Hevpeyvîn bi Ali Gurdilî re

Hevpeyvîn bi Ali Gurdilî re

Felsefevan Alî Gurdilî: “Mixabin hê ferhengeka me ya felsefeyê jî tuneye”

“Heger em Zerdeşt wekî fîlozof bibînin, nexwe ew bavê piraniya fîlozofan e”

“Kurdan ramanên xwe yên felsefîk sîstematîze nekirine”

“Mirov li rojava her tişt e, lê li rojhilat per û baskên mirov hatine şikênandin!”

“Dema ku kurd bi tirkî dipeyîvin, ser û milên felsefeyê dişkênin û dikarin bikevin niqaşên ku dikare bi rojan berdewam bike. Lê heger niqaş bi kurdî be, wê demê “ewk ewkên” me dest pê dikin û “şorbenisk” jî ji niqaşê dernakeve!”

Salihê Kevirbirî 
Stenbol (Rûdaw) 

Felsefevan Alî Gurdilî, kurdekî ji Misirca (Kurtalan) Sêrtê ye. Di sala 1966’an de hatiye dinyayê. Piştî sala 1980’î tevî malbata xwe, koçî bajarê Îzmîrê kiriye. 

Gurdilî, dibistana lîseyê û zaningehê, li Îzmîrê qedandiye. Piştî ku Zaninegeha Egeyê Beşê Sosyolojiyê diqedîne; naxwaze mamostetiyê bike û demekê karê bazirganiyê dike. Piraniya gotar, nivîsar û analîzên wî li ser felsefeyê ne û ew van nivîsaran bi zimanê kurdî dinivîse û diweşîne. 

Heta niha du pirtûkên Gurdilî hatine çapkirin: 

‘Dengê Felsefeyê’ û ‘Rewîtiyek Zanistî’. 

Her du pirtûk jî li Stenbolê, ji aliyê weşanxaneya Dozê ve hatine çapkirin. 

Gurdilî, vê gavê li bajarê Îzmîrê, li dersxaneyeke taybet mamostetiya beşê felsefeyê dike. Ango ew dersên felsefe, civaknasî, psîkolojî û mantiqê dide. Wî, beriya du salan malpereke bi navê felsefevan ê vekir û vê gavê tevahiya nivîsar û xebatên xwe di wê malperê de diweşîne. Weşana malpera navborî hê jî berdewam e. 

Felsefevan Alî Gurdilî zewicandî ye û bavê du zarokan e. 

Me pirsî, Alî Gurdilî li ser felsefe, kurd û felsefe û mijarên pê re têkildar bersivand… 

-Sedema ku bal û meyla te li ser felsefeyê ye çi ye?

Ali Gurdilî: Ya rast wekî hemû kurdên ku dest bi xwendin û nivîsandina bi kurdî dikin, min jî bi helbest û çîrokan dest bi kurdî kir. Min bi navê ‘Hêvî’ kurteçîrokek nivîsand. Di vê kurteçîrokê de min behsa zarokên kurd ên li kûçe û kolanan in, kir. 

Lê rojekê ez rastê pirtûkeka ku ji aliyê weşanxaneya Orfeus ve hatiye çapkirin, hatim. Navê kitêbê ‘Memê Alan’ bû û pêşgotina pirtûkê ji aliyê gorbihuşt Nureddîn Zaza ve hatibû nivîsandin. Zaza, di pêşgotina xwe ya dirêj de behsa nemir Ehmedê Xanî dikir û digot ku beriya Marks û Engels; ramana diyalektîkê, li cem Xanî hebûye. Helbet mînakên/delîlên xwe jî dida. 

Her wiha dîsa digot ku beriya Makyevellî û Thomas Hobbes, ramana/pêdiviya dewletê (dewleteka kurdan) ji aliyê nemir Xanî ve hatiye vegotin. Yekem car bi kurmancî ez rastî hevok/ramanên bi vî rengî dihatim û bi rastî, ez bi vê yekê hem kêfxweş bûm, hem jî xwemgîniyeke mezin xwe li min rapêça. 

Ji ber ku, pirtûkeke bi kurdî ku bi tevahî behsa dîrok an jî destpêka felsefeyê dikir, li cem me tunebû. 

Min ji xwe xwe re wiha got: 

“Gelo em kurd herdem çima bes bi çîrok, kurteçîrok, helbest û hwd. re mijûl in? Gelo hewcedariya me bi zanist û felsefeyê tuneye?” 

Pirsên bi vî rengî, rê li xebatên min vekirin û min dev ji kurteçîrokan berda. 

Dîsa dixwazim behsa gotareka rêzdar Felat Dilgeş bikim ku bandora wê jî li ser min heye. Min di kovara Nûdemê de gotareka wî xwend. Ez ne şaş bim, teza wî ya doktorayê bû. Gotar, bandoreka mezin li ser min hişt û wêrekiyê da min ku ez di warê felsefî û zanistî de dest bi nivîsandinê bikim. 

Heta niha du pirtûkên min hatine çapkirin: 

Ya yekem ‘Dengê Felsefeyê’ ye û ya din jî, ‘Rewîtiyek Zanistî’ ye, ku herdu jî li Stenbolê, ji aliyê weşanxaneya Dozê ve hatine çapkirin. Kurteya gotinê; di warê felsefe û zanistê de bi zimanê kurdî valahiyeke mezin hebû û bi ya min divê bêyî derengtir bibe, ev valahî bihata dagirtin… 

-Asta ilma felsefeyê li seranserê cîhanê bi çi rengî ye? Dema cenabê te ilma felsefeya rojava û rojhilat bide berhev ferq û meyliyeke çawa derdikeve holê? 

Ali Gurdilî: Di destpêkê de felsefe wekî diya/malzaroka hemû zanistan bû. Zanistên wekî esmanasî, matematîk, geometrî, fizîk û hwd. wekî şaxeka felsefeyê bûn. Mesela psîkolojî, beriya sed salan, girêdayê felsefeyê bû. Lê piştre, wek zanistekê derket holê û ji felsefeyê veqetiya. 

Ji ber vê yekê, ji felsefeyê re ‘Diya Hemû Zanistan’ tê gotin. Lê wek hûn dizanin, felsefe ne zanistek e û hebe hebe, mirov dikare bibêje ku ew hewldaneke mirovî ye, disîplînek e. Lê bi awayekî misoger, em dikarin bibêjin ku felsefe, ne zanistek e. 

Ji ber ku felsefe ne li pey encam û zagonên misoger an jî em bibêjin naguhere. 

Heger wiha bûya, felsefe jî niha bibû zanistek û zagonên xwe eşkere kiribû. Dibe ku wê demê ji holê jî rabûna?… Kê dizane?… 

Asta felsefeyê, li seranserê cîhanê cihêrengiyeke mezin nîşan dide. Çimkî her civak, xwediyê çandeke cihêreng e û bi awayekî cihêreng li felsefeyê mêze dike. Lê, dera ku mirov lê hebin, bivê-nevê wê felsefe jî li wir hebe. Yên ku ji felsefeyê re sîxef/çêran dikin jî, ew xwediyê felsefeyekê ne û di dema gotinên xwe de, ew felsefeyê dikin. 

Ango, felsefe pirs e, pirskirin e, lêgerîn û nêrîneke tevahî ye. 

Niha li Rojavayê, girîngiyeke mezin didine felsefeyê. Çimkî wan di rabirdûya xwe de feydeyên mezin ji felsefeyê wergirtin û têgihiştine wê yekê ku beyî felsefeyê, jiyan nabe. 

Xwe ji berçavkên hespan rizgar kirin. Çimkî ji bo têgihiştineka gerdûnî ya aqilane û mantiqî, wateya jiyana mirov, exlaq, siyaset û olê pêdivî bi felsefeyê heye. 

Rojavayî, xwe ji kirasên teng derxistin, li bersivên pirsên xwe geriyan û wan ev yek bi awayekî aqilane pêk anîn. Bêguman vê yekê jî, rê li ber firehbûna felsefeyê vekir. 

Emê mînakeke hêsan bidin: Mirovekî ku zikê wî birçî û westiyayî ye, hewl dide ku di destpêkê de zikê xwe têr bike. Ancax piştî têrkirina zikê birçî, ew mirov dikare li pey pirsên tevayî bibeze û bibêje ‘gelo, gerdûn hatiye afirandin, an ew bêdestpêk e?.’ 
Bawer im ku ev yek mesela rojava û rojhilat ronî dike. 

Rojavahiyan piştî ku pirsgirêkên xwe yên rojane safî kirin, xwe berdan cîhana pirsên tevahî yên nedîtbar. 

Bêguman têkiliya vê yekê bi amizgeriya pêrgalê û bi azadiya ramanê re jî heye. 

Her wiha bi pêşketina ziman re jî. Li rojhilat jî, ji bo fîlozofan babeta sereke ‘têkiliya Xwedê û mirovan’ e. Pirsên wekî ‘Em çawa dikarin bigihêjine Xwedê? Gelo em dikarin bi Xwedê bizanibin an na?’ cîhekî mezin dagirtine û fîlozof, di kirasekî bi vî rengî ê teng de asê mane. Ev yek jî bûye tesewuf. Ango, felsefeya îslamê. 

Wateya tesewufê, mistîsîzma îslamê ye… 

Dema ku felsefeya rojava wekî ava çemekî ber bi asoyên nenas ve herikiye, felsefeya îslamê di koşeyên teng de asê maye û bûye felsefeyeke qemirî û sekinî. 

Em dikarin bibêjin ku di felsefeya rojava de navend her dem mirov e (piştî felsefeya serdema navîn) lê di felsefeya îslamê de, Xwedê navenda her tiştî ye. 

Mirov li rojava her tişt e, lê li rojhilat, per û baskên mirov, hatine şikênandin. Mesele ev e… 

– Ji berê heta niha, berhemên felsefeyê ku ji hêla kurdan ve hatine nivîsandin hene gelo? Haya te ji parçeyên din ê welat heye an na? 

Ali Gurdilî: Pirsa te, dikare rê li niqaşên mezin veke. Çimkî gelek helbestvan û nivîskarên kurdan yên ku ramanên felsefîk bikar anîne, hene. Lê ne bi awayekî sîstematîk. Yanî kurdan ramanên xwe yên felsefîk sîstematîze nekirine. Vê yekê jî, rê li naskirina wan girtiye. Lê ev mijar, hêjî ne zelal e. 

Mesela heger em Zerdeşt Pêxember wekî fîlzofekî bipejirînin, emê wê demê bibêjin ku Zerdeşt ne pêxember e. Lê heger em wî wek fîlozofekî bibînin, em dikarin bibêjin ku ew bavê piraniya fîlozofan e. Lê wekî tê zanîn, li piraniya cîhanê Thales wekî “yekemîn fîlozof” tê pejirandin, ne ku Zerdeşt… 

Çimkî dema ku Thales pirsên xwe bersivandiye, xwe spartiye hêza aqil û zanayiyê û pirsa wî jî, pirsek tevahî bûye. Gotiye ku “Arkhe çî ye?” Ango, “dêmadeya hemû tiştan (hilika resen) gelo çî ye?” Çî gotiye hûn dizanin? Gotiye ku “av e.” Ava ku em vedixwin, xwe pê dişon, dar û beran av didin, ya ku dibe baran û bi ser me de dibare…

Kurd çima divê li ser felsefeyê bi zimanê kurdî binivîsin û bixwînin? Gelo tu dikarî me qane bikî?

Ali Gurdilî: Mirov bi kîjan zimanî bijîn; pirsên xwe jî bi wî zimanî dipirsin. Felsefe, di navenda jiyana me de ye, ne dûr e. Kurd, heger bi zimanê xwe bijîn, bixwînin, rabin û rûnên; bêguman wê pirsên wan jî bi kurdî bin. Lê na, heger em zimanê xwe bi tenê wekî zimanê jiyana rojane bibînin -mixabin carinan ev jî pêk nayê-, wê demê ne gengaz e ku em bi kurdî felsefe bixwînin/biafirînin. 

Felsefe, giradahî pêrgaleke azad e, girêdayî şexsên ku bi rastî jî şexs in. Bersivên felsefî, divê xwe nespêrin zanayiyên olî (dînî) û mîtolojîk. Rêzanê felsefeyê bi tenê aqil e. Xwestina zanayiyê bi serê xwe tenê, mijareka gelek girîng e bo felsefeyê/felsefevanekî û hêjahiyek e. 

Mirov divê ne ji bo armancên pratîk, divê ji bo armancên teorîk, li bersiva pirsên xwe bigerin… Zanayî, ji bo zanayiyê… Lê mixabin, ji ber ku xwendin kêm e di nav kurdan de, meyl û bala wan jî ne li ser felsefeyê ye. Kê dizane, belkî wextekî me yê vala tuneye ji bo felsefeyê?… 

Bala min kişand, kurdînûs hema bêje li ser her tiştî dinivîsin. Ez nivîskarên kurd dinasim ku “Li ser kêşeyên sanayiya otomotîv û çîmentoyê!”, li ser “Hirçên Boz ên cemseran!” dinivîsin lê li ser ilma felsefeyê nanivîsin! Ji xwe hema bêje ji bilî te, ez kesekî ku li ser felsefeyê dinivîse, nas nakim. Ez şaş im gelo? 

Ali Gurdilî: Helbet mafê te heye Salihcan, kesên tu behsa wan dikî, mixabin ji tiliyekî destan kêmtir in. Gelek nivîskarên me yên hêja hene ku di xebatên xwe de felsefeyên cihêreng bikar tînin. Lê pirî caran, ev yek nayê têgihiştin. Lê heger tu bibêjî ku wekî xebata sereke ku daye pêşiya xwe, ji bilî min jî çend mirovên hêja hene ku ez dizanim meyl û bala wan jî li ser felsefeyê ye. Wekî Mihemed Ronahî, Abdulkadîr Gok û çend mirovên din ên hêja. Ez dibêjim ku wê ev wêrekiya wan, feydeyeka mezin bide yên li duv xwe. 

Ji ber gelek sedeman ez dizanim ku min xwe xistiye bin barekî giran. Lê ez dîsa dizanim ku ez ne bi tenê me û hêzeke mezin li cem min heye ku dixwazim xebatên xwe bidomînim. Bes bila Xwedê emir ango temen bide min… 

Ez pê dizanim ku di babeta felsefeyê de em hê di qonaxa nasandinê de ne. Mirovekî ku nizanibe felsefe çî ye û ne çî ye? Bêfeyde ye tu rabî û jêre behsa mengîwerî an jî materyalîzmê bikî. 

Mixabin hê ferhengeka me ya felsefeyê jî tuneye. 

Dema ku kurd bi tirkî dipeyîvin, ser û milên felsefeyê dişkênin û dikarin bikevin niqaşên ku dikare bi rojan berdewam bike. Lê heger niqaş bi kurdî be, wê demê “ewk ewkên” me dest pê dikin û “şorbenisk” jî ji niqaşê dernakeve. 

Çar sal in hewl didim ku bikaribim ferhengeka felsefeyê amade bikim, lê ez hê jî bi ser neketime. Ji kerema xwe li malpera felsefevan mêze bikin, li beşê ‘Pirs û Bersiv’ ê, wê hûnê çêtir têbihêjin ku ez behsa çî dikim. Di vî warî de ji me re Ristemê Zal divên! 

Di roja me de Ristem, yekîtiya hêzê bixwe ye. Ne ku yek mirovek tenê ye. Ji xwe ez behsa ‘piştgiriya xwedigiravî’ ya saziyên kurdan jî nakim?… 

– Bi ya te divê kurd, di ilmê felsefeyê de di kîjan mijarê de “sor” bibin û di vî warî de çi bixwînin? 

Ali Gurdilî: Kurd di kîjan mijarî de dixwînin bila bixwînin, heger ew bi zimanê xwe bixwînin, wê ev yek rê li pirsên wan jî veke. Bes bila bixwînin. 

Mirovê ku dixwîne, pirsên wî hene. 

“Ez kî me? Armanca jiyana min çî ye? Exlaq çî ye? Başî çî ye? Xirabî çî ye?…” 

Di pêvajoya lêgerîna bersivên xwe de, bi awayekî mitleq, wê ewê li kesayetiya xwe jî bigere. 

Wê bizanibe ku divê ew beriya her tiştî, bibe wekî xwe. Heger ew nebe wekî xwe, wê demê nikare bibe tiştekî din jî. Kesên biyaniyê wateya jiyana xwe ne, zindiyên çêkirî ne. 

Felsefe, ji tiştên resen û orjînal hez dike, ne ku ji tiştên çêkirî. 

Lê em kurd di dema xwendinê de, divê em pêşdarazên xwe ji bîr bikin, bidin aliyekî û wisa xwe nêzîkê mijarên xwe bikin. Dema ku em bersivên hemû pirsên xwe bi Xwedê ve girê bidin, nexwe em pirsên xwe çima dikin? Bêfeyde ye ev yek. Bersivên me divê ne amade bin û divê bi rêya aqil hatibin hilberandin. Tiştê ku ji me re divê ev e. Belkî jî şexsên serbixwe, şexsên ku ne di bin bandora tu îdolojiyan de ne ji civaka me re divên. 

Çand û şaristaniya kurdan hêja ye û li benda ronîkirineke aqilane ye. Hêvîdar im wek dilopekî be jî, keda min di vê yekê de hebe… 

rojnameger@hotmail.com

Çavkanî: Rûdaw- Hejmar/ Nr. 18 | 1. Mijdar/November 2009 | www.rudaw.net

Bersivekê binivîsin