Hemhestyarî

Hemhestyarî

Rewşenbîr, romannûs, helbestkar, çîroknûs û nivîskarên kurd, dengê dil, hiş û êşa civaka kurd in. Di dewsa çêr, sîxef û dijûnan de, guh bidin gotinên wan. Çimku ew ne siyasetvan in, ew afiranderê hest û ramanên xwe ne û siyasetvan dest ji siyasetê berdin jî, ew dest ji gotina xwe bernadin. Dibe ku gotinên wan ne bi dilê we be, yan ne li gor siyaseta we be be. Lê ev yek mafê heqaretê nade we. Divê em bizaninin ku pênûsa wan, dengê dil wûjdana wan e. Di dewsa çêr, heqaret û sîxefan de, divê em rêz ji rexne û fikrên wan re bigrin, ew ne dijminên me ne.

Lewre heke di hiş û dilê wan de, hesta kurd û kurdayetiyê tunebûya, wan bi kurdî nedivîsand û dibe ku wan jî a niha di bin sîwana partiyên dagirkeran de siyasetê dikarin. Werin em dest ji wê hişmendiya ku dibêje ‘yên ku weke min nafikirin, ew dijminên min in.’ berdin û ligel cihêrengiya ramanên hev, ji hevdu re rêz bigrin û guh bidin fikrên hevdu.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

18.12.2015

Bersivekê binivîsin