Etîk û Ehlaq: Etîk Tunebe, Ehlaq Sîstemeke Vala ye

Etîk û Ehlaq: Etîk Tunebe, Ehlaq Sîstemeke Vala ye

Etîk, lêgerîna rê û rêzikan, lêgerîna qanûna ye. Lebelê etîk, bi tenê legerîna nirxa ye. Etîk tunebe, ehlaq sîstemeke vala ye. Jêdera peyva ehlaqê, ‘moral’ a latinî ye, ku koka wê irf û adet e û wezîfeyên ku di jiyana me de hene dinasîne.  Etîk jî, ji koka ‘ethos’ a yewnanî, yanî ji koka ‘xislet’ê (karakter) tê û wesfê afirandina nirxî ya meriv vedibêje. Li gor vê yekê beyî ku hay jê hebe meriv dikare li gor qanûnên ehlaqî tevbigere, lêbelê ji bo tevgerîna xwedîetîk, zanîna nirxî pêwîst e.

Mesela gotina ‘divê tu kesî nekûjî’ ji gotina ‘jiyîn, mafê herî bingehîn e’ cihê ye. Destpêka ehlaqê neyînî ye, qedexe dike û sînoran diyar dike. Destpêka etîkê jî erênî ye û li nirxan digere. Ji bo vê yekê jî, tiştê ku jêre mafê mirovî tê gotin divê ne ji ehlaqê, lêbelê divê ji etîkê were hilberandin. Huner jî, dikare ne li gor irf û adetan be, heta dikare li dijî qedexeyan serî jî rake. Lêbelê dema ku etîk nirxan hilneberîne, ji kirasê hunerê derdikeve, lewre ehlaq ew qanûn in ku xwe li jiyana me rapêçane, heçkû jiyan herdem diherike. Wêje, xwedîmaf e ku xwe bi erênaya baş-xirab bi sînor neke, lewre di navbera etîk û estetîkê de pêwendiyeke derûnî heye. Lêbelê, tekîliyeke bi rengî di navbera ehlaq û estetîkê de tune.

Nilufer Kuyaş    

Werger: Ali Gurdilî     

24.02.2017  

Bersivekê binivîsin