Felsefe, Çalakiyek Rexnekar e
Felsefe, Çalakiyek Rexnekar e
Felsefe, bi awayekî rexneker/rexnegir dest bi babetên xwe dike. Babet çi be bila be, felsefe bi şik (bi guman) xwe nêzîkê mijarê dike û bi vê yekê re dixwaze ku hêlên cihêreng û veşartî, ên wê babetê derxe holê. Helbet ne bêgav e ku rexne her dem neyînî bin û ji xwe felsefe jî ti carî derheqê herênayên/îkîlemên rast-çewt, mafdar-niheq û derbasdar-nederbasdar de tu darazan pêşkêş nake.
Berevajiya vê yekê felsefe, di çarçoweyek mentîqî de li mijaran vedikole û dixwaze ku bizanibe, ka mijar (an pêşnîyar-onerme) derbasdar û hevgirtî ye, yan na? Herweha ji pêşniyaran dest pê dike û li encamê jî vedikole, ka ew pêşniyar rê li encamek wiha vedikin yan na?
Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
18.02.2015