Di Mîtolojiya Yewnan de Efsaneya Medusaya Kezîmar

Di Mîtolojiya Yewnan de Efsaneya Medusaya Kezîmar

Di Mîtolojiya Yewnan de Efsaneya Medusaya Kezîmar

Medusa yek ji sembolên girîng ên bajarokê Dîdîmê (li herêma Egeyê, bajorekek) ye û yek ji wan sê cinawirên bin erdê ên mê ye, ku bi navê Gorgona têne nasîn. Ji wan sê xwehên cinawir, bi tenê kezîmara Medusa Bergorn (bi mirin e) e û yên ku lê mêze dikin, Medusa wan di cîh de dike kevir. Ji ber vê yekê jî, di dewra Antîk de bi armanca ku wê ê wan biparêze; li pereştişgeh û warên taybet; gelek wêne û peykerên Medusayê hatine çêkirin. Di çanda Antîk de, di derheqê jiyana Medusa de, çend rîwayetên cihêreng têne vegotin. Wê em ê rîwayetên, ku heta roja me hatine veguhezînin we.

Di van rîwayetan de xaleka hevpar heye, ku ew jî ev e: 

Serê Medusayê ji aliyê Perseus ve, hatiye jêkirin û bi vî awayî hatiye kuştin. Ji xwîna wê jî hespê bi bask Pegasos û Khrysaor, çêbûne. Di perestişgeha Apollon de jî hatiye xwestin ku peykerên Medusa werin çêkirin, lê ji ber ku temamkirina perestişgehê gelekî dom kiriye; peykerên Medusayê nîvco mane û wisa jî hatine heta roja me. Ji wan peykeran yek, ku baş hatiye parastin û heta roja me hatiye; li hewşa perestişgeha Apollon ya li Didîmê, tê pêşan dan. Ji bilî perestişgeha Didîmê ya Apollon, çend peykerên Medusayê, li Stenbolê; li sarnica di bin erdê de “Yerebatan sarnicî” jî hene. Ev peykerên Medusayê, li bakûra sarnicê ne û ji serdema Romayê mane.

Efsaneya Medusa

Medusa wek keçake ciwan û bêdew dest bi jiyana xwe kiriye. Ew wisa bêdew bûye ku xwedawendan hesûdiya wê kirine û xwedan jî, li pey wê gerîyane. Nemaze jî Xwedawenda Athena, gelekî wê hezidî ye. Xwedayê behran, Poseîdon jî dildarê wê ye. Ji ber evîna wê dîn dibe û rojekî bi destakarî, li perestişgeha Athenayê; pêre radizê. Li ser vê bûyerê Athena, ji Medusayê gelekî aciz dibe û wê dike Gorgonek. Piştî ku dibe Gorgon, Medusa ji bêdewiya xwe dûr dibe. Medusa, gelekî ar dibe û porên wê vediguhezin maran. Medusa ji ber ku mirov bû, bi mirin bû. Ji ber vê yekê jî, Athena cezaya wê hindik dibîne û wê dide vekuştin. Kujdarê wê jî, Perseus e.

Di dema serjêkirinê de du zarokên wê ên ji Poseîdon, Pegasus û Chrysar; ji zikê wê der diçin. Dilopên xwîna wê, digihêjin çola Libyayê û vediguhezin maran. Perseus, serê wê ê jêkirî û Athena jî, çermê wê ji xwe re dibin. Ji xwîna wê du dilopan diyariyê qral Erichthonîus dikin. Ji wan dilopan yek jehreke kujende û ya din jî, jehrkuj “panzehîr” e û hemû nexweşiyan baş dike.

Ali Gurdilî 

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin