Gotineke Eşîra Siouxê

Gotineke Eşîra Siouxê

Bapîrê min gotibû, em demekî mirovên medenî û zana bûn. Me wê demê bi darûber û tevahiya hêşinnahiyê re axaftinên xwe pêkdianî. Afirîdeyên gerok re, çarlingan re, marîjokan(xijende) re, koma masiyan re me axaftinên xwe pêkdianî. Demekî me hemûyan ji hev û din re axaftinên xwe pêkdianî. Bi kîjan ziman, alfabe û şêweyê dibe bila bibe, giş bi heman dilîn û fêl û emelê axaftinên xwe pêkdianîn û li hev dihatin. Jixwe ew medeniyet û zanatî bû. Dû re, em ji wê derê heta vê derê hatin koçkirin. Niha em xwe weke ‘medenî’ dihesibînin, diwesfînin. Gerdûneke ku hatiye Xiristiyanî kirin û me hemûyan ji xwe re gerdûneke piçûk dirûvandiye. Me di nav vê gerdûnê de xwe bêcan û bêruh hepskiriye!

Gotineke eşîra Siouxê / Werger: Metîn Eser 

Bersivekê binivîsin