Ger û Geşta Kûbayê

Ger û Geşta Kûbayê

GER Û GEŞTA KÛBAYÊ

Her desthelatdarî bi destê xwe xwedayekî xwe yê derewîn erkdar dike.

   Beriya ez biçim welatê sosyalîst yê li Amerîka latîn, bi rêvebiriya serokê wê yê efsanewî Fîdel Castro û fermandarê wê yê efsanewî Ernesto Che Guevara û serokê niha brayê Fîdel, Raûl Castro min di serê xwe de welatekî ji xewnên ciwaniyê û laqî hatina hizrên kominîst û sosyalîst anîn bîra xwe. Wekhevî maka hizr û utopya me bû. Lê wekhevî heye, yan jî tunye ewê di rê û ezmûna de xwe bide der. Lê helbet divê ez vêya bibêjim, ev nêrîn nayên wê wateyê ku bê kêmasî bin. Lê armanc ew e, tiştê min dîtine bi we re parve bikim. Bi hêviya hûn çêj û mefakê jê bibîn. Ez bi balfirê ji Hannoverê çûm Parîs û ji Parîsê bi balefireke fransî ber bi Kuba û bajarê Havana ve firiyam. Ji rêwîtiya ezmanî heta ji min tê ez sûd werdigirim, ku dema min ya ku kar û xebata malê ve grêdayî kêm e, û hevalê min pirtûk li ber destê min dimînin. Min bi Serencama nemir Qedrîcan destpêkir û bi pirtûka Xelîl Cibran Baskên Şkestî bi wergera Heseîn Muhammed domand. Min di dilê xwe de ji kedkarê van pirtûkan re spasî kir. Her tişt temenek heye, lê yê pirtûk û nivîseke mefadar qet tune ye.

Paşê min bi pirtûka Shêrko Fatah ya Li Welatê Sînora bi wergera Husên Duzen di xwend û heta ez bi demê re gihiştim pirtûka nemir Sehîdê Îbo, romana bi navê Kurdê Rêwî. . Gava ez gihiştime Havana derengî êvarê bû. Em herî kêm demjimêrekê li bende baholê xwe man heta me girt. Bi derketinê re, min perê Euro bi Cuc Kuba veguhest. Yek euro, bi Kûk yek û pênc quruşê Kuba bû. Taksiya min li bende min bû, taksiya mercedes ku yê weke wê ji mêjve li Elmaniya nemane. Şoforê taksiyê ji îspanyolî pêştir zimanekî din nizanî bû. Bi çend peyvê îngîlîzî me xwe qedand. Ez çûm mala ku weke hotêl tête bikaranîn, ku ew jêre dibêjin; Casa partîkular.

Roja din çawa ez rabûm, min taştê xwar, taştêa wan xwarina sereke fêkiyê tiropîkalin, weke ananas û mûz yên din, wûsa jî min berê xwe da hotêlê, min ji wir bi mala xwe re xeber da. Paşê ez bi hin kesên din re ketim otobûsekê ku tûra bajêr dikirin û em li nava bajarê Havana geriyan. Bajar ji serî hetanî binî weke entîk xuya dike. Çenku hema bêje di nava navendê de qet avadanî û nûkirin nebû ye. Ji dema ku desthilatdariyê dest daye ser mal û milkê hemwelatiya û yên ne hemwelatî jî. Ango hemû mal û milk kirinê yê dewletê. Ji avakirina bajêr diravekî zehf zêde pêwîst e. Helbet beriya her tiştî ciyê ku hemû tûrîst diçinê ye jê qada şoreşê ye. Ya ku dîmenê Che û Camîlo lê ye. Helbet baran dibariya û me nikarîbû bêhtir bigerin. Lê li vî welatî baran jî bi bare, meriv dikare tazî bigere.

12514001_1143012775722500_7791383997077541810_o (1)

îleya germê bi qasî min şopand her di nîvê bîst û sihî de ye. Em li bajêr geriyan û çûn sûk û bazarên wan yê di zikê avahiyê kevnar de. Li sûka tiştê herî zêde tête firotin dîmenê Che, rûm, ango meya bi navê Havana Clup û cixarê Kuba yê bi nav û dengin. Her weha li serê eywana firoşkara muzîka latîno, dansê salsa û dîmenê nigarkêşa bi hev re, meriv li dîmen û kesayetên dunyayê navdar re rû be rû dike. Lê baranê liv û tevgerê asteng dikir. Bi derketina derve re, bi seetan li bende otobûsê dîminim, hin kesên aleman jî li wir in, ez bi wan re dikevim nav axaftinê, ew dibêjin; ji bîr neke ev der Kuba ye. Dem ne li gorî planê di meşe. Ez bala xwe didim xwarin û vexwarina wan ya ji bo geroka, ji almanya zehf bihatir e.

Bi qasî min fêm kir, du cûre diravê wan hene, yek ji beyaniya yê din ji bo nişteciya ye. Lê meriv li wî welatî qet weke biyanî, yan xerîb xuya nake. Çenku her cûre mirov li wir dijîn. Yên reş, kej û qemer jî hene. Lê ez qet kesekî ku dişibe çermiksora, ango bi navê din, yê ku gava Îspanyoliya amerîka kifş kirin, bawer dikirin ku hatine Hindistan ê. Lewma jî navê wan maye „Indîaner“. Ew tenê nebûn. Lê peykerê weke yê Atatirkê tirka yê siwarên hespa zehf bûn. Hema hema li her qadê peykerekê ji van peykeran heye. Her weha yê mêra ne. Bi qasî ez têgihiştim hêjî, ew ûjdanê ku neheqî li Îndîaner kirin çê nebûye. Lewma jî li gelek qadan, peykerê mîsyonerê ewropî, yên bi xaç û yên bi çek hene. Li gelek ciyan peyker hene, helbet yê Atatirk, yê Mistefa Kemal jî heye, li qada herî ciwan ya bajarê havana. Ez rojekê li nava bajêr digeriyam, min ji dûr ve, peykerek dît. Min ji xwe re got; ev dişibe Ataturk.

Gava ez bi ber vê çûm, min hin kes li wir dîtin, ez nêzîk bûm, ku bi tirkî diaxifîn. Gava zarokek çû ba peyker û destê xwe da ber eniya xwe û bi silava leşkerî got: Selam Dûr! Bêyî ez bi wan re bi peyvim, ji wir çûm. Rojeke din gava ez hatim wir min dît ku li bin nivisîne, û wergerandine jî, Yûrta Sûlh, Cîhanda sûlh. Ma pêwîste ez bêjim, berovajiya ev peyv. Sor, spî dike. Her weha li wir hin meriva danasîna wî dikirin û berhemê wî û nasandina tirkiyê dikirin. Bajar ji serî hetanî binî weke muzexanê ye, lê muzexane jî têra xwe lê hene. Yek jê jî ya şoreşa Kûba ye. Gava meriv diçe navê, weke kurdekî meriv ji xwe re dibe, rojekê dewleta me çê bibe û wûsa jî ked û xwîna xas û pakrewanê me bi avê ve neçe. Tevî ku Jinê ciyê xwe di nava şoreşê de girtiye û ceng jî kiriye, lê ciyê jinê ji aksesûreke rengîn pêştir ne xuyayî ye di nava desthilatê de. Li kolanê bajarê havana û yê din jî meriv dikare ji her cûreyî trimbêlê kevn bibîne.

Yên li welatê xwe ji mêjve di muzexana de ne, li wir hê di piyasê de ne. Her weha bi qasî ku dixwazin meriv li taksiya siwar be, wûsa jî li her rawestgehê gava bizanibin, meriv biyaniye, berê sûwarbûna taksiyê, paşê jî her dipirsin „Çîka“ min jî nizanî bû paşê ez fêr bûm ku dibêjin, ma tu keçika dixwazî. Ber û berê rêya ber peravê bi dehan keçik, yan jî jin hene li mêra ji xwe re digerin. Helbet ne belaş. Heta xortekî ji min pirsî; „rîca dikim were bi min re, ez ji jinekê çêtir kêfa te bînim, ez her tiştê ji bot e bikim! Ez matmayî bûbûm û min serê xwe hejand û jê dûr ketim. Ez êvarî ji Margerîta dipirsim; çima ew çend kes hene yê xwe froş? Ew dibêje; ew nayê wê wateyê hemû Kubayî wûsa ne. Kesê ji xwe qayîl naçe ber avê û van tiştan nake. Helbet berû berê avê ku jê re dibêjin; Malekon, ango perav, yan jî sahîl xelk bi mûzîkê re her êvar ji xwe re diseyirin. Rojekê pêlê okyanûsê ew çend rabûn, nehiştin em êvarê ji malê derkevin. Pêlê bi qasî pênc mertiyan bilind dibûn. Kolana sibê tije av bûbû. Û wê rojê herkes çevdêrê pîleya avê bû. Ji gotina mazûrvanê min, ev bûyer tim naqewime. Mazûrvanê min bi temenê xwe yê 74salî, yê ciyê xwe di nava refê şoreşê de girtibû, hêjî her roj diçe fîtnis stûdio û hay ji bejna xwe heye. Xanima wî Margerîta bi xwe 72 saliye. Lê temenê kal û pîr bûnê li wan zêde ne xuyaye.

Dayika Margarita bi xwe jî di heman malê de dijî, bi temenê 92 sala. Ew jî hê her êvar li bernamê sporê dinere û leystikvanê baseball ê nas dike. Êvarê ez bi wan re li televîzyonê dinerim, dibînim mêrekî bi simêlên boq yê hinekî dişibin yê Stalîn pêşkêşvaniyê dike. Ez dipirsim; ev çend sala ev zilam nûçeya dixwîne? Ew disekinin, û paşê dibêjin; ji mêjve ye. Min texmîn kiribû, ku gelek dubare û peyvên jiberkirî hene. Di televîzyona dewletê de, her pesnê şoreşê û xweşiya Kuba tête kirin. Helbet aliyê ew dixwazin were dîtin. Bi qasî min fêmkir, edaleta dewletekê li gorî derfetê wê, yan jî li gorî ferasata wê dewlet û pergalê ye. Ez ji xwe re ciyekî kirê dikim, ji bo gera Vînales. Bi otobûsê ez serê sibê di seet 7a de derdikevim û seet heşta de otobûsa me tê. Em dikevin ser rêya Pînar Del Rîo û Vînales. Em bi rêve rastî erd û çandiniyê wan tê, ku dewletê li şênî belav kiriye. Lê alav û teknîk nîne, pê cot û cotkariyeke bihêztir bikin. Di şebaka otobûsê de dîbim, ku xelk hê cotê ga dike. Em diçin li fabrîka rûmê digerin, ku bi teknîkê ne pêşkeftî derdixin û dikin şûşeya.

Her weha cîgarelosê Kûba. Yê navdar ku mezinê dewleta ji xwe re di wesandin, di nav de Churchill û hunermendên bi nav û deng jî hene. Helbet bi şoreşger û mezinê dewleta Kûba, Fîdel û Che watedar dikin. Piştre em diçin nava erdê titûnê û pîşekarê cixarên navdar, ew prosesa çandinî û hilberîna titûna xwe dike û ji çend sal û bava ve vî karî dikin. Cixarekê pêdixin û herkes gulmekê lêdixe. Û destikê cixara yê ku deh lib têde, bi bîst Cuc ê Kuba, ango hema bêje bi deh Eure yê ewropa difiroş e. û dibêje; ji çara yek ji me re ye, yê din dewlet dibe. Gava ez li nav malên wan digerim û wan dibînim, Kurdistan û jiyana min ya zoaroktiyê dihate ber çavê min. Erda xwelî û herî, û balindeyê mala. Piştre em diçin rawestgeh û parka jûrasîk, yan lawirên bejî. Lê em diçim xwarigehekê û ez li ser maseyekê bi Îskoçekî, Du amerîkî yê dewletê yekbûyî û du almana re li ser yek sifrê rûdinim. Em li hev dipirsin, jina li kêleka min xanimeke di wezareka aboriyê ya Bayern de rêvebire. „Em qala demografiya Kuba dikin, ew dibêje; li şûna îndianer, efrîkî weke kole anîn.

Temenê afrîkiya li vir di zik hev de heft sal bûn“. Karê grand û bê hekîmî wan zû dida erdê. Lê tevî ku ewqas mirbin jî reşê Kuba bi têra xwe hene. Nizanim çiqasî ji destkeftiya sûd werdigirin, lê hene. Piştî xwarinê ez li bin wan çiyayên ku bi mîlyonê sala kevn dinerim, û di ser xwe re ew teyrên di fîlmên Cowboya de dibînim. Em li otobûsê siwar dibin vê carê ciyê me bajarê Vinaales û şkeftên îndîane ye. Gava em nêzîkî şkefta dibin êdî em bi piya diçin nav şêniyê kevn yê îndiane yê qeliya yî. Şkeft di sala 1929 de hatiye dîtin, û wê ji bo gera tûrîsta vekirine. Em li ber şkefta çend kesên weke şanogera bi kincinê îndîaner dibînin. Lê em tenê bi dehan otûbûsê tûrîstan li wir disekinin û lê digerin. Rêberê me dide pêş me û me di nava şkeftên weke tûnêla re digerîne.

12615136_1143012772389167_3095904608448685361_o

Di dawiya wê de ava heye em piştî çend xuleyan digihîjin dawiyê û me li keleka dikin û di nav avê de li ciyê mayî jî derînin û derdixin ronahiyê. Êdî berê me li Havana bû dîsa. Derengî êvarê ez vedigerim malê. Ev rojeke xweş bû, min ji xwe re got. Rojên din ez diketim nava kolanê bajêr ne ciyê tûrîsta ku di her malê û qoziyê de ciyekî çend tişt, alav û xwari difortin. Her weha merivên ku hejarî di çavê wan re xuya dikir. Lê dibe ku meriv çi bifikire wî ya his bike yan bibîn e. Piştî çend rojan ez êdî bîriya mala xwe û almanya dikim. Dixwazim vegerim. Bi qasî min ji Kuba û Kubayî ya fêm kir; ku di têgeh û karê wan de, her tişt ji bo jiyanê ye! Ew tiştên ku em hêjî xwe dikin qurban û dibin qurban, wan li pey xwe hiştiye. Weke Ol û Namûs. Naqosê dêra li erdê ne. Ne dengê naqosê dêra û nejî azana melleyê mizgehta kesekî aciz nake. Ez ji Margerîta dipirsim; Fîdel çû, Raûl jî êdî kale, yê li wî were xuya ye? Ew dibêje; ez nizanim, û Raûl ne kal e! Bi qasî ez dizanim ew di ser heftê salî re ye. Lê kesekî di pey wî re xuya bike nîn e. Wa diyare hilbijartin jî ji bo Kubayî ya ne grîng e. Hilbijartin di nava partiya Komînist û di destê serok û erkdarê wê de ye, û ew jî rêveberê xwe dibijêrin.

Di taksiyê de ez diprsim ji şofêr, ma mûçeyê doktor û mamosteyekî çiqas e? ew dibêje; li derdorê 40 cûc ye. Lê mûçeyê şofêr û yê meyfroşekî, û yê laşfroşekê ji yê alimekî zehf bêhtir e. Ez xwe bi xwe dipirsim: ka moral li ku dimîne. Derbasbûna sermiyanê derve, yê ji bilî tûrîzmê zehmet e. Ez li dîplomatekî fransî re diaxifim, ku jina hevalê wî kubayî ye. Ew dibêje; heta hevalê min xaniyek ava kir çavê wî ji serê wî derketin. Em bi her hawê xwe ji hev dûrin. Meriv di serî de nêzîk, yan jî dûrî hev e. Ez û pirtûkên xwe dîsa bi hev re me berê xwe da ewropa û almanya.

Newaf Mîro 

newafmiro@gmx.de

08.02.16

Bersivekê binivîsin