Hevpeyîvîn ligel Mistefa Melikîyan

Hevpeyîvîn ligel Mistefa Melikîyan

Şaşîtîya exlaqî û hiqûqî ya dijberên perwerdehîya bi zimanê dayikê /Nêzikayîtêdaneke exlaqî ya li mafê zimanê dayikê di hevpeyîvîneke ligel Mistefa Melikîyan de -1

Mistefa Melikîyan: Gava em zimanê dayikê ji mirovan dirix dikin û wan jê bêpar dikin, li gor hemû pergalên nirxandinî em diçarî şaşitîyê dibin. Bi gotineke din, him ji hêla pergala nirxandinî a huqûqî, him ji hêla pergala nirxandinî a exlaqî, him ji hêla pergala nirxandinî a estetîkî û him jî ji hêla pergala nirxandinî a berjewendîparêz ve; ango di hemû sîstemên nirxandinîyê de me destûr nîne ku em zimanê dayikê yê kesekî/ê jê bistînin yan wî/ê di kar anîna zimanê dayikê de sînordar bikin.

Esxer Zariî Kuhenmûyî: <Gava em zimanê dayikê ji mirovan dirix dikin û wan jê bêpar dikin, li gor hemû pergalên nirxandinî em dûçarî şaşitîyê dibin.> Eve yekemîn hevoka fîlozofê exlaqê û lêkolînerê bijarte yê zanyarîyên însanî Mistefa Melikîyan e. Rave kirina mafê zimanê dayikê li gorî çar pergalên nirxandinî yên huqûqî, exlaqî, estetîkî û berjewendîparêz ji alîyê Melîkîyan ve zor girîng e. Çiko ew ji ramanwerên hejmar-hêndik e ku van her çar qadan baş dinase û ew qas ji dil e ku şurên/gotinên vala nebêje. Ew, bi anîna delîlên deqîq u misoger di her çar pergalên nirxandinîyê de dipeyîtine ku mehrûm kirina mirovan ji kar anîna zimanê dayikê, karekî ne li cî ye. Bersiva wî ya ji pirsa herî dawî re dikane bibe encama vê beşa hevpeyîvîna me ya bi Melikîyan re: <Ez pê bawerim ku bi bêpar hîştina mirovan ji perwedehîya bi zimanê dayikê re ne tenê em miletekî û gelekî ji nav dibin û nifşekî tine dikin, jê wêdetir em mirovatîyê tine dikin.>  

Çima pêwîste mirov ji bona parastin, pêşxistin, hînkirin, nivisîn û bi kar anîna <zimanê dayikê> azad bin? Pergalên huqûqî û exlaqî di vê babetê de çi dibêjin? Gava komek komake din ji kar anîna zimanê dayikê bêpar dike, gelo li gorî felsefeya huqûqê û  felsefeya exlaqê diçarî şaşitîyê bûye?

Mistefa Melikîyan: Dema em mirovan ji zimanê dayikê bêpar dihêlin, li gorî hemû pergalên nirxandinîyê em diçarî çewtîyê dibin. Bi gotineke din, him ji hêla pergala nirxandinî a huqûqî, him ji hêla pergala nirxandinî a exlaqî, him ji hêla pergala nirxandinî a estetîkî û him ji hêla pergala nirxandinî a berjewendîparêz ve; ango li gorî hemû sîstemên nirxandinîyê me destûr nîne ku em zimanê dayikê yê kesekî jê bistînin yan wî di kar anîna zimanê xwe yê dayikê de sînordar bikin. Ji hêla huqûqî ve ji bilî sînordar kirina azadîya kesên dî, tiştekî din nikane azadîya min sînordar bike. Ji alîyê huqûqî ve tu heyînek, mafdar nîne ku azadîya min mehdûd/sînordar bike  îlla dema  azadîya min ew qas pêş de biçe ku heman mafî ji yekî din bistîne; ango azadîya min, azadîya yekî din sînordar bike. Heya min azadîya tu hemwelatîyekî din sînordar nekribe, azadîya min bi tu awayî nikane were sînordar kirin. Îcar nîqaş li ser vê yekê ye; ku ez bi zimanê xwe yê dayikê diaxifim, dinivîsim û perwerdehîyê dibînim min azadîya tu kesî di axaftin, nivisîn û xwandina bi zimanê xwe yê dayikê de jê nesitandîye. Lewra çima divê destûra min tinebe ku ez bi zimanê xwe yê dayikê biaxifim û binivisîm? Hege min bi zimanê xwe yê dayikê deng bikra û binivîsya û bi vê yekê re ez bibûma asteng di axaftin û nivisîna te ya bi zimanê xwe yê dayikê de an min bi nivisîn û axaftina bi zimanê xwe yê dayikê re azadîyeke te ya ji cinsekî din ji te bistanda, hîngê mafê te hebû ku tu destûrê nedî ez bi zimanê xwe yê dayikê biaxifim u binivisîm; çimkî min azadîya hemwelatîyekî din binpê dikir; lê qet wisa nîne. Gava ez bi zimanê xwe yê dayikê diaxifim, dinivisîm û perwerdehîyê dibinîm, ez kîjan azadîyê (çi di warê azadîya te ya bikar anîna zimanê xwe yê dayikê de be û çi jî di warê azadîyên te yên din de be) ji te an ji kesekî din distênim? Nexwe, ji alîyê huqûqî ve divê ez ti caran di warê perwerde bûn, axaftin û nivisîna bi zimanê dayikê de neyêm sînordar kirin. Çimkî bi kar anîna zimanê xwe yê dayikê re min tiştek nekrîye ku azadîyek ji azadîyên civakê hatibe sitandin. Nexwe hûn çawa û li gorî kîjan esasî dixwazin bikar anîna min ya zimanê dayikê ji min bigrin?

Ma ewlehî û asayişa welêt girîng nîne? Hinek îddîa dikin ku perwerdehîya we ya bi zimanê dayikê mumkîn e ewlehîya welatê min ji nav bibe?

Mistefa Melikîyan: Ewlehîya welêt bi nirxandinîya berjewendîparêz re têkildar e ne bi nirxandinîya huqûqî re. Ku cîyê wê hat emê li ser rawestin.

Zor baş e. Nika binyanên exlaqî yên perwerdehîya bi zimanê dayikê, wek pergala nirxandinî ya diyem çawa tên rave kirin?

Mistefa Melikîyan: Di nêzikahîya exlaqî de mirov dikane azadîya hîndekarî û nivisîna bi zimanê dayikê ji çar bergehan ve hilde dest. Di qonaxa yekem de, mijar dikane bi riya îstifade kirina ji rêzika zêrîn bête îzeh kirin: Yek ji ramanên ku fîlozofên cîhanê teva, qe ne be ji hêla wê ya neyînî ve pejirandine, rêzika zêrîn e. Ev rêzik/zagon ji hêla xwe ya neyînî ve dibêje: <Bi yên din re wisa tev negere ku li kêfa te naçe yên din bi te re wisa tev bigerin.> Û bi rûçikê/rûyê xwe yê erênî jî dibêje: <Bi yên din re wisa tev bigere ku li kêfa te diçe yên din bi te re wisa tev bigerin.> Li ser rûçikê erênî  yê rêzika zêrîn kirpa min nîne lê li ser rûçikê wê yê neyînî kirpa min heye û hema hema di wî warî de tifaqek heye ango di nava teorîyên etîkê de ji sedî nêzî  99’an li ser rûçikê wê yê neyînî  xwdî nêrîneke hevpar in. Yek ji amûzeyên/doktrînên hevbeş yên exlaqî  yên ol û mezheban jî, ev rêzika zêrîn e. Yekemîn tiştê ku ji hêla exlaqî ve dixwazim bêjim eve ye: Eger tu di nava welatekî de hindikayî bûya û pêşîya bikar anîna zimanê te yê dayikê (di warê hîndekarî, nivîs u axiftinê de) bahata girtin tu yê jê razî bûya? Meselen eger zimanê te yê dayikê farisî buya û  te li Lubnanê jiyan bikra, gelo tu pê razî dibûyî ku pêşîya serbest bikar anîna zimanê te yê dayikê bigrin? Eger tu pê ne razî yî, çawa dikanî bibêjî hinek kes ji ber ku hindikahî ne û perçeyek ji piratîya civakê nînin, divê zimanê xwe yê dayikê bikar nehênin?

