ser dixebite ku beșekî ji kovarê bi kurdî derxînin, lema ew niha li ser wê pirtûka Kamiran Alî Bedirxan kar dike. Ji hîngê ve hevaltiya me dest pêk kir. Bi rehmetî re jî narzîzim hebû. Ji ber ku, di karê xwe de û bi danîna peywendiyên de serkeftî bû, narzîzma wî zehf nedibû pirsgirêk.

Gava qala nemir Mehmed Uzun dibe herî zêde çi tê bîra te?

Husên Duzen: Șiyana wî yî ku tiștên giring û yên negiring ji hev derdixist, hevaltiya bi wî re ku piștî dehên salan jî nediҫelmisî, wêrektiya wî ya sivîl a di dan û stendina bi derdorê re û mereqa wî ya kûr ji bo xwendinê.

Berhema herî zêde bi bandor di jiyan te de? 

Husên Duzen: Romana Herman Hesse, Gurê Qelaҫan û Labirinta Cinan a Hesenê Metê.

Navbêna te û siyasetê çawa ye? Xelkê ewropayî hema hema qet qala siyasetê nakin, lê kurd di şîn û şahiya de jî, aliyê siyaseta ref girtinê ne. Bi çavekî din meriv çawa dikare şîrove bike?

Husên Duzen: Ez ne di nav siyasetê de me. Bi șêweyekî tevahî bala min dikșîne bê li derdora min ҫi rû dide. Di van salên li biyaniyê ez gelek caran bi șêweyekî aktif beșdarî xebatên piştgiriyê bûme, lê ji min nayê ku ez rasterast beşdarê siyasetê bibim. Di salên 1970yî de ez di nav tevgera ciwanan de aktif bûm. Ez alîgirê koma Rizgarî bûm. 1978an ez ji wan qetiyam, ji hîngê ve ez ne di nav siyaseta aktif de me, lê ez ne bê helwest û alî me.

Te êzîdî kengê naskirin?

Husên Duzen: Cara pêșî ez wek zarokekî neh deh salî pêrgî jineke ciwan î ji malbateke êzîdî bûm. Zilamekî ji gundekî cîran ew bi zorê ji binxetê revandibû. Ji ber ku ew zilam bi xwe qaҫaxҫî bû, keҫik revandibû û bi hêsanî di ser sînorê mayinkirî re anîbû, lema derfeta dê û bavê keҫikê tunebû ku bidin dû wan. Birayê min î mezin ez bi suxreyekê șandibûm wê malê. Ew jina esilêzîdî wek bûka malê nan û xwarin da min. Ez bi hestên xwe yî zarokiyê di bin bandora henûnî û mêvanheziya wê de mam. Hin gundiyên rûniștî bahsa ҫêyî û henûniya wê kirin. Yekî ji wan got, li gel ku keҫeke șerqî ye jî ji me musulmanan baștir e.

12467789_1114238698600634_1286512376_n

Hîngê ez fêr bûm ku ew ji malbateke êzîdî ye. Ger ez ne șaș bim cara pêșîn min li wir peyva „êzîdî“ bihîst. Jê pê ve her ku bahsa êzîdiyan dibû, min guhdarî dikir bê ҫi li ser wan tê gotin. Gelek caran min ji cîran û maliyan dibhîst ku êzîdî qemarî ne, min ji wan bawer nedikir, ji ber bahsa wan û kincên wan î spî jî dibû. Min di dilê xwe de digot, ger gemarî bana dê kincên wan ne spî bûya. Sal derbas bûn ez hatim Almanyayê û bûm wergêrê dadgehan. Hîngê, di navenda salên 1980yî de gelek êzîdî ji Bakurê Kurdistanê koҫ kirin hatin li Almanyayê, li bajarokê Cellê bi cîh bûn.

12435933_1114238608600643_1100233310_n (1)

Hîngê dadgeha îdareyê ya Stade li doza wan êzîdiyên Celle ya ji bo mafê penaberiyê dinerî. Ez wek wergêr ketim doza bi sedan êzîdiyan û min li bi sedan serpêhatiyên jiyana wan guhdarî kir. Gelek caran ji bo wan dozan, pispor dihatin, bahsa êzîdatiyê dikirin. Wan dozên dadgeha Stade ji min re bûn alîkar ku ez gelek agahdariyan li ser êzîdiyan û êzîdatiyê bidest bixim. Her weha ez di wan dozan de di bin bandora henûnî û dilsoziya bi sedan mirovên êzîdî de mam. Min ji mirovên ku li welêt derew li ser wan belav dikirin, tadayî li wan dikirin bêtir nefret kir.

Ji bo te hebûna êzîdiya di dîrok û wêjeya kurd û kurmancî de çi ye? 

Husên Duzen: Êzîdatî, kakilê kurdayetiyê ye. Êzîdî, bi Xwedê re jî tenê bi kurdî diaxivin. Duayên wan, qewlên wan xurû bi kurdî ne. Ev kevneșopiya olî û ҫandî derfetên mezin dide ziman û wêjeya kurdî.

Ji bo te Felsefe çi ye? 

Husên Duzen: Dayika tevahiya zanistan e, felsefe.

Evîn çiye?

Husên Duzen: Șiyaneke jiyîna azadiyê, hestkirina bihevbaweriyê ye.

Bajarê tu dixwazî lê bijî?

Husên Duzen: Amed.

Strana herî zêde ku tu jê hez dikî?

Husên Duzen: Bavê seyrê, û ne biqasî wê be jî “Gracias a la vida”ya Merseden Sosa.

Navê keç û kura yê tu jê hez dikî?

Husên Duzen: Du keҫ û kurekî min hene, ez ji hersiyan jî hez dikim. Navên wan: Evin, Roger û Mîra.

Pirsa te dixwest, were kirin? 

Husên Duzen: Tu bawer dikî ku derdora te ji gotinên te fam dike?

–  Bersiv? 

Husên Duzen: Kêm caran. 

– Tiştekî herî dawî ku tu bibêjî? 

Husên Duzen: Spas ji bo vê rêwîtiya ku te ez birim rojên berê. Ez dixwazim bi vê riyê sersala tevahiya dost, heval û maliyan pîroz bikim. Bi hêviya ku 2016 li ser Axa Azad serxwebûnê bi xwe re bîne, li parҫeyên dîn î Welêt jî kurd karibin mafinan bi dest bixin û aşitiyeke mayinde bê şûna şer û qiriktaliya heyî.

– Ez li ser navê malpera Felsefevan malavahiya te dikim. Destxweşî û hêviya gelek berhem û rojên serkeftî û şa ji te niyaz dikim.

Hevpeyvîn: Newaf Mîro

newafmiro@gmx.de

15.12.2015

Çavkaniya malperê neyê nîşandan, wergirtina hevpeyvînê qedexe ye.

Bersivekê binivîsin