Ehlaq jixweber/Spontane ye

Ehlaq jixweber/Spontane ye

Ehlaq jixweber/Spontane ye

Ehlaq, tê wateya nirxdaraziyên me yên ku di têkiliyên di navbera mirovan de dertêne holê û ku bi <baş> yan <rast>, yan jî bi <xirab> an <çewt> têne binavkirin. Heke em vê danasînê bi awayekî hesantir bibêjin, wê demê em dikarin bibêjin ku ehlaq lêgerîna <baş> û <xirab> e. Wateya baş û xirab jî, wekî tê zanîn; li gorî şexs û civakan û heta li gorî demê jî diguhere. Ango tevgerek xirab, dibe ku li civateke din ne tevgereke xirab be. Lewra wateya baş û xirab, guherber e. Bingeha peyva ehlaqê, di erebî de wûşeya ‘hulk’, di yewnanî de ‘ethos’ û latînî de jî, peyva ‘mos’ e.

Peyva ‘ethics’ ê ku di zimanê ingilîzî de di wateya ‘ehlaqê’ de tê bikaranîn jî, ji ‘ethos’ a yewnanî tê. Herwiha, bingeha peyva ‘morality’ jî, ku di zimanê ingilîzî de di wateya ‘ehlaqê’ de tê bikaranîn; ji ‘mos’ a latînî tê.

Rêzikên ehlaqî, nirxdaraziyên me ne û bi demê re, carinan hinek ji wan wê girîngiya xwe ya berê winda dikin û bi temamî ji holê radibin. Lê hinek ji wan; carinan jî dibin rêzikên hiqûqê. Dîsa mirov dikare bibêje ku, ehlaq spontane ye. Ango jiber xwe ve, yan ji xwe xwe re çêdibe, an dertê holê û tişteke, ne çêkirî ye.

Ew pirsên bingehîn yên felsefeyê jî, pirsên weke; ‘gelo wateya mirov çi ye?’ ‘Divê ku çi be?’ Û hwd. bivênevê, felsefeyê nêzîkê ehlaqê dike û felsefe dixwaze ku fam bike, gelo armanca tevgerên mirovan çi ne, yan divê ew çi bin û yan jî, kîjan tevgerên mirovan, êdî mirovî û xwedîerdem in?

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

23.01.2015

Bersivekê binivîsin