Felsefeya Zanayiyê ya Hegel

Felsefeya Zanayiyê ya Hegel

Felsefeya Zanayiyê ya Hegel – 1770-1831

Georg Wilhelm Friedrich von Hegel di sala 1770 an de li Stutgarta Germanya (Almanya) hatiye dinyayê. Hegel di destpêkê de li Heildelbergê û piştra jî li Berlînê, li zaningehê mamostetîyê kiriye. Bi rêya berhemên xwe, hem rasterast û hem jî bi saya Karl Marx, bandûreka mezin li dewra xwe kiriye. Felsefeya Hegel hebekî tevlîhev e û zor tê têgihiştin. Ev felsefe di naveroka xwe de gelekî taybetmendiyên razber diguncîne û ev yek jî, têgihiştina wê dijwar dike.

1- Hegel dema ku felsefeya xwe pêk tîne, rêbaza dîyalektîkê bikar tîne. Wek fîlozofên serdema pêşîn yên yewnan, li cem hegel jî wek rêbaza dîyalektîkê, ji bo têgihiştin û derxistina holê ya heqîqetê, rêbaza sereke ye. Rêbaza dîyalektîk ew rêbaz e ku têgehekî bi dijberê xwe re dinîrxîne û ev yek, di vê rêbazê de prensîbekê girîng e. Mesela em bibêjin reş û sipî, nêr û mê û hwd. Bi vî awayî her têgeh, bi dijberê xwe re dikeve têkîliyeka (danûsitandineka) tez û antîtezê. Mesela em bibêjin bila reş û sipî bibin tez û antîtez, wê demê mirov dikare bibêje ku wê ew ê bigihêjine sentezeka wek gewr.

2- Li gor bawerîya Hegel, ji bo hilberandina (bidestxistina) zanayîyê, cudahiya aqil û ezmûnê tune. Lewra li gor nêrîna wî, ew zanayîya ku dibêjin ji ezmûnê te, ew jî ji aqil tê û naverokeka zêhn an jî hiş e.

3- Bi gotina zêhn an jî hiş mebesta Hegel, aqilê gerdûnî (Geîst) ye. Geîst an jî aqilê gerdûnî, xwe bi xwezayê re bi awayekî dijber raxistiye holê. Geîst an jî aqilê gerdûnî, ji bo derketina holê ya zanayîyê, gelekî girîng e. Aqilê gerdûnî (Geîst) di xwezayê de xwe bi aqilê mirov dide der. Aqilê gerdûnî ya ku di xwezayê de û li cem mirov deng vedide, di pêvajoyeke dîyalektîkî de dixwaze ku were zanîn û naskirin. Ji ber vê yekê jî di felsefeya Hegel de: ‘Yên aqlî, rasteqîn û yên rasteqîn jî aqlî ye.’ Erka felsefeyê jî di zêhna mirovî de derxistina holê ya aqilê gerdûnî ye.

4- Di felsefeya Hegel de zanayî, têgînî (kavramsal) ye û gelekî zêde razber e. Ji ber vê yekê jî têgeh (têgîn) di maweyeke dîyalektîkî de, di têkiliyeka tez-antîtez û sentezê de bi pêş dikeve û di vê pêşketinê de ji nakok û dijberên ku di naveroka wê de ne, xwe xilas dike. Lê pêşveçûna têgehê ya dîyalektîkî, bi serê xwe tenê ne besî derxistina holê ya heqîqetê ye. Bi awayekî nekêm ji bo ku heqîqet bikaribe derkeve holê, divê aqlê gerdûnî jî bigihêje bîra (hişa, şiûra) xwe û xwe ji hemû nakokîyan rizgar bike.

5- Di felsefeya Hegel de xaleka din ya girîng jî, hevgirtina rastiyê ya bi sîstemê re ye. Ango, rastiya tiştekî girêdayê hevgirtina wê ya bi sîstemê re ye. Lewra sîstem ji zanayîyên sehekî dest pê dike û heta asta saf ya aqil, dereceyên rastiya zanayîyê radixe holê. Ji ber vê yekê jî rastiya zanayîyeke ew e ku bi sîstemê re hevgirtî be. Geîst ji bîra kirdewar dest pê dike û ber bi bîra nesnel ve û ji wir jî ber bi bîra mitleq ve dihêre.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin