Hebûn û Evîn

Hebûn û Evîn

Me di nivîsa xwe ya berî de behsa ‘’Hez, Hêz û Edalet’’a Paul Tillich kir.  Em ê di vê nivîsê de behsa ‘’Hebûn û Evîn’’ê bikin… 

Paul Tillich Hez, Hêz û Edalet

I

Hebûn û Evîn

Di her gotinê de işq heye,

Ji bo  Veysiye Delibaş

 

  Me di nivîsa xwe ya berî de behsa ‘’Hez, Hêz û Edalet’’a Paul Tillich kir.  Em ê di vê nivîsê de behsa ‘’Hebûn û Evîn’’ê bikin. Weke me berî got, Paul Tillich dibêje ku heya hez, hêz û edalet ji qada teolojiyê danekeve qada ontolojiyê em nikarin behsa van her sê hêmana bikin. Lê bele ontoloji çi ye? Ontolojiya ku Tillich behs dike çi ye? 

Ontolojî

    ‘’Ontolojî li ser cureyê giya, stêrk, ajal û însanan nasekine. Ew li ser bûyera û li ser tiştê ku di nav bûyeran de çalakiyan pêk tîne nasekine. Lê ontoloji, li ser wateya hebûnê disekine. ‘’ dibêje Tillîch. Li gor Tillich, ontoloji, li dû bersiva hebûn û wateya hebûnê çi ye, ye. Li dû rengê giya, li dû stêrk û însanan nasekine. Ev tişt dikevin teoriya zanîstî ji ber wê jî ontoloji li dû cureyê giya, li dû stêrk, kevir, ajal û însanan nagere. Ontolojî, li dû hebûna ku di tiştê zindî û nezindî de ye digere. Tillich ‘’ Kesekî/ê  fêrî tiştan bibe, ji ontolojiye nareve’’ dibêje. Çimkî zanîn, ravekirina hiştê hene ye. Însan, dema bizanibe bi hêsanî dikare tiştan ravebike û li gor zanîna xwe hebûnê şirove bike. Ji ber wê jî kesekî ku bixwaze fêrî tiştan bibe, tu wext ji ontolojiye nareve. Hebûn,  avahiyeke tevlîheve ku ev jî ji aliye ontolojiye tê ravekirin û şirovekirin.

    Ontolojî, metafizik bi xwe nîn e, ji ber ku ontoloji bingeha metafizikê ye, ev bersiva pirsê ye. Tillich wiha dibêje ‘’ew, li dû bersiva bingeha(hilik) hebûnê çi ye diğer e. Ji ber ku hebûn, bi her kesê re heye( li her kesê hatiye parvekirin ) û hebûn bi xwe ji aliyê her kesê tê parvekirin.’’ Ontoloji, li dû hebûna ku li me hatiye barkirin digere. Hilik an jî bingeh, ontoloji li dû hebûna hilika me digere. Ji ber wê jî ontoloji analîtike. Ku em raste rast bêjin, ji ber ku însan û rastî, raste rast, rastê hev tê, ev jî mirov li dû bingehê ontolojiyê dibe. 

Evîn

      Evîn, heta ku di rastiyê de weke hestekê neyî têgihiştin, pirsgirêkê hêz û edaletê nayî çareser kirin. Ev pirsgirêkê hêz û edaletê ne bi civakî û ne jî bi kesayetiyê tê çareser kirin Tillich wiha dibêje ‘’Ger evîn nikaribe zagonê hêz û edaletê biguherîne; dê di hêz û edaletê de bêeleqadariyeke hest î derkeve holê.’’  Exlaqê civakî, teoriyê siyasî û zehmetiyê di perwerdehiyê de bi temamî sedema ew e ku ontoloji ya evînê çewtî tê fêm kirin. Şaşiyên exlaqê civakî, zehmetiyê perwerdehiyê û teoriye siyasî bên çareserkirin divê evîn di rastiyê de weke hestekê bê fêm kirin.

     ‘’Di rastiyê de jiyan, hebûn e; İşq jî çalakiya wê jiyanê ye” dibêje Tillich. Di rastî yê de jiyan hebûn e. Hebûn jî hêza xwe ji evînê werdigire. Çem hebûn e, av çalakiya çem e. Ger av nîn be tu wateya çem namîne. Wiha em bêjin, derya hebûna xwe ji avê digire. Jiyan jî hebûna xwe ji evînê digire. Û ger evîn nîn be, di jiyanê de em nikarin behsa rastiyekê bikin û behsa evînê bikin.

     Tillich dibêje ‘’ evîn, tiştê( li ser însanan dibêje) ku ji hev veqetiya be wan dîsa tîne cem hev. Anîna cem hev jî, veqetîne kesî/ê bi hev re dipejîrine.’’ Ji bo hesteke bi navê veqetînê hebe, divê hesteke ‘’bihevrebûn’’ê hebe. Hebûn, xwe û nebûnê her çiqas dike nav xwe, ewqas jî xwe û veqetînê jî dike nav xwe. ‘’Tiştê ku di rastî yê de ji hev veqetiya be, însan nikare wan dîsa bi hev re bike/ bîne cem hev.’’ Ev jî mirin bi xwe ye. Mirin jî rastiyeke hebûnê ye.

‘’ Evîn, hêza xwe ya mezin, di rewşê veqetînê mezin de derdixe holê. Veqetîna herî mezin xwe ji xwe ye.’’ Evîn, di hebûnê de dijî bi her awayî. Evîn, dema ku mirov ji beje hez dikim, tenê weke hestekê tê xuya kirin lê dema mirov beje neçe û mirov li dû biçe, em wiha bêjin neynika evînê  ( ez li vir behsa kesî/ê ku tê hez kirin dikim. Ji bo mirov bizanibe ew kesekî/ê çawa ye, divê neynikekê hebe. Di çê yê de an jîi neçê de ew hest derdikeve holê. Ji bo ku tu bizanibî tu başî an nebaşî divê yeke din hebe. Ev jî meseleyeke din e.) dema bêt şikestin veqetîneke mezin derdikeve holê, evîn wê dema hêza xwe derdixe holê. Pêdiviya çem bi avê heye an na wê navê çem be, tenê çal be.  Veqetîn tune be, evîn û jiyan jî tune ye. Ew dibe sedama veqetîna navenda ‘’xwe’’yê û di evînê de nahêle ew dîsa bigihêjin hev.

    Dawî yê de Paul Tillich wiha dibêje:’’ Evîn ji bo xwedê, bi cîh anîna îtaetê nîn e, nabe têgeha mirov îteatê xwedê bibe. Îteat, işq nîn e, beravajiyê wê ye. Ger amanca arezûya kesê/î pevgihana hilika xwe nebe, işq ji bo xweda tene peyveke bê wateye.’’ 

Dê bi navê ‘’Hebûn û Hêz’’ê bidome… 

B’arî Jiya

jiyabari@gmail.com

17.01.2014/Mêrdîn

Hege çavkaniya gotarê neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

Bersivekê binivîsin