Felsefeya Zanayiyê ya Arîstoteles

Felsefeya Zanayiyê ya Arîstoteles

Felsefeya Zanayiyê ya Arîstoteles (B.Z. 384-322)   

Arîstoteles damezranerê felsefeya sîstematîk e û bingehên zanista mentîq, metafîzîk û gelek şaxên din yên felsefî ji aliyê wî ve hatiye avêtin. Di cîhana îslamê de wek mamosteyê pêşîn tê nasîn û li cîhana rojava jî, jêre ustad tê gotin. Bêguman mirov bi hêsanî dikare bibêje ku Arîstoteles fîlozofekî mezin e û di wê dewrê de mamostetiya Îskenderê Mezin kiriye.

Mirov dikare felsefeya wî ya zanayîyê wiha şirove bike:

1- Wek mamosteyê xwe Platon, li cem Arîstoteles jî zanayî, ancax zanayîya ya tevayî (ya tumel) ye û zanayiya yên tekane (yekhejmar, tekîl) tune. Ew ancax dikarin bibin mînakên tevayîyê (tumelê). 

2- Arîstoteles cûdahiya cîhana forman û sehekan, napejirîne. Li gor bîr û bawerîya wî form di nav maddeyê de veşartîye û bi awayekî potansiyel, di naveroka wê de heye. Mesela em bibêjin forma dareka hejîrê, di toximê xwe de ye û pêvojoya heta ku ew toxim bibe dareka qirase û hejîran bide, di toximê hejîrê de bi awayekî potansîyel heye.

3- Li gor Arîstoteles, em bi livokên xwe yên sehekî nêzîkê heyînan dibin. Her livokeka me, xwediyê nesneyeka sehekî ye. Dema ku bi van livokên xwe, xwe nêzîkê nesneyan dikin; ango dema ku em wan dibînin, seh dikin, dest didin wan û hwd. nesneyên me yên sehekî ku bi awayekî potansîyel li cem me hene, xwe aqtîv dikin û têgihînên me yên ku ji wan tên, dikarin rast an jî çewt bin.

4- Têgihiştin, her dem bi ber bi formên zêhnî ve ye û bi formên zêhnî re têkildar e. Têgeh, di darazekî de têne civandin. Belam, ji ber ku têgihiştin xwe disperê têgehên li jêrên xwe û wiha didarizîne, çewtîyekî derdixe holê. Lewra têgihîn, herçiqas xwediyê nîrxeka bilindtir e jî, bi rêya têgehan didarizîne.

5- Li gor nêrîna Arîstoteles zanayî, zanayîya tevayî ye, zanayîya ya gerdûnî ye. Ji bo bidestxistina zanayiyeka bi vî rengî, di destpêkê de divê ciyewaziya cins û cudahiya wê, were destnîşankirin. Ji ber vê yekê jî li cem Arîstoteles zanayî, di wesfê zanayîya zanistî de ye.

6- Di zanayîya zanistî de şertê pêşîn ew e ku divê mirov bi hilika wî tiştî bizanibe/derxe holê. Dayîna hilika tiştekî jî, bi eşkerekirina sedemê wê pêk tê. Pêzanîna sedemê tiştekî jî, ancax bi awayekî rasteqîn bi pêzanîna wî tiştî dibe.

7- Arîstoteles teorîya xwe ya çar (4) sedaman pêşkêş kiriye û gotiye ku bi rêya ceribandina van çar (4) sedeman, mirov dikare xwe bigihîne zanayîyê.

Ev çar (4) sedem jî ev in:

1- Sedemê maddî

2- Form

3- Sedemê çalak

4- Sedemê teleolojîk (sedemê mebestî) ne.

Em dikarin van çar sedeman bi mînakeke şirove bikin:

Mesela dema ku em peykerekî çêkin, me ew peyker jî çî çêkiribe (ji herîyê, ji mermerê, an jî em bibêjin ji bronzê) ev yek sedemê maddî ye. Peykera ku bi şeklekî dertê holê, form e. Peykertraşê ku vê heykelê çêkiriye, sedemê çalak e. Ya dawî jî, me bi çî armancê ew peyker çêkiribe (ji bo firatanê, ji bo xwe, ji bo pêşandanekê taybet û hwd.) ev yek jî, sedemê teleolojîk e. Ango, sedemê mebestî ye.

8- Zanayîya van çar (4) sedeman, ji bo têgihiştina cinsê nesneyê, wê bi kêrî me were. Û piştra, wê em ê bikaribin cudahiya vê cinsê ji yên din destnîşan bikin û danasîneka wê bidin. Mesela pirsa ‘Mirov çî ye’ wê li gor çar (4) sedeman were şirovekirin, ferqa wî ya ji heywanan wê were destnîşankirin û wê mirov xwe bigihîne encameka/danasîneka wek ‘Mirov, ew heywan e ku difikire.’

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin