Epikuros

Epikuros

Epikuros (B.Z. 341-278) 

Berîya Zayînê di navbera salên 341-278 an de jiyaye. Epikuros, wek Epikûr jî tê nasîn. Maddeperest e. Di şirovekirina hebûnê de, atomperest e. Fîlozofekî navdar yê tevgera Hedonîzmê [Exlaqa Xweşîyê] ye. Di dilêrîna xwe ya exlaqê de, giraniyeka mezin daye xweşiyê. Lê mirovan, vê felsefeya wî çewt fêhm kirine. Qesta wî ya xweşîyê, cureyek şahiya dil e. Ji jiyanê têhmsitandin e. Nexwe, li gor Epikuros ji bo ku em bikaribin jiyana xwe xweş derbas bikin, divê em çî bikin?

Divê em ji tevlîheviya dinyayê dûr bisekinin. Ji bengînîyan (îhtîrasan) divê em xwe rizgar bikin. Divê em ji hişkbawerî û xurafeyên ku çavkaniyên wan ol in, xwe xilas bikin. Divê em mirinê neynin bîra xwe. Heger em saxbin, ne hewceye ku em mirinê bînin bîra xwe, na ger em miribin, jixwe em mirî ne wê demê. Tirsa me bêwate ye.

Lê me çawa ku li jor jî got, ev felsefe çewt hatiye têgihîştin û wek ‘felsefeya Beraz’ hatiye bi nav kirin. Lewra, hinekên ku bawerîya xwe bi vê felsefeyê anîne, bi awayekî bêsînor xwe berdane kûrahiya zewqên maddî. Epikuros, derheqê azadîyê de determînîst e. Dibêje: ‘Mirov dikare hinek tiştan bi îradeya xwe hilbijêre!’

Derheqê exlaqê de jî dibêje: ‘ji bo biryardayîna derheqê baş û xirab de, ji bilî xweşî û êşê, tu pîvanên din tune nin.’  

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî  

Bersivekê binivîsin