Gencîneya Gotinên Pêşiyan

Gencîneya Gotinên Pêşiyan

Pirtûkek Hêja GENCÎNEYA GOTINÊN PÊŞIYAN

Ev pirtûka bi navê GENCÎNEYA GOTINÊN PÊŞIYAN ku tê de 3.500 Gotinên Pêşiyan hene, ji aliyê weşanxaneya PENCÎNARê ve ku li Swêdê ye hatiye weşandin. Rêveberê eşanxaneyê Zeynelabidin Zinar jî jê re pêşgotin nivîsiye. Pirtûk ji aliyê ciwanekê xemxwarê Çanda Kurdî bi navê Ebdurehman Aydogdu ve hatiye amadekirin. Abdurehman AYDOĞDU di 1992an li Pirsûsa Rihayê hatiye dinyayê. Xwendina wî ya seretayî, navîn û amadehîyê li Pirsûsê çêbûye. Piştre sal 2012 li Zanîngeha Çewlikê dev bi xwendina Beşa Felsefeyê kiriye, sal 2013 dîsa li eynî Zanîngehê dev bi xwendina Beşa Riwekên Zeviyê (tarla bitkileri) kiriye û xwendina wî niha berdewam e.

Ev xortê ciwan di vî temenê kêm lê bi hezkirineke dilovanî lêkolîn li Çanda Kurdî, xasma jî ziman, wêje û Folklora Kurdî kiriye û li xebata xwe jî berdewam e, gotiye: “Gotinên Pêşiyên me, ji bo me Kurdan gencîne ne. Heta ku ev gencîne jî dernekevin holê, bê wate ne û sûd ji wan nayê wergirtin. Nexwe pêwîst e ku her kurdek van gencîneyan binivîse û pêşkêşê nivşên demê bike.”

Ev 3.500 gotinên Pêşiyan ji herêmên weke Amed, Amêdî, Duhok, Zaxo, Silêmanî, Koban, Mêrdîn, Qoser, Êlih, Gercews, Mûş, Agirî, Semsûr, hin navçeyên Rihayê weke Pirsûs, Wêranşêr, Hewang, Serêkanîyê, Girêsor, Xelfetî, Curnê Reş û hin gundên herêmê hatine berhevkirin, pirtûk bi ciwaniyeke spehî hatiye çapkirin û bi giştî 164 rûpel e. Gotinên di pirtûkê de li gor rêza alfabeyê hatine sererastkirin, ji tîpa Ayê dest pê dike û bi tîpa Zyê jî diqede. Em jî wek Rojeva Kurd bi hêvî ne ku ev pirtûk bibe
alîkar ji bo Çanda Kurdî û li pirtûkxaneya Kurdistanê jî pîroz be.

Navnîşan:
pencinar.z@gmail.com

www.pencinar.se

abdurrahman_aydogdu@outlook.com
0542 468 3667

Jêder: Rojeva Kurd/Stockholm 05/ 12/ 2014

Bersivekê binivîsin