Gelo Beriya Yewnana Kevin Jî Ramana Felsefî û Zanistî Hebû?

Gelo Beriya Yewnana Kevin Jî Ramana Felsefî û Zanistî Hebû?

Gelo Beriya Yewnana Kevin Jî Ramana Felsefî û Zanistî Hebû?

Di olên welatê Çîna Kevin, Hînt û Îranê de û di mîtolojiya wan de, rast e ku li ser xweza û wateya jiyana mirov gelek ramanên kûr yên felsefî hene. Heta mirov dikare bibêje ku di olên çînî û îranî de heyîn her dem di nav dijayetîyek (dijberîyek) û pêvçûnekê de hatine şirovekirin. Ango, mirov dikare bibêje ku di ramana kevin ya rojhilatê de lewneka seretayî ya nêrîna dîyalektîkî jî hebû. Digel vê yekê, di vê erdnîgarîyê de mirov dikare bibêje ku bandûra ol, her dem zêdetir bû. Bi gotineka din: Di ramana rojhilat ya kevin de felsefe di bin bandûra ol de maye û wek hewldaneke serbixwe ku xwe dispêre aqil, derneketiye holê. Heta mirov dikare vê yekê jî bibêje ku ramanwerên yewnan gelek ramanên xwe yên felsefî ji rojhilatê girtine. Belam ramanên ku ji aliyê ramanwerên yewnan ve ji rojhilatê hatine girtin, bi awayekî gelek cuda hatine sererastkirin û berfirehkirin. Mesela geometrîya Misrê, ji ber ku dixwestin lehîya ava çemê Nîlê asteng bikin, derketibû holê û hatibû berfirehkirin.

Ji bo vê yekê jî misrîyan gelek avrêjnan ava kirine û nehiştine ku ava çema Nîlê wek lehîyekî erdên wan yên çandiniyê di bin avê de bihêle. Ango, geometrî ji bo armanceka pratîk hatibû berfirehkirin û tu carê jî xwe ji vê armanca pratîk rizgar nekiriye û ne bûye zanayîyek serbixwe û sîstematîk. Belam, ramanweran yewnanî yên berê bi taybetî jî Eukleîdes, van zanayîyên ku xwediyê taybetmendîyên teknîk û pratîk bûn, sîstematîze kiriye û wan kiriye wek zanisteka teorîk. Heman tiştî em ji bo astronomîya Babillîyan jî dikarin bibêjin, ku di vê yekê de tu armanceka wan ya olî tune bû. Ev zanayîya Babillîyan jî di destê ramanwerên yewnanîyên kevin de gihêjtiye asta zanisteka teorîk ya ku bi tenê ji bo armanca zanînê hatiye berfirehkirin û sîstematîzekirin. Dîsa mirov dikare bibêje ku ev zanist ji bilî armancên pratîk, ji bo armancên teorîk hatiye bikaranîn. Ramanwerên yewnana kevin heman serkeftinê di warê felsefeyê de jî nîşan dane û felsefeyê, ji bandûra ol rizgar kirine û wê kirine wek zanayiyek serbixwe û teorîk. Felsefe ji bo wan, di warê bidestxistina heqîqetê de hewldanek girîng e. Ji bo vê yekê jî, fîlozofên ku hez ji zanayiyan dikin û zanyariyê girîngtir dibînin, yekem car di erdnîgeriya yewnan de (Îyonyayê de) derketine holê. Wek mînak: Fîlozfê Thales, ku wekî fîlozofê pêşîn tê hesibandin.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan de Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî 

Bersivekê binivîsin