Girîngiya Felsefeya Hegel

Girîngiya Felsefeya Hegel

Girîngiya Felsefeya Hegel (1770-1831)   

George Wilhelm Friedrich Hegel (1770-1831) ew fîlozof e ku şeklê herî dawî daye îdealîzma alman û îdealîzma alman gihandiye encamên mentîqî. Ramanên fîlozofên berîya xwe yên wek Fichte û Schelling, bi awayê sentezeka hevgirtî û bi awayekî ku mirov û hemû gerdûnê biguncîne, raxistiye holê. Sîstema Hegel di dîroka felsefeyê de sîstema herî mezin ya dawî ye. Herweha dîsa yê ku rêbaza (metoda) dîyalektîkê bi awayekî nekêm bikar anîye, dîsa Hegel e. Bi vî awayî jî, têgeha guherîn û çêbûnê ji nû ve; beyî ku ji holê rabin an jî bandûra wan ji holê rabe, carekê din xistiyê qada ramana felsefî. Wek tê zanîn Hegel wek damezranerê îdealîzma dîyalektîk jî tê pejirandin. Ji bilî vê yekê mirov dikare bibêje ku felsefeya Hegel, gelekî bandûr li marksîzmê kiriye û marksîzm gelekî di bin bandûra felsefeya Hegel de maye. Bi awayekî kûr ji bo têgihiştina marksîzmê, pêdivî bi zanîna felsefeya Hegel heye, heta em dikarin bibêjin ku ev yek şert e jî.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin