Fetlenka Nependî: Mirin

Fetlenka Nependî: Mirin

FETLANEKA NEPENDÎ: MIRIN

Mirin; Qutbûn (tunebûn) an jî ji nû va vejîn

Dawiya her tiştî an jî destpêka her tiştî.

     Awê ku tê zanîn her kesek di çemê xwe da soberî dike. Mirin jî ji bo her kesî tiştekî ifade dike. Nêrîna her kesekî a li mirinê û bîr û baweriya her kesî a piştî mirinê cuda ye. Lê rastiyek û tiştek mutlaq heye ew jî mirine. Her candar çi mirov, ajal û nebat dibe bila bibe, wê rojekî mirinê tehm bike.

     Ji destpêka mirovahiyê heta îro çi mirov dibe bila bibe( ê/a xwediyê fehm û feraset û mêjî û fik û raman) bi teqezî li mirinê fikiriye û van pirsa ji xwe pirsiye:

*Gelo bi mirinê wê dawî li her tiştî bê û ezê bibim tunê, yan jî mirin ji bo jiyaneka nû derfêt û destpêkeke?

*Gelo ku ez mirim ewê giyanê min çi pê bê? Ewê here semayê bigihîje asta xwedayî yan bi kirasguherînê(reenkarnasyon) wê ji nû va were ser riyê dinyayê û yan jî ewê qutbibe û bibe tunê heta bi hetayê?

     Wekî van pirsa mirov dikare bi sedan pirs bijmêre, lê belê pirsê herî girîng van herdûka xuya dikin. Ji hemû dînê xwedayî bigire hetanî dînê dinê xwestine bersiv bidine van pirsa û dilê bawermendê xwe bînin cîh û xweş bikin. Bi rastî jî bi hînkirin û baweriya bersiva van herdû pirsa mirov xwe di ewlehiyê da his dike. Lewre rıh şêrîne û fikra tunebûnê janeka tûj dixe dil û mirov dilnerehet dibe pê. Ji ber vî hema em dikarin bibêjin hemû dîn bersiva van pirsa di çarçoveya xwe da dane. Ez dixwazim çend mînak bidim ka kîjan dîn di derheqê piştî mirinê re çi dibêje.

     Dînê Îslamiyetê: Awê ku tê zanîn di dînê îslamê da baweriya piştdawiyê (axret) heye. Bawermendê dînê îslamê bawerî bi dojeh û bihuştê tînin. Bihuşt wekî dilşadiyeka abadîn tê pejirandin. Bi vê baweriyê dilê bawermenda xweş dibe û tê cîh. Ev jî dike ku bawermend hewl bidin ji bo li gor vî bijîn û tevbigerin.

     Gava ku em dinêrin di cihûtî û xristiyaniyê da jî baweriya piştdawî yê dibînin. Lê bi çend xala van dîna ji hev cuda dibin.

     Hindûîzm: Li gor vî dînê mirin ne dawî ye. Kesê ku bimire bi rêya kirasguherînê dîsa tê ser rûyê dinyayê. Di vî dînê da baweriya pişdawiyê tuneye.

     Olên Çînê: Di dîtaneyê Konfuçyus û Tao da giyanê kesê ku dimire diçe dinyayeka nediyar û li wê dinyayê wekî giyanê baş û giyanê nebaş jiyana xwe didomîne. Li dinyaya nû li gor tevger û bizav û başî û nebaşiyê ku li vê dinyayê kirine dibin xwediyê statuyek

     Şîntoîzm: Di vî dînê japona da jî baweriya piştî mirinê heye. Li gor vî dînê kesê ku dimirin diçin dinyaya binerdê û jiyana xwe li wêder didomînin.

     Mirov dikare mînaka zêde bike lê ez naxwazim serê we biêşînim. Gava ku mirov dinêre, dibîne ku ne tenê ol di derheqê vê mijarê da xwediyê peyvê ne. Pirî nivîskar û feylesof û kesê xwediyê fikr û ramana jî xwestinê bersiva van pirsa bidin. Feylesofê yewnan ê bi nav û deng Sokrates wiha dibêje:

     “Bi rastî hêjî kes nizane mirin çiyê, dibe ku ji bo benîadem dilşadiyêka herî mezine, yan jî na. Lê dîsa jî mirov ji mirinê wekî ku bedbûnî û nabaşiya herî mezine ditirsin.”

     Ez li vêder nikarim fikr û ramanê hemû nivîskar û feylesofa ê di derheqê mirinê da vebêjim. Lê ez dixwazim bi taybetî li ser feylesofê alman ku damezirînerê nihîlîzmêye jî Friedrich Wilhelm Nietzsche bisekinim. Awê ku tê zanîn F.W.Nietzsche di warê felsefeyê da wekî hîva çarde şevî dibiriqe û xwediyê fikr û ramanê resen û balkêşe. Ku em li du xwe binêrin û nija jî li ser F.W.Nietzsche  û fikr û ramanê wî û li ser dîtaneyê wî pir gengeşî û munaqeşe hatine kirin û hê jî tên kirin. Pir tişt hatine nivîsandin û gotin. Lê ez dixwazim li vêder li ser fikrê wî yê piştî mirinê bisekinim. Gelo li gor F.W.Nietzsche piştî mirinê wê çi bi me bê?

     Gava ku em li pirtûkê F.W.Nietzsche dinêrin, em pirî cara leqayê têgî    na “Amor fatî” tên. Amor fatî; ji anînivîsa xwe hez kirine. F.W.Nietzsche dibêje: “Pêşî bêgavî yê bixwaze, paşê tiştê ku te xwestiyê hez bike. Ji bo tu bêhêvîtiyê têk bibî ‘awa bûye’ yê biguherîne ‘min awa xweste’ yê”

     Bi vê têgînê F.W.Nietzsche bingehek ji twêja Dubare kirina Ebedî(Eternal return) ra çêdike. Lewra  F.W.Nietzsche dibêje: “Gava ku te kirina kiryarek bijarte, tu di hemen demê da dibijêrî ku kirina vê kiryarê heta bi hetayî tu yê dubare bikî.” Û dîsa dibêje ku “Piştî mirinê jiyanek nû tuneye. Tiştê nemir ev jiyane û ev kêliye. Wê vê kêliyê heta bi hetayê bidome.”

     Di pirtûka xwe da, ya ku bi navê Şen Bilim hatiye wergerandin li tirkî hin zêdetir vê mijarê ronî dike û pêşkeşî me dike. Dibêje:

     “Jiyana ku tu jiyayî û a ku tu niha dijî tu yê bêgav bimînî ku dîsa ji nû va û bêhejmar bijî, tu tiştekî nû wê tunebe: hemû êş û kêf û fikr û raman û hemû henaseyê te bixwe, her tiştê biçûk û mezin ê nayên pênase kirin, wê li dû hev û di heman rêzê da li te vegerin. Ev qenikê ku di nav dara da diçe û tê û ev pîrhevok bixwe, ev kêlî û ez bixwe jî. Tu; ye ku di nav seeta qûmê ya bêdawîtiya heyînê da lekeya tozê yî, û bi te ra ji nû va serberjêr bên zivartin.”

     Em li vir dibînin û awê ku F.W.Nietzsche bixwe jî anîtiyê ziman baweriya wî ya jiyana piştî mirinê tuneye. Twêjeka nû avêtiyê holê. Lewra tunebûn mirova ditirsîne. Ez bawerim ê/a ku baweriya wî/e bi jiyana piştî mirinê tunebe jî vê pirsê ji xwe dipirse:

     “Gelo piştî ez bimirim ezê heta bi hetayê tune bibim? Madem ezê tune bibim ez çima û ji bo çi hatim vê dinyayê?”

     Ez dixwazin nivîsa xwe bi peyveka F.W.Nietzsche bikedînim. Wiha dibêje:

     “Jiyan, çirûskeka di nav heman du valahiya da ye, çirûska di nav tarîtiya pêşiya zayînê û tarîtiya piştî mirinê ye.”

     Gelo bi rastî jî ev çirûsk tenê di nav van herdû heyamada tenê dibiriqe? 

Emre MÛHARGÎNÎ

15.03.2016 

Bersivekê binivîsin