Geşedana Civakî

Geşedana Civakî

Geşedana Civakî

Bi berfirehbûna civakî re ji hêla sîyasî, civakî û çandî ve, pêşveçûna civakê ye. Ango, ji hêla maddî û manewî ve pêşveçûna civakê û bi awayekî giştî bilindbûna xweşhalîya civakî. Geşedana civakî, ji pêşveçûna civakî cihêreng e û xwedîyê gellek hêlên cuda ye. 

Şert û Mercên Geşedana Civakî 

1- Belavbûna hevbeş ya hatinîya neteweyî. 
2- Ketina rewşa civakeka pîşesazîbûyî. 
3- Bi hilberandinê re, zêdebûna berhemdarîyê. (Berdarîyê)
4- Bi awayekî hevbeş li hemû dera welat, belavbûna veberhênan. 
5- Ji hêla çendanî û wesfînî ve, pakkirina perwerdehîyê. 
6- Dewlemendîya unsûrên manewî ya jiyana civakî. 
7- Ji hêla armancên hevpar û nirxan ve, yekîtîya endamên civakê. 
8- Di navbera berjewendîyên şexsan û civakê de, avakirina hevbeşîyekê. 

Unsûrên Geşedana Civakî 

1- Berfirehbûna Ekonomîk: Geşedana ekonomîk, guherîneka wesfînî îfade dike. Lê berfirehbûna ekonomîk, zêdebûneka çendanî û pakbûnê îfade dike. 

Mînak: Ji hilberandina cotkarîyê derbasbûna hilberandina pîşesazîyê, geşedana ekonomîk e. Lê di civakê de zêdebûna leza pêşketina civakê ya salane û zêdebûna hatiniya civakê ya salane, berfirehbûna ekonomîk e. 

2- Geşedana Çîna Navîn: Ji bo pêşketina geşedana civakî (toplumsal gelîşme) ji hêla ekonomîk ve pêşveçûn û başbûna civakê têrê nake. Di heman demê de belavbûna hatinîyan jî, divê bi awayekî adîlane pêk were. 

Ji bo vê yekê jî pirranîya nifûsê, divê di tebeqeya navîn de cîh girtibe. Ji bo pêkhatina vê yekê divê di perwerdehî, bacdanîn û wekhevîya fersendan de, dilêrîneka sosyal ya dewletê hebe, an jî ev yek pêkhatibe…

Geşedanî: Guherîna ku bi hemû alîyên pêşketinê ve, di avahîya civakî de pêk tê. 

Geşedana Civakî: Toplumsal gelişme. 

Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com  

Bersivekê binivîsin