Di qonaxa diyem de, divê were gotin: Gewhera/cewhera exlaqê ew e ku êş û jana ku pêwîstî pê nîne em li xwe an li yekî din nekin. Bêpar kirina mirovan ji zimanê wan yê dayikê, tê wateya tehmîl kirina êş û janeke çend qatî û nepêwîst li wan. Çima ez ê rabim êş û janeke nelazim li ser kesên ku ez nahêlim bi zimanê xwe yê dayikê bipeyîvin û pê binivîsin ferz bikim an lê tehmîl bikim? Ma destûr an mafekî min yê exlaqî heye ku ez wê yekê pêk binîm?

Xala sêyem anjî  qonaxa sêyem ev e ku bikar anîna zimanê dayikê, di bin kîjan sernavî de dikane were hilanîn an bicî kirin ku ji wî sernavî re lêkera/mehmûla exlaqî ya neyînî hebe? Ferz bikin, axiftina min di bin sernavê derew kirinê de were bicî kirin, wê demê pêwîste lêkera exlaqî ya neyînî ango  <nedurust> an <nerast> lê were bar kirin. Anjî  pêwîste were gotin ku divê tu vê şurê nebêjî; çimkî ji ber derew bûna gotina te, ve şura te rezîlet e û dijî fezîletê ye. Çima? Çimkî şura te di bin sernavê derew gotinê de cî girt. Lê heger şura te di bin sernavê rast gotinê de cî bigirta, dê lêkerên exlaqî yên erênî  lê bahatana bar kirin. Heger em bixwazin lêkera exlaqî  ya erênî an ya neyînî li kirdeyekî bar bikin, pêwîste di bin sernavekî naskirî de were bicî kirin. Îcar bikar anîna zimanê dayikê, di bin kîjan sernavê naskirî  yê ku pêwîste lêkera neyînî ya exlaqî lê were bar kirin de bicî dibe?

Xala çarem jî ku di vê derfeta bisînor de ez zêde nikanim lê hûr bibim, eve ye: Tiştek heye ku jê re dibêjin <universal morality> ango zagonên exlaqî yên gerdûnî, rewiştên giştî an bi gotineke amîyane xulqîyatên cîhanşimûl. Ev exlaqa gerdûnî, darazên exlaqî yên wisa digre ber xwe ku pergala exlaqîya we çi dibe bila bibe hûn wan darazên exlaqî qebûl dikin; yanê darazên exlaqî yên gerdûnî, darazên wilo ne ku hemû sîstem û teorîyên exlaqî li ser îtifaq kirine û xwedî nêrîneke hevgirtî ne. Îcar ji hêla teorîyên exlaqî/etîkî ve; çi tu ecamparêz bî çi erkparêz, çi li pêy  fezîletparêzîyê herî çi li pêy teorîya exlaqî ya Kant biçî, çi alîgirê bîrdozîya exlaqî ya Thomas Aquinasî bî çi peyrewê teorîya exlaqî ya Arîsto bî, kîjan teorîyê diparêzî biparêze, di nava van teorî û pergalan teva de hin xalên hevbeş û hevpar hene ku tu wan ji neçarî qebûl dikî. Vêga ev darazên exlaqî çend in û hejmara wan çi qas e, karê min pê nîne. Hin kesan gotine 5 heb in, hinekan gotine 9 heb in û hinekên din jî hejmareke dî gotine. Ya girîng ev e ku di navbera hemû mektebên/dibistanên fikrî de hejmarek darazên exlaqî yên hevpar hene ku tu li ser kîjan dîn, ol, mekteb, meşreb, meram, îzm, îdeolojî, rê û resmê bî, te ev çend heb daraz jî pejirandine. Ji van darazên exlaqî yên gerdûnî yên ku hemû mekteb dipejirinin tu yek destûra vê yekê nade ku tu pêşîya bikar anîna min ya zimanê dayikê bigrî û heta berevajî vê yekê, li dijî her cure mehrûm bûna min ya ji zimanê dayikê ne.

Memoste we got ku di pergala nirxandinî ya estetîkî de jî destûra bêpar kirina mirovan ji zimanê dayikê nayê dayîn.

Mistefa Melikîyan: Dema hûn zimanên dayikê qedexe dikin an xebitandina wan sînordar dikin, hêdî hêdî ev zimanene  ber bi mirin û tinebunê ve diçin. Bi mirin û tinebuna zimên re nasnameya xwedîyê wî zimanî jî bere bere, ber bi mirin û zewalê ve diçe. Shakespeare dibêje: <Yê ku min ji pêk anîna pêdivîyên xwe bêpar dike ez ji jîyanê bêpar kirime>. Bi pêkhatina vê yekê re, ekosîstema însanî pirrengîya xwe ji dest dide. Biyolox dibêjin: Di saya pêşketinên zanyarîya biyolojîyê û bitaybet bi rêya baştir kirina nîjadî, mirov dikane çend celeb giya çê bike ku him ji hêla fêde û sûdê ve him ji hêla tamdarî û xwaşikî ve hemû xusûsîyetên ku we ji giyayan teva dixwast, di wan de hebin. Nika eger hûn bêjin ev çend cure giya, karê ew giyayên din teva pêk tênin, îcar werin em hemû giyayên din ji nav bibin û giyayên li ser tevahîya erdê vegerênin û bikin bênc  cure giya; hûn ê cîhanê bilez ber bi tinebunê ve bibin, ji ber ku jiyana heyberên lebatî  bi pirrengî û pirbuna wan ve girêdaye. Hûn her çiqas piratî û pirrengîyê û bi taybet pircuretîya/pircelebîya ekosîstemeke zîndî (însanî, heywanî û nebatî) kêmtir bikin, hûn ê wê ekosîstemê ew qasî zûtir tine bikin. Yên ku li dûyî yekreng û yekşekil kirina mirovatîyê digerin heke bixwazin mirovan ji hêla nijadî, ji hêla rengê çerm, ji hêla ol û mezhep, ji hêla çandî, ji hêla şaristanîyê, ji hêla mekteb û meslek û meşreb û îdeolojî û îzman ve, ji hêla xwe parêzkirinê/rejîma xwarinê, ji hêla terza lixwe kirina cil û bergan, ji hêla stîla avahîyê û ji hêlên din ve bixwazin wan bikin yek şekil û têxin kirasekî yekreng û qalibekî tenê, dê pirrengîya ekosîstema însanî ji nav bibin û gava pirrengîya ekosîstema însanî ji nav çû; ewil, ekosîstem bilez dikeve ber qelînê û ya diyem, xweşikî û spehîtîya xwe hinda dike. Bi gotineke din, cîhaneke ku têde şeş hezar ziman hene ji ya ku têde şeşt heb ziman hene bedewtir û xweşiktir e; û cîhaneke ku têde şest ziman hene zor zor spehîtir e ji cîhana ku têde şeş heb ziman hene. Her çi qas em pirrengîya ekosîtema însanî kêm bikin, qe nebe ji hêla estetîkî ve me ew qas li mirovatîyê xîyanet kirîye; ango me spehîtîya hawira/muhîta însanî ji nav birîye. Ferz bikin di nava me de zaraveya Yezdî an zaraveya Şîrazî û ya Lorî û hwd… tinebûya; an ferz bikin di welatê me de zimanê tirkî yê azerî yanjî zimanê kurdî tinebûya, dê ev spehîtîya ku niha heye tinebûya. Her wuha eger cil û bergên Kurdan li gel cil û bergên me Têhranîyan yek şiklî buna û cil û bergên Tirkmenan, ên Erebên Xozîstanê, ên Belûçan, ên Loran, ên eşîretan û hwd… tev mîna cil û bergên me bûna, gelo wê hawir û muhîta Îranê spehîtir bûya an zişttir? Yên ku dorhêla me ji alîyê estetîkî ve xwaşiktir dikin û tahm û lezzeta me ji hawirdorê zêdetir dikin ev rangarengîyên hane ne. Yek ji dîyardeyên ku ekosîtema însanî rengîntir û zengîntir dikin ziman e. Her ku zimanek ji nav diçe ekosîstema me ya însanî jî kêmtir û yeksantir dibe. Çolistana Îranê wê demê xwaşik e ku li kêleka wê, daristanên bakûrê jî hebin. Heger kesekî ji çolistanê pir hezkir û hat tevahîya Îranê vegerande çolistanê, wî kesî spehîtî ji me standîye. Ji ber ku tu dilketîyî çolistanê yî nabe ku tu werî  Îranê bikî çolistan. Heta heger tu evîndarê daristanên bakûrê bî jî, nabe ku tu werî  tevahîya Îranê vegerênî daristanê; ku ve yeke ne pêkan e, pêkan be jî,  ne li cî ye. Gava hûn dibêjin welatê me welatekî çar-werzî ye, ev çar-werzî bûne bi xwe li spehîtîya welatê me zêde dike. Lewra daristan li kêleka çolîstanê, ev her dû li kêleka deryayê û ev her sê li kêleka mezran û zevîyan û eve jî li kêleka zozanan û eve tev li kêleka çem û robaran bihev re hawirdorê xweşik dikin. Birastî pêwîste em zêdetir hewl bidin daku di ekosîstema însanî de hemû cure pirrengî werin parastin. Pirrengîyên ku di warên malbet, sîyaset, aborî, hîndekarî, perwerdehî, huqûq, exlaq, ol, mezheb û her wisa di warên ziman, kelepûr, kevneşopî, dab û nêrît, terza li xwe kirina kincan, merasîmên şîn û şahîyan de hene divê hemû werin parastin. Her çi qas mûzîka me pirrengîtir be, cîhana me spehîtir e. Eger dilê we kete mûzîkeke taybet û we destûr da ku ji xeynî wê, mûzîkên din tev ji holê werin rakirin we em ji xweşikîya cîhana mûzîkê bêpar kirine.

Nirxandina li gorî berjewendîyê ango nirxandina meslehetparêz ji yên din teva girîngtir e, çiko beşekî  girîng ji dijberên zimanê dayikê eger û îzehên berjewendîparêz derdixin pêş.

Mistefa Melikîyan: Nirxandina perjewendîparêz bi huqûq û exlaq û estetîkê re ti karê xwe nîne. Ligel fêdeya-buhaya emelî/pratîkî karê xwe heye. Dibêje ev karê hane serhevde fêda wî ji buhayê wî zêdetir e. Êdî vira cîyê wê yekê ye ku divê em qala fêde û buhayê bikin, behsa sermaye û sûdê derxin pêş û behsa vê yekê bikin ku ji vî karî em çi qas sûd verdigrin. Heke berjewendîparêzî wilo be, ez dibêjim ku ji hêla perspektîfa berjewendîparêz ve jî, ji ber du delîlan divê em zimanê dayîkê sinordar nekin: Delîlê yekem eve ye; eger mirovên ku li welatekî dijîn bikanibin hemû taybetmendîyên xwe yên netewî di her warî de û li her derê bi pêş bixin û bidin jiyandin, gelo dê ev mirov zêdetir daxwaza cudabûna ji welêt bikin yan ew mirovên ku li welatekî dijîn û nikanin zimanê xwe yê dayîkê jî bikar bînin? Ji nava van her du komê mirovan di kîjan komê de daxwaz û engîzeya/motîvasyona cudabûna ji welêt zêdetir tê dîtin? Di serî de bersiva vê pirsê bidin. Ferz bikin ez kurdek im û li welatekî dijîm ku destûrê nadin daku zimanê min yê dayîkê xwe nîşan bide; gelo di rewşeke wuha de engîzeya cudaxwazîyê û daxwaza veqetînê li ba min xurttir dibe yan dema ku ez hîs bikim li welatê ku lê dijîm zimanê min ne tenê dikane xwe li her derê nîşan bide, belkî bi ser de ez dikanim ji bo kesên eleqemend pola hînkirina zimanê xwe jî li darxim? Di kîjan rewşê de mêyla cudaxwazîyê û revîna ji navendê li cem min xurttir dibe?

Xala diyem ango delîlê diyem jî eve ye: Heger di nava qewmekî de, di nav neteweyekê de mêyla xwe cudakirinê û engîzeya xwe veqetandinê û xwe ji navendê dûrxistinê hebe, pêwîste em binêrin ka çi arîşeyên wan hene ku dixwazin xwe ji navendê dûr bixin; ne ku em werin li kêşe û arîşeyên wan arîşeyeke din zêde bikin û kêşeyeke din bavêjin ser kêşeyên wan. Ev yeke bi nêzikatîya berjewendîparêz û meslehetxwaz re jî li hev nayê. Min hema bêsebeb û bêsedem nexwastîye ku ez xwe ji navendê dûr bixim û ez bi kêfa xwe nebûme cudaxwaz! Eger ez alîgirê veqetînê me û dixwazim ji welêt cuda bibim, hetmen/qethiyen ji ber vê yekê ye ku li wî welatî kêşeyên min, derdên min, janên min, êş û elemên min hene. Werin van derd û kulan, mihnet û meşeqqetan sêvik bikin daku mêyla cudaxwazîyê bi min re nemîne; ne ku dewsa vê yekê da hûn werin problemekê li problemên min zêde bikin û nehilin zimanê min jî xwe nîşan bide. Mîna çi dimine, dizanî? Mîna vê yekê dimîne ku hûn hema werin bilez û bez û bihîddet û şîddet bedena min bidin ber pihînan, bi pihîn û şeqam û şeplemeyan li pişt û mil û ser û sûret û dest û pîyên min bixin û ez jî dikim qîrîn û qîjîn; û di vê hingê de li şûna ku hûn pihîn û şeqaman rawestînin hûn tên devê min jî digrin daku ez nekim qîrîn û hawar. Hûn bi yekê re kêşeya min kûrtir dikin, çiko him ez î ketimî ber şeqam û pihînan him jî ez î nikame bikme qîrîne. Ev tevgera we, kêşeya min girantir û xerabtir dike. Li şûna ku tu werî devê min bigrî daku ez nekim qîrîn, were pihîn û şeqaman bide seknandin. Ev her du meslehet an berjewendî xwe disipêrin berjewendîparêzîya/meslehetxwazîya sîyasî. Ango ji hêla berjewendîparêzîya sîyasî ya ku bi gîştî dibe mijara rojevê, esasen qedexe kirina zimanê dayîkê bi meslehet nîne û ne li gorî berjewendîyê ye.

We berjewendîya sîyasî anî zimên lê hin caran behsa berjewendîya çandî jî tê kirin. Pir kes hene dibêjin hînkirina zimanê dayîkê yê neteweyan zimanê resmî lewaz dike. Gelek ronekbîrên ku li ser vê mijarê ranawastin ji vê ber hindê ranawestin ku dibêjin ev kar dê zimanê farisî ji nav bibe.

Mistefa Melikîyan: Ev pirsa te du bersivên xwe hene. Bersiva yekem eve ye: Em ferz bikin ku heke zimanê X serbest be zimanê Y ji nav bibe û heke zimanê Y serbest be zimanê X ji nav bibe. Em qebûl bikin ku rewş bi wî rengî ye. Vêca em ê çawa bibêjin pêşîya serbestîya zimanê X qethen divê were girtin? Yekî din jî radibe û dibêje pêşîya serbestîya zimanê Y bigrin. Hûn ji her duyan pêşîya kîjan zimanî digrin bigrin ti delîlekî we ji vê yekê re tineye. Ne pêkan be jî lê ferezen eger serbestîya zimanê X pêşîya serbestîye zimanê Y bigre an berevajî  vê yekê rûbide, herî zêde dide xuya kirin li vira du zimanên me hene ku li hev nayên û bi hev re nakok in. Îcar eger du tişt bi hev re nakok bin; ma rêya çareserîyê ev e ku me kîjan xwast em hema li gorî kêfa dilê xwe wî ji ser rêkê bavêjin û ji nav rakin? Rêya çareser kirinê ev e? An divê mentiqek hebe ku  em li gorî wî mentiqî biryarê bidin ku ev li kêrî yê din an yê din li kêrî vî xwe bide alî? Bêguman ev arguman û cureyê delîl anînê di babeta zimên de debasdar nîne ango vê babetê nagre ber xwe.

Bersiva diyem ya pirsa we ev e: Bêyî ku zext, têkbirin û serdestîyek li dar be, ma zimanek heye ku pêşîya zimanekî din girtibe? Hûn ê bijên ku demekê qewmek li ser qewmekî din zal dibû û bi darê zorê, bi têkşikandinê û bi tundî zimanê wî qewmî ji nav dibirin û zimanê xwe dixistin şûnê. Lê ez dibêjim ku ev yek ji ber wê zordarî û tundîyê derketîye; hekena/gerne ziman ji xwe berê û bi awayekî tebîî ji hev re cih teng nakin; ne zimanê X ji zimanê Y re cih teng dike ne jî zimanê Y ji zimanê X re.

We qala vê yekê kir ku bêparkirina mirovan ji zimanê dayikê karekî ne li cî ye. Teorîsyenek bi navê Tove Skutnabb Kangas di warê zimanê dayikê de kitêbek bi sernavê Jenosîda Zinanî nivîsîye. Dema em zimanê dayikê ji komeke civakî digrin û em nahêlin ku hînî zimanê xwe bibin bi vê kekê re bi rastî em jenosîda/qirkirina zimanî pêk tênin.  Gava em zimanê dayikê ji kesekî  an ji gurubekî digrin gelo em bi rastî vî miletî an vî qawmî anjî vê gurubê ji nav dibin?

Mistefa Melikîyan: Erê, li gorî barwerîya min bi bêparkirina mirovan ji zimanê dayikê re ne tenê em gurubekî û nifşekî tine dikin; jê wêdetir em mirovatîyê jî tine dikin. Xala girîng ev e ku eger kesek destûrê bide xwe daku mirovatîyê di şexsê we de tine bike, dê vê destûrê bide xwe ku mirovatîyê di heyîna min de jî tine bike. Bi gotineke din, eger kesek ji mirovatîyê re ji ber ku mirovatî ye rêzdar be û bawerîya xwe ji qedr û qîmeta wê hebe yan jî ji mirovan re ji ber ku afirandîyên Xwedê ne rêzdar be û qedra wan bizanibe tebîeten ne vî mirovî ji nav dibe ne jî wî mirovî din. Heger kesekî însanek hema bêsebeb ji nav bir û tine kir, ev tê vê manê ku ji mirovatîyê re rêzdar nîne û kesê ku ji mirovatîyê re rêzdar nîne û bawerîya xwe bi vê yekê tinebe dîyar nîne ku bi tinekirina însanekî îktîfa bike. Ez mînakeke sade bidim; Gava ez di rêkê de diçim eger min li ser rêkê morîyek bi zanabûn xiste bin lingên xwe  wê demê dîyar dibe ku ti rêzdarîyeke min ji morî bûnê re nîne. Lewra îmkana vê yekê heye ku li ser rê deh heb morîyên din jî têxim bin lingên xwe; ji ber ku ti ferqeke vê morîyê ji morîyên din tinebû. Eger min pêla vê kir ez ê pêla yên din jî bikim, çimkî ez ji morî bûnê re ti qedr û qîmetekê qaîl nînim. Li ser vî esasî ez dibêjim eger kesekî mafê zimanê dayikê yê miletekî an yê gurubeke însanî nasneke û wî mafî nedê, bi rastî wê gurubê tine dike û eger kesekî gurubek însan an miletek ji nav bir wê demê dîyar dibe ti rêzdarîyeke wî ji mirovatîyê re tineye û îhtîmaleke dûr nîne ku ev kes sibe an disibe bi heman mebestê berî xwe nede miletê diyem, ê siyem, ê carem…  Li gorî fikra min ev ayeta Quranê di vê mane de ye:  <Men ehyaha fekeennema ehyan- nase cemîen/ Her kî wê (nefsekê) zindî/îhya bike mîna ku mirov tev zindî kirine > Ku te yek zindî kir te gî zindî kirine. Eger tu yekî/ê zindî dikî ji ber wê ye ku mirovatî li cem te bi qedr û qîmet e û heger ji te re derfet û firsend hebe tu amede û hazir î ku hemîyan zindî bikî. Ku em ji hêla têgînî ve vajekî/ters li mijarê bênirin ev mane xwe dide der; yê ku kesekî tine dike ev potansîyel pê re heye ku mirovan tev tinebike. Bi gumana min qewmên ku li waletekî dijîn divê ne wekî tîvilên hane bin ku li ser pîkeke/şaxeke darê veniştîne û sêdbanek/seydvanek li hember çavên hemîyan yeko yeko lê dixe û wan têne xwarê. Li beramberî wî sêdbanî nabe were gotin; min nedizanî ku ev sêdban dixwaze li van tîvilan xe. Nabe ku em ji xwe re rûnin û bijên ew destî me nade û ti karekî wî bi me re nîne. Ez di vê fikrê de me ku dema kesek ji mirovatîyê re qedr û qîmetê qaîl nebe ji tu însanî re jî kaîl nabe. Û hema kî zûtir dikeve ber devê topa wî zûtir tinedibe lê herî dawî, derng an zû, dê dora yên din û ya min bi xwe jî were.        

Çavkanî: http://neeloofar.org/mostafamalekian/dialogue/970-21193.html 

             Werger: Ferzan Yezdanî     

Bersivekê binivîsin