Ebul Berekat Bexdadî

Ebul Berekat Bexdadî

Ebul Berekat Bexdadî (1078-1196) 

Navê wî yê rast, Ebul Berekat Bexdadî ye. Lê tê gotin ku navê wî resen, Hibetullah e. Di cîhana îslamê de, wekî fîlozofekî girîng yê sedsala 12 an tê pejirandin. Bi eslê xwe ji Bexdayê ye û ji binemaleka cihû ye. Wekî fîlozofekî neterefgir hatiye nasîn. Di dawîya imrê xwe de, bûye misilman û bawerîyên cihûyan, bi tundî rexne kiriye. Bi pirtûka xwe ya bi navê ‘Pirtûka Muteber’ tê naskirin.

Di vê pirtûka xwe de cîh daye babetên mantiq, fizîk û metafizîkê. Derheqê heyîn, tevger, zeman û mekanê de, ramanên wî yên girîng hene. Wekî dixtorekî baş hatiye nasîn. Lê girîngîya wî, ji ramanên wî yên xweser tê û di berfirehkirina felsefeya kelamê de, keda wî mezin e. Bi taybetî jî, derheqê demê (zemanê) de ramanên girîng pêşkêş kiriye.

Li gor bîr û bawerîya wî, zeman û mekan, bêdawî ye. Digel vê yekê wiha diparêze ku destpêk û dawîya, afiranderîyê tune.

Zanayîyê Jî Kiriye Du Beş 

1- Tiştên ku em bi wan rasterast dizanin, ku ev tişt, bi hilikê ve têkildar in. Tiştên hilikî ne, an jî em bibêjin hindurîn in.

2– Tiştên ku em bi rêya sehekan, bi wan dizanin.

Li gor bawerîya wî, zanîna xwedê jî ne gengaz e û wê em ê tu carî bi nav û rûçikên xwedê nizanibin.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî  

Bersivekê binivîsin