Gelo Minminîk, Dikare Tofanê Rake?

Gelo Minminîk, Dikare Tofanê Rake?

Gelo Minminîk, dikare tofanê rake?

Bandora Minminîkî, çî ye?

Esera Minminîkî, dibêje ku tiştên herî biçûk jî dikarin guhertinên herî mezin pêkbînin û ev bêje di pêşbînîkirina rewşa hewayê da jî pir tê bikaranîn çimku pergala Nexêzokî yan sîstema ku Xettî nîne, vê fenomena pir ecêb bi awayeke zanistî, şirove dike.

Gelo her tiştên cîhanê, girêdayî hevodin in û çêdibe ku pêwendîya wan bi hevodin ra hebin?

Gelo bi ketina peleke dara Çinaran ya kolanên bajarê Makûyê, dê di bajarê Newyorkê da bûyerek mezin biqewime!

Yan bi lihevketina per û baskên Minminîkeke gundeke Amedê, dê di Tokyo’ya Japonê da, tofaneke sosret rabe! Belê, bersiva van pirsên ecêb, erênî ye û sedema wê jî fenomeneke zanistî ye ku fîzîkzan û matematîkzanên cîhanê jê ra dibêjin: Bandora Minminîkî.

Bandora Minminîkî çî ye?

Di sala 1961’an da matematîkzan û hewanasê Amerîkî, Edward Norton Lorenz, dema li zanîngeha MIT’yê, li ser bernameyeke kompîyoterî ya ku modela çawanîya rewşa hewayê, sîmûlîte dikir, lêkolîna zanistî dikir, tiştek pir ecêb dît.

Rojekê, Lorenz radibe çend parametrên ku numayendeya rewşa despêka klîmayê ne, bi qaseke pir pir biçûk, diguherîne wek mînak: hejmara 1,506127’ê dike 1,506.

Lorenz pir heyirî dimîne û têderdixe ku ev guhertinên pir pir biçûk, dibin sedema guherîna pir pir mezin di pêşbînîyên rewşa hewayê da.

Lorenz ku pir ji vê encama sosret, matmayî maye, lêkolîna xwe didomîne û di dawîya dawî da têderdixe ku sîstemeke wek atmosfera Goga Erdê, bi biçûktirîn guhertinan, bi derbasbûna demê ra pir pir mezin tê guhertin û ev guhertina pir hessas û zerîf dikare bi derbasbûna demê ra, bibe sedema encamên ewqas mezin ku tu car nayên texmînkirin jî.

Ev vedîtin û keşfa pir pir balkêş, bû sedem ku Lorenz di sala 1972’an di 139’emîn rûniştina Encûmena Netewî ya Pêşxistina Zanistê ya Amerîkayê da, meqaleyeke pir pir girîng ya li ser navê jêrê raxîne ber çavê zanîyaran û bala hemû cîhanê bikşîne ser:

 Gelo lihevketina per û baskên Minminîkek di Brazîlyayê da dikare bibe sedema rabûn û derketina Tornadoyeke terikî ya li Texas’ê!

Roja îroj, zanîyaran dizanin ku fenomenên wisa sosret û ecêb, tenê taybet bi gerstêrka Erdê nînin belke di sîstemên din yên cîhana derdora me da jî dikarin van taybetmendîyên nuwaze, biqewimin. Ev pergal ku fîzîkzanan, jê ra sîstemên ku xettî nînin, dibêjin, bi awayeke pir pir zêde, girêdayî rewşa despêkê ne û bi biçûktirîn guhertin di forma despêka xwe da, dikarin di pêşerojê da, guhertinên pir pir mezin di sîstemê da pêkbînin.

Belê dibe ku ev yek pir pir ecêb û qebûlkirina wê dijwar be, lê bûyerên cîhanê pir pir zêdetir ji tiştê ku em xeyal dikin, girêdayî hevodin in.

Her tişt, di cîhana me da, bi awayeke domdar û peylihev, girêdayî hev in. Ji ketina peleke daran bigire heya mezintirîn bûyerên xwezayê.

Jêder: https://en.wikipedia.org/wiki/Butterfly_effect

 1- Butterfly Effect  2- Edward Norton Lorenz  3- Nonlinear Systems

Wergêr: Edoyê Girêdayî

Bersivekê binivîsin