Gumanberiya Sokrates

Gumanberiya Sokrates

Gumanberiya Sokrates

Sokrates gotiye ku:  <Ez bi yek tiştekî tenê dizanim, ew jî ew e ku ez bi tu tiştî nizanim.> û vê pêşniyarê, ji xwe re wek bingehekî hildibijêre. Ev pêşniyar di naveroka xwe de hem îroniyê û hem jî şikê/gumanê dihewîne. Bi awayê diyologên xwe bi girêgirên Atînayê yên ku digotin em xwediyê zanayiyê ne, dide zanîn ku di rastiyê de ew bi ti tiştî nizanin. 

Bi rêya vê rêbazê, nezaniya yên li hemberê xwe nîşan daye û xwestiye ku bibêje, ez hê bi tiştekî nizanim. Ji ber vê çendê jî mirov dikare bibêje ku Soktates di derheqê xweza, gerdûn û heyînê de wiha bawer dike ku mirov nikare xwe bigihêjîne zanayiyê. 

Herweha wiha parastiye ku mirov dikare ya xwe bike babeta zanînê û derbasî asteka bilind ya ehlaqê bibe. Lê li hêla din jî em dizanin ku Soktates gotiye ku mirov nikare tiştekî fêrî mirovan bike, mirov dikare encax tiştên ku ew zanin bînê hişê/bîra wan. Ango, gotiye ku mirov ji zayîna xwe ve xwediyê zanayiyê ne. 

Bi vê hewlwesta xwe re jî, di hindek babetan de wek ‘Rasyonalîstekî Dogmatîk’ hatiye bi nav kirin. Di hêman demê de wek hîmdarê rêbaza Mayotîkê (Danwelidandinê) jî tê zanîn, ku ev rêbaz di felsefeyê de jî wek rêbazekê felsefî jî tê pejirandin.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com  

17.02.2015 

Bersivekê binivîsin