Evîn û Qeşengî li gel Pilaton

Evîn û Qeşengî li gel Pilaton

Evîn û Qeşengî li gel Pilaton | Xweşnav Heso

Pilaton an jî “Eflatûn” yê ku bêhtir navdare bi bîrdozeya nemûneyî ,baldarê evîn û qeşengiyê jî bû , ber ku qeşengî yek ji sêyaneyên serekî ye di nasnameya Felsefê de .

Evînî ewe têgihişta di navbera cihana nemûneyî û hestyarî de ye , Pilaton dibîne ku evîniya herî bedew û bilind ewe ya ku xwe dûrî bercewendiyan dibe , ya ku dûrî daxwaz û xwestekan be , ji vê yekê ,ewê evîniya di navbera jin û mêr de ne durist be ji ber ku ew li ser daxwazên laş û hestên dilbijok peyda bûye û xwiya dibe .

Pilaton ev nerîn ji Sokratos wergirtiye , ne xeme , ma ne ew şagirt bû li gel wî ?

Ji vê hêlê de Pilaton dît ku evîna durist divê ku di navbera du mêran de pêk bê , da ku ew evîn dûrî xwestekên dilbijok be , û her dem li rasteqîneya evînê bigere bêyî li bercewendiyan bixebite û bikole!

Armanca evînê qeşengî û çakî ye , û heger em bizanibin di felsefeya Yonanê ya kevn de têkiliya sûdekaran û qeşengiyê na cêwaz bû , emê nasbikin ku evîn ewe daxwaza çakiyê û qeşengiyê di vî warî de .

Evînî mebestek berz û bilinde ji ber ku ew babeta xwe û mijarên xwe derbasî cihana nemûneyî dike, ev cihana ku tê naskirin bi Maf, çakî û Qeşengiyê de,  û heger çakî û qeşengî mebesta evînê be gereke vê gavê ku afrandina hunerî û qeşengî bike, û çakiyê bikar bîne!

Evînî li gel Pilaton naxwe ewe kêşeya duriste ya ku afrandina hunerî ya resen peyda dike , û evîn ewe her ku dûrî bercewendiyan be, ji vê yekê de hunersazî bêhtir resen dibe da ku nûneratiya cihana nemûneyî û rastiyên hemîşeyî bike.  

 Xweşnav Heso

08. 07. 2014

xweshnav.heo@hotmail.com

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

Bersivekê binivîsin