Felsefeya Exlaqê ya Arîstoteles

Felsefeya Exlaqê ya Arîstoteles

Felsefeya Exlaqê ya Arîstoteles (B.Z. 384-322)   

Mirov dikare felsefeya exlaqê ya Arîstoteles, ji berhema wî Ethika Nikkomakheia–Exlaqa Nikkomakhos fêr bibe. Etîka Arîstoteles, etîkeke mebestî ye. Ew wiha difikire ku, hemû tişt ber bi baş ve diqesidin. Ango, baş ew armance ku hemû tişt, ber bi wê ve diqesidin. Sincdarî (rewişdarî, biexlaqî ), ne ew tevgerên me yên ku ji xwe baş in. Sincdarî, ew tişte ku mirov nêzîkê “tiştên ji bo başiya mirov in” dike, ye. Arîstoteles, di exlaqê de başiyê; bi “tiştên ku ji bo mirovan baş in” re, bi sînor dike. Tiştê ku ji bo mirov baş e; çalakiya biaheng a ku di navbera rih û başiyê de ye.

Li gorî baweriya Arîstoteles jî, mebesta jiyanê bextyewarî ye. Belam, li gorî wî berxwidarî ne tiştekî têgihanî ye. Ew tiştekî wiha ye ku, mirov ancax di hemû jiyanê de dikare xwe bigihînê. Ew cûre çalakiyek e û xweş, bi awayekî xwezayî beşdarê wê dibe. Çawa ku bi yek kulîlkekî û bi yek rojeka bitav, havîn neyête; bi demxweşiyeka kurt re jî, berxwidarî nayê. Arîstoteles, lêdikole da ku fêr bibe ew kîjan jiyan e ku berxwidarîyê ava dike. Di vê xalê de Arîstoteles, behsa çar (4) hêmanan dike:

1-Xweşî

2-Şanazî

3-Dewlemendî

4-Jiyana teorîk.   

Li cem Arîstoteles, jiyana teorîk ango daketina fikirînê, armanca herî bilind e. 

Arîstoteles wiha dibêje: “Armanca hemû çalakiyên mirovan baş in û her çalakî, ber bi başiyê ve diçe.” Bi vî awayî, pirraniya nirxan (hêjahiyan) dertê pêşiya me. Lê, her asta (derenceka) heyînê, “Baş” ekê bilind a xweser e. Erka (wezîfeya) felsefeya exlaqê jî, di vê xalê de; destnîşankirina yê/ya baş e.  

Berxwidariya mirov ya xas jî, tevgera bi erdem e. Di jiyanê de ew kesên ku xwediyê pisporiyeka diyar in, ancax ew dikarin bigihêjin bextewariyê. Bextewarî, çalakiya giyana bierdem e ku jiyaneka pispor didomîne. Xweşî (haz) jî, temamker û encama hemû çalakiya ye. Xweşiya herî bilind jî, bi raman û tevgerên exlaqî pêk tên. Daxwaza bidestxistina xweşiyê, mîna wek navajoya (dozîna) jiyanê; tiştekî bêgav e. Belam, bi tenê xweşiya mirovê bierdem, xweşiyekê rasteqîn e. Ji zêdetirê tevgera pratîk, tevgera teorîk êdî mirovî ye. Wek Platon, Arîstoteles jî nirxên (hêjahiyên) giyanê wek nirxên rasteqîn dibîne û wisa jî, wan dipejirîne. 

Di dawîyê de Arîsto dibêje ku: “Bextewarî, ancax di wan tevgerên li gor aqil (amizger) û xwedîerdem de peyda dibe.”

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin