Giordano Bruno

Giordano Bruno

Giordano Bruno (1548-1600) 

Giordano Bruno filozof û ezmannasekî Îtalyan e. Yek ji wan fîlozofên girîng yên ku şekil dane felsefeya Ronesansê, ye. Mirov dikare ya Bruno wekî ramanwerê coşdarîya xwezaperest jî bi nav bike. Bruno, dev ji nêrîna Arîstoteles ya gerdûnê berdaye ku nêrîneka dadayî ya gerdûnê bû û teza Kopernîk parastiye.

Gotiye ku gerdûn bêdawî ye û di gerdûnê de ji bilî dinyayê gellek rojgerên (gerstêrkên) din jî hene. Ji ber ramanên xwe yên derê adetan, di sala 1600 an de li dadgeha Engîzîsyonê hate darezandin û wekî jirêderketî/sapkîn hate dîtin û li Romayê, bi saxîtî hate şewitandin.

Ola filehtîyê, wekî alaveka zordestîyê dîtiye û dêrê, biçûk ditîye. Wiha bawer kiriye ku ol ji bo nezanan û felsefe jî, ji bo giregira ye. Di sala 1548 an de wek lawê malbeteka eşîr, li bajaroka Nola ê hatiye dinyayê. Di şazdeh saliya xwe de, tevlê rêçika Dominiken dibe. Lê piştî ku sîstema Kopernîk dinase, dev ji rêçikê berdide û ji bawerîya filehtiyê, gellekî dûr dibe.

Bi jirêderketina ol û dijminatîya dêrê, tê tawanbar kirin. Ji bo ku bikaribe ji zordestiya engizîsyonê xwe xilas bike, di destpêkê de diçe Romayê û piştra jî, diçe Îtalyaya Bakûr. Ji ber ku bi bêolîtîyê dihate tawanbarkirin, li tu derê zêde nemaye û her dem gerîyaye. Derbasê Cenevreyê bûye, piştra Fransaya Başûr, Parîs û Londrayê.

Di sala 1582 an de li Zaningeha Sorbonne, dibe xwedîyê kursîyekê. Li Londrayê, hinek berhemên xwe çap dike. Piştî Londrayê, derbasê Parîsê dibe û piştra jî, ji bo ku bikaribe berhemên xwe bide çapkirin, derbasê Almanyayê dibe. Piştra derbasê Zûrîhê dibe û li ser bangawazîya arîstokratekî, derbasê Venedîkê dibe.

Li vir, Galileo Galilei nas dike. Li ser nîqaşekê ku bi arîstokratekî bi navê Mocenigo re pêk hatibû, wî teslîmê Engînîsyonê dikin. Jêrê hate gotin ku hege ew dev ji ramana xwe ya gerdûna bêdawî berde û vê ramanê wek jirêderketineka olî bi nav bike, wê ê were efrûkirin. Ligel hemû zordestî û îşkenceyan, wî dev ji ramanên xwe berneda û bi cezayê mirinê hate mehkûm kirin.

Giordano Bruno gotiye ku: ‘Xwedê ji bo ku bikaribe îradeya xwe li ser rûyê dinyayê serwer bike, mirovên qenc bikar tîne û mirovên li ser rûyê erdê yên xirab jî, ji bo ku bikaribin îradeya xwe serwer bikin; ya xwedê bikar tînin.’

Dadgerê ku biryara kuştina wî dide Bruno, ji Bruno bersiveka wiha dibihise:

‘Dema ku hûn biryara mirina min didin min, hûn çima ditirsin?’

Biryara dêrê di sala 1600 an de di meha Sibatê de hate pêkanîn û Bruno li Romayê li qada Campo dei Fioriyê, bi saxitî hate şewitandin. Bruno, digel bêdawîtîya gerdûnê; yekîtîya/yekbûna gerdûnê jî diparêze. Li gor vê yekê wê cudatiya ezman nû erdê ya ku di felsefeya heyama navîn de wekî bingehekê dihate qebûl kirin, red dike.

Bruno dibêje ku xwedê û gerdûn ne du hilikên ji hevdu cuda ne. Ew du xwiyakirinên bêdawî yên rastîqîniyekê ne. Li gor bawerîya Bruno hemû tişt, xwiyakirina hêza xwedayî ne…

Bruno wiha gotiye: ‘Ez ne ji veşartiya rastîyan hez dikim û jî ji vegotina rastiyan ditirsim. Ez li her derê beşdarê şerê ku di navbera ronahî û tarîyê de heye, bûm. Ji ber vê yekê ez li her derê rastê tehde û zordestîyan hatim. Ji bilî zordestiya akademîsyênên fermî ku wekî bavê cehaletê ne, ez rastê zordestî û tehdeyên pirranîyê, yên serhişk jî hatim.’

Bi vî awayî Bruno ramanên xwe her dem anîye ziman û tu carê netirsiya ye.

Di kitêba xwe ya bi navê ‘Dîroka Felsefeya Rojava’ de Tuncer Tugcu, ji bo Bruno wiha dibêje: ‘Wateya jiyana mirovan, di hewldana têgihiştina tevahî ya gerdûnê de, ku xwedê ew kiriye hebûn; veşartiye. Temaşekirina vê delalîya bêdawî û derê rêzê, me ji xemgînîya mirinê û êşê, rizgar dike. Têgihiştina gerdûnê ya tevahî û nêzîkbûna hilika xwedê, ancax bi coşdarîyeka lehengî dikare pêk were. Bruno bi dildarîyeka mezin û bi wî dilê xwe yê hozanî, ji xwedê û hemû gerdûna ku berhema wî ye, hez dikir.’

Berhemên Wî

1– Candelaio (Şamdanvan) (1582)

2- Della Cause principio et uno (Li ser sedem, hêman û yekîtîyê) (1584)

3– De l’infinito universo et mundi (Li ser gerdûna bêdawî û dinyayan) (1585)

4- De gl’heroici furori (Li ser hêrsa mêrane) (1585)

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin