Gotinên Dawî Yên Xellac

Gotinên Dawî Yên Xellac

Gotinên Dawî Yên Xellac

Dema bi çarmixê ve girêdayî bûye li ber Hiseyîn Varak gotiye: “Xwedayê min! Ez êdî hatime warê micêzên xwe. Li hember rewnaqa te, çavên min qemişîn. Tu çixa mezinî ya Reb, li ser xayînan jî dilîna te heye.”

Dema ku wî li ser xaçê bizmar dikin, jê dipirsin dibêjin: “Sûfîtî çiye?”

Hallac  bersiva wan dide û dibêje: “Hûn vê gavê tu tiştî nabînin, lê hûnê sibê bibînin. Di gaybetan de sûfîtî dertê holê û veşartî dimîne. Xwiyakirina wê ya ji derve wiha ye, belam di hindirûyê wê de pirr tişt hene.”

Li gorî zanîna, vê pirsê Şhiblî jê pirsiye. Sûfî Şhiblî pirsekê din jê dike û dibêje: “Ma me ji tere negot, mirov yan ferîşteyan neke mêvanê xwe!” Ev pirs, ji Quranê ayetek e…

Di vê pirsa sûfiyan de daxwaza gotinê ev e: “Tu cewahîran nadin mirovên xirab û berazan.”

Hallac, bêdeng dimîne û bersiva wan nade…

Ancax, nêzîkê berbangê diqîre û dibêje: “ENEL HEQ!”

Bersiva wî ev bûye!     

Li gorî vegotinan, Hallac vê ayeta Quranê jî xwendiye: “Yên baweriya xwe bi wextê naynin, ji bona wextê dilezînin. Belam, yên bawermend bi rûmetekê mezin li bendê ne. Lewra ew dizanin ku, wext heqîqet bi xwe ye.” (Quran XLII, 18)

Li vê derê, wext dema mirinê ye…

Li ser vê gotina Hallac, Şhiblî wiha gotiye: “Hallac, ji bona vegotina xefiyan lez kir. Lewra ev xefî, ji bona aferînekan qedexe ne. Hege wiha lez nikiriba, wê çêtir bextewar bijiya.”

Li gorî vegotinekê din jî: Dema ku Hallac bi xaçê ve bizmarkirî bû, Şhiblî gul avêtine wî.

Ji bona xweliyên wî jî rîwayetekê wiha tê vegotin, ku li gorî vê riwayetê Hallac di pêşiya çarmixkirinê de,wiha gotiye: “Hege min bişewitînin, wê Dicle gej bibe. Hege hûn ji xweliya min biavêjinê, wê dîsa haşbibe.”

Piştî şewitandina wî, Dicle gej dibe. Li ser vê bûyêrê xelife ji destûrmendên xwe dipirse, dibê: “Gelo Hallac, li ser vê bûyêrê tiştek gotiye an na?”

Li ser vê pirsa xelîfe, Nasrî jêre qala gotinên Hallac dike…

Ji xweliya wî avêtine Dicleyê, Dicle dîsa haşbûye.

Me berê, qala jina ku avis mabû kiribû. Li gorî xelkê: sedemê avisbûna vê jinê, vexwarina ava Dicleyê bû. Li gorî rîwayetên Êzdiyan jî: ev jin xweha Hallac e.

Rîwayeta xweliyên Hallac, ji aliyê aligirên wî yên Tirk û Kurd ve hatiye pejirandin. Li gorî Atar, ji xweliyên wî “Enel Heq” hatiye nivîsandin.

Li gorî rîwayetekê din jî Nesîmî neviyê mîrê Helebê bû, ku diya wî ji wê ava Dicleyê vexwaribû. Wek tê zanîn aqûbeta Nesîmî jî, mîna wek Hallac bû. (mirina wî; mîladî 1419)

Li gorî rîwayetekê Tirkan ya sedsala  XIV- an jî; “Karakırgızî” û êlên wan, ji nîjada wan çil (40) jinên ku ji ava Dicleyê vexwaribûn, tên.

Di vê rîwayetê de: ji aliyê Hallac ve misilmankirina Tirkan tê vegotin.

Ji gotinên wî yên dawî yek jî e ve ku gotiye: “xwedê, bi xwîna min bersiva we dide!”

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com  

GAYBET: Ev peyv, bi Erebî ye. Wateya wê, daketina cîhana hûndirîn e. Jixweçûyîn û guhdarkirina alema hûndirîn e. 

ÇAVKANÎ: Louis Massignon. Yên vediguhêzîne: Prof. Dr. Niyazi Öktem. Dar-ı Mansûr. Weşanên Ant. Rûpel: 58- 59

Ev nîvîsar, beşa 11 an, ya kitêba mamoste Ali Gurdilî ye…

Hege çavkaniya nivîsaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye… 

Ferhengoka Tevlîhev (Bi Kurdî- Tirkî)

Micêz: Arzu, istek.

Rewnaq: Görkem. Göz alıcı ve gösterişli olma durumu.

Qemişîn: Kamaşmak.

Bizmarkirin: Mıhlamak.

Beraz: Domuz.

Berbang: Şafak, şafak vakti.

Xefî: Giz. Varlığı veya olduğu açığa vurulmak istenmeyen, gizli tutulan şey.

Bextewar: Mutlu.

Haşbûn: Yatışmak. Hızı, etkisi azalmak, aşırılığı geçmek.

Xweh: Kız kardeş

Êl: Boy. Uyruk. Kabile.

Aqîbet: Bir şeyin sonu, sonucu.

Ferîşte: Melek. Tinsel varlık.

Bersivekê binivîsin