Ezmûnên Çavdêrxaneya Esa’yê

Ezmûnên Çavdêrxaneya Esa’yê

Anteneke ji antenên çavdêrxaneya Ewropayî ESA, ji keştiya fezayî Cassini ku weke Saturn-nas tê zanîn, wergirtina sînyalan pêk anî. Istasyona fezayî New Norcia ya li Awistralyayê sînyal ji 1,44 mîlyar kîlometre dûr wergirtiye ku ev jî cihê xwe weke sînyala herî dûr ya îstasyoneke ESAyê heya a niha wergirtiye, digire.

Sînyalên radyoyê rawertina mesafeya 1,44 mîlyar kîlometreyê bi qasî 80 deqîqeyan de pêk dianîn. Sînyalên wergirtî, beşek ji ezmûnên ESAyê yên ji çend îstasyonên cihêring pêk hatibûn, bû. Istasyona New Norcia xwediyê anteneke ku çapa wê antenê bi qasî 35 metre û giraniya wê jî 630 ton e.

Metîn Eser

Çavkanî: BELGA

Bersivekê binivîsin