Fîlolaos

Fîlolaos

Gerdûn kûrewî ye û bisînor e. Di navendê de, dilê gerdûnê ango agirek heye, ku ev der navenda çavdêriya Zeus e.  Li hawirdora vî agirê navendî, 10 (deh) cismên ezmanî digerin. Erd/ser rûyê erdê bi saya cismê Antiktonê, ji vî agirê navendî tê parastin.

Leza van cismên ezmanî dema ku ji vê navendê dûr dibin, kêm dibe.

10 (deh) cismên ezmanî, li hawirdora agirê navendî  wiha digerin: Antikton, Erd, Heyv, Roj, Merkur, Venûs, Mars, Jupîter, Satûrn û sitêrkên din. Em Antiktonê nikarin bi çavên serê xwe bibînin, çimkî erd herdem rûyê xwe jê ba dide aliyê din.   

Fîlolaos | B.Z. 470-385 

Têbinî: Beriya Zayînê Dİ sedsala 5 an de jiya ye û ew bi xwe endamê dibistana aligirên Pîsagor bû. Girîngiya Fîlolaos: Fîlolaos wê baweriya sîstema ezmanî ku erdê wek bingeh didît nepejirandiye û sîstemeka wiha ava kiriye.

Bersivekê binivîsin