Dr. Abdullah Cevdet 1869-1932

Dr. Abdullah Cevdet 1869-1932

Dr. Abdullah Cevdet 1869-1932

Dr. Abdullah Cevdet Kî ye? Bijîşk, nivîskar, lêger, wergêr, fîlozof, siyasetvan, kurdperwer, serok û îdeologê rêkxistina İttihad ve Teraki?.. Kîjan ji van, çi? Gelo ew kî ye?

Bersiv ne hêsan e. Ji ber ku ev wesfên jorîn, hemû jî, li nik Dr. Abdullah Cevdet hebûne. Wî hem bijîşkî kiriye, hem jî 42 kitêb nivîsîne; hem bi navê İçtihad kovareke siyasî 28 sal weşandiye, hem jî bi qasî 30 klasîkên herî mezin yên welatên Rojhelat û Rojava wergerandiye tirkî; hem kurdperwerekî hêja bûye, din av rêkxistinên Kurdan de cîh girtiye, hem jî hîmdarê tevgera İttihad ve Teraki bûye.

Ji lewre her kes li gor bîr û baweriyên xwe li jiyan û xebatên Dr. Abdullah Cevdet hûr bûye û bi tenê alîyekî yan jî hin aliyên wî derxistine pêş û nîşan didin. (Ma ji xwe tarîx jî ne ev e? Bi gotineke din; ma tarîx, bûyer, şexs û pêwendiyên tarîxî li gor gotineke bîr û baweriyên lêger û tarîxnasan reng neguherîne?..)

Lê belê, di derheqê Dr. Abdullah Cevdet de tiştekî heye ku tu kes jê şik nake; wî di tarîxa osmanî û Kurdan ya destpêka 1900’î de dewr û roleke mezin lîstiye û tesîreke mezin li vê tarîxê kiriye.

Li gor agahiyên, bi kurtebirî jiyana Dr. Abdullah Cevdet weha ye ew Kurd e û li bajarê Arabgîrê, kul i Kurdistana jorê ye, hatiye dinê, di sala 1869 de. Piştî xwendina dînî, ew li Xarpêtê dixwîne û diçe xwendegaha Askeri Ruştiye. Piştî xwendegaha Xarpêtê, ew di sala 1886 de diçe Stembolê. Li Stembolê ew, pêşî li Kuleli Askeri İdadisi, paşê jî, li Mektebî Tibbiye dixwîne û di sala 1894 an de dibe bijîşk. Tevî xwendinê, li milekî din jî, ew dest bi nivîskariyê dike û kitêb, şi’ran diweşîne. Di sala 1889 an de, ew û sê hevalên wî(İshak Sukuti yê Diyarbekirî, İbrahim Temoyê Arnawit û Mehmed Reşîdê Çerkez) bi navê İttihadî Osmanî Cemiyetî rêxistineke veşartî tînin pê. Ev rêkxistin, bi dû re, dibe İttihad ve Teraki Cemiyetî.( Herwekî tê zanîn, İttihad ve Teraki Cemiyeti piştî 1910 an de dewleta Osmanî bi dest dixîne û tê ser hukim, dest bi nijadperestiya tirkî dike û li Kurdistanê bi qasî 1,5 milyon Ermenî û 500 hezar Kurd qetl dike û di dawiya dawîn de jî dewleta osmanî têk dide.)

Dr. Abdullah Cevdet li dijî zor û zordariya dewleta osmanî dixebite û gelek caran, ji ber van xebatan, ew tê girtin, zîndan dibe. Gelek caran jî ew sirgûn dibe(Trablûsxerb, Fîzan…) Di sala 1897 an de, ew direve û dere Ewropê, Cenevrê û li wê derê, tevî hevalên xwe, bi navê Osmanli rojnamek derdixe. Ew li Cenevrê, di eynî wext de berpirsiyariya İttihad ve Terakî jî dike.

Jiyana Dr. Abdullah Cevdet ya sirgûniyê din av awertiyeke dilsoj de derbas dibe. Ew ji welatekî direve welatekî din û ji wir jî welatekî din… Lê, tevî her celeb bêgavî û neçariyê, ew tu carî ji xebatên xwe yên li dijî “istibdada osmanî” bi dûr nakeve.

Pey du salên dirêj yên sirgûniyê re, ew vedigere Tirkiyê û li Stembolê bi cih dibe û li wê derê xebata xwe didomîne. Û di sala 1932 an de (29.11) Dr. Abdulah Cevdet, li Stembolê dere rehmetê

Ji berk u Dr. Abdullah Cevdet bîrawerekî bê hempa, şervanekî jêhatî û fîlozefekî nûjen û têgihiştî bû, di roja me de jî, gelek lêger,tarîxnas û nivîskar li jiyan û xebatên wî dinhêrin. Din av van lêkolînan de yên berbıçav ên Şerîf Mardîn û Dr. Şükrü Hanioğlu ne.

Lêgerê ciddî prof. Şerîf Mardîn di kitêba xwe, Jön Türklerin Siyasi Fikirleri 1895-1908 de, beşekî taybetî ji bo Dr. Abdulah Cevdet vediqetîne û li ser tesîrên Dr. Abdullah Cevdet û kovar wî İçtihad radiweste. Li gor baweriya Ş. Mardîn, Dr. Abdullah Cevdet hem hîmdarê fikrî û hem jî hîmdarê siyasî yê Jon Tirkan û İttihat ve Teraki Cemiyeti ye. Û dîsa li gor baweriya Ş. Mardîn, serokê komara nû ya Tirkiyê Mustafa Kemal jî piraniya fikir, bîr û baweriyên xwe ji Dr. Abdullah Cevdet wergirtine. Yanê, Dr. Abdullah Cevdet bavê Mustafa Kemal yê fikrî bûye. Di pêşgotina kitêbê de jî, Ş. Mardîn ji bo Dr. Abdullah Cevdet weha dibêje; “Di vê lêkolînê de, ez bi taybetî li ser şexsekî ku fikrên wî, ji her kesî bêtir, berbiçav bûne, hûr dibim. Gava meriv li fikrên Dr. Abdulah Cevdet hûr dibe, hingê meriv dibîne ka bîr û baweriyên Rojava, yên “materyalîst-organîsîst-darwînîst” çawanb tesîr li bîrewerên me kirine.”

Û li gor Ş. Mardîn, tiştê ku Dr. Abdullah Cevdet xwestiye bike, perwerdekirina xelkê û medenîkirina girseyên osmanî ye. Ji xwe Ş. Mardîn bi çarîneke Dr. Abdullah Cevdet dest bi beşê li ser Dr. Abdullah Cevdet yê kitêbê dike. Çarîn weha ye;

Min dil kir ronahî bireşînim ser we, şev û roj, Ez ji heyvê çûm rojê, ji rojê jî hatim heyvê Pêxember wa’ad dikin ku bihuşt li dinya dinê ye Ez hatim ku vê dinyê ji we re bikim bihuşt

Heçî kitêba M. Şükrü Hanioğlu ye, bi temamî, li ser Dr. Abdullah Cevdet e. Kitêb xebata doktorayê ya nivîskar e. Kitêb bi qasî 430 rûpelên mezin in û ew, digel her kit-kitê, li ser jiyan, xebat, fikir û bîr û baweriyên Dr. Abdullah Cevdet radiweste.

Lê di van her du lêkolînan de jî, tiştekî ecêb heye ew zêde li ser kurdbûn û kurdeyatiya Dr. Abduulah Cevdet nasekinin. Ew, bêtir, aliyên Dr. Abdullah Cevdet yên İttihadî û Osmanî derdixin pêş û li ser wan disekinin. Ş. Mardîn di kitêba xwe de, li ser vê meselê dibêje; “Abdullah Cevdet, li gor gotinan, li maleke “kurd” hatiye dinê. Eger ev yeka rast be jî, li vê derê noqta herî girîng, gava Abdullah Cevdet li Cenevreyê bûye, wî bi merivanên Bedirxan Paşa re kul i dijî Abdulhamîd kurdeyatî dikirin, tevkariyek neaniye pê û zimanê tirkî ji bo çandeke millî wasiteyeke esasî dîtiye.

Dr. M. Şükrü Hanioğlu jî di kitêba xwe ya mezin de, bi tenê 8,5 rûpel li ser kurdayetiya dr Abdullah Cevdet radiweste.

Bê guman, bi qasî kurdbûnê, dr. Abdullah Cevdet osmanî û ittihadî jî bûye. Ew bi Tirkan re, di nav rêkxistinên Tirkan de xebitiye û dil kiriye ku welatê osmanî her yekbûyî bimîne. Lê belê, digel vê hindê jî, Dr. Abdullah Cevdet Kurd bûye, kurdayetî kiriye, di nav rêkxistinên Kurdan de jî xebitiye û li ser Kurdistanê gelek bend û nivîsar nivîsîne.

Ev yeka malkambax qedera Kurdên Kurdistana jorê ye. Lêger, pispor, tarîxnas û nivîskarên tirk li ser Kurdan û tarîxa wan ranawestin. Zanîngeh, enstîtû, akademî û dezgehên zanistî yên Tirkan- bi awayekî giştî- li gor îdeolojiya resmî ya dewleta tirk difikirin û dinivîsin. Yên ku wekî dewletê nafikirin jî di lêkolîn û xebatên xwe yên zanistî de behsa Kurdan, kurdayetî û Kurdistanê nakin. Ev her du lêger û pisporên hêja Ş. Mardîn û M. Şükrü Hanioğlu ji bo vê yekê mîsaleke baş in. Ew her du jî wekî dewletê nafikirin, lê ew nikarin xwe ji tirs, qeyd û şertên dewletê jî rizgar bikin. Ew wekî dewletê, nabêjin ku Kurd tunene, lê gava ew behsa Kurdan dikin jî, bi şik û xof in, ditirsin.

Ji ber vê yekê, wêranî û bêbextiyeke ecêb mezin, di warê tarîxa kurd û Kurdistanê de, li Tirkiyê hukm dike. Li milekî dewlet bi xwe, bi hezaran, milyonan derewan, dibêje Kurd û welatê wan tune, li milê din jî, lêger û pispor din av bêdengî û tirseke mezin de ne. Yanê kes hember derewên dewletê serî ranake û dengê xwe bilind nake û tarîxa Kurdan û xelatê wan jî li pey deriyên qiflikirî û arşîvên veşartî yên dewletê dimîne.

Baş e, Kurd çi dikin? Kurd jî, bi qasî îmkanên xwe, dixebitin û li dijî bîr û baweriyên dewleta tirk radiwestin. Lê xebatên ku meriv dikare jê sûd werbigre, xebatên li gor qaîdeyên ilmî ne, mixabin, kêm in. Bê guman, ev yeka ne bê sebeb e; dewleta tirk rê nade ku lêger û tarîxnasên Kurdan jî bigihên û bixebitin.

Tucar, tarîx jî bi tenê, li gor qaîde û metodên zanistî, tê nivîsîn. Bersiva derewan ne derew û ne jî çend peyv û qiseyên tûj in. Û ji bo bersiveke rast û zanistî jî pisporî divê. Yanê, meriv divê hay ji qaîde, metod, rê û ekolên tarîxnasî û tarîxnivisînê hebe û bikaribe bi awakî zanistî û piralî li tarîxê hûr be.

Xebata Malmisanij, KürtMilliyetçiliği ve Dr. Abdullah Cevdet, ji bo vê yekê mîsaleke baş e. Malmisanij bi lêkolîna xwelêkolînên Ş. Mardîn û M. Şükrü Hanioğlu temam dike û kurdayetiya Dr. Abdullah Cevdet jî li van lêkolînan zêde dike. Û xebata Malmisanij, careke din jî, nîşanî me dide ku Kurd bi xwe divê tarîxa xwe binivîsin û ji wan çêtir kes nikare bi vî karî rabe.

Em Malmisanij ji xebatên wî yên li ser ziman dinasin. Xebatên wî yên li ser zaravayê dumilî di kovarên kurdî de diweşin û beşê dumilî yê li kovara Hêvî yê jî bi alîkariya wî hazir dibe( Malmisanij bi xwe dumilî û ji Kurdistana jorê ye.) Niha jî Malmisanij bi vê lêkolîna xwe ronakbîrekî kurd û aliyên wî yên kurdayetiyê bi me dide nasîn. Malmisanij jî wekî Ş. Mardîn û M. Şükrü Hanioğlu jig elek çavkaniyan destkewtî bûye û kitêba M. Şükrü Hanioğlu jî gelek alîkarî li xebata Malmisanij kiriye. Lê navenda lêkolîna Malmisanij kurdayetiya Dr. Abdullah Cevdet e. Yanê ew wekî lêgerekî kurd li meselê hûr dibe; Malmisanij li ser peywendiyên Kurdan û Sultan Abdulhamîd û Kurdan û Babialî İttihad Teraki disekine.

Di lêkolîna Malmisanij de, tevî Dr. Abdulah Cevdet, hin ronakbîrên din yên Kurdan jî hene, ku ji bîr bûne. Malmisanij li ser wan jî agajiyên hêja dide. (Hin beşên lêkolîna Malmisanij, nemaze beşên kut ê de li ser ronakbîrên din jî agahî hene, di kovarên Kurdistana jêrê(Iraqê) de jî, bi kurmanciya jêrê, weşiyane.) Karê ku Malmisanij pê rabûye, ne hêsane, wî bi nûçikan ji her derekî agahiyek peyda kiriye, wan daniye ber hev û karê xwe bi ser xistiye. Herwekî li jor hat gotin, Dr. Abdullah Cevdet gelek bend û nivîsar li ser Kurdan û Kurdistanê nivisîne. Malmisanij ew hemû berhev kirine û di lêkolîna xwe de weşandine. Bi vî awayî, lêkolîna Malmisanij ya biçûk dibe çavkaniyeke hêja da ku em hem Dr. Abdullah Cevdet baştir binasin û hem jî bizanibin k adi destpêka 1900î de ronakbîrên Kurdan kî bûne, dû wan çi kiriye.

Lêkolîna Malmisanij destpêkeke baş e. Me hêvî heye ku ew xebatên xwe bidomîne û tiştên nû li lêkolîna xwe zêde bike. Tarîxa navbera 1900-1920 an ji bo Kurdan pir girîng e. Di wê dewrê de Kurd hem di tevgerên fikrî, siyasî û rêkxistinî de û hem jî di gerandina karên dewletê de pir xurt bûne. Ev rûpela veşartî ya tarîxa me divê, bi her awayî, derkeve ronahiyê. Bi qasî ku em dibînin, Malmisanij jî dikare di vê xebatê de roleke baş dilîze. Di dawiya nivîsara xwe de, min dil heye agahiyeke biçûk li lêkolîna Malmisanij zêde bikim û çewtiyeke wî ya biçûk jî nîşan bidim.

Agahiya ku ez qal dikimê, li ser Mewlanazade Rifat e. Ew ronakbîrê kurd yê bextreş jî yek ji wan Kurdan e ku ji bîr bûne. Malmisanij di lêkolîna xwe de, bi kurtî behsa vî ronakbîrê dike. Lê welê dixuye ku Malmisanij baş bi jiyana vî ronakbîrê kurd nizane. Nemaze, bi jiyana wî ya piştî 1923 an. Mewlanazade Rifat jî, herwekî Malmisanij dibêje, yek ji wan 150 kesan e ku ji Tirkiyê tên avêtin, di sala 1923 an de. Piştî 1923 an, ew tê li Beyrûdê bi cîh dibe û li dijî Mustafa Kemal û Komara Tirkiyê dixebite.

Gava Kurd rêkxistina Xoybûnê tînin pê, ew jî yek ji hîmdarên partiyê ye û ew di dan û standinên Kurdan û Ermenan û Fransizan de roleke mezin dilîze. Herweha wî kitêbek jî nivîsiye. Kitêb li ser tevgera Mustafa Kemal, Komara Tirkiyê û bûyerên wê rojê ye. Tevî ku ew bûn 5-6 sal ku ez li pey kitêbê m emin hê jî ew jî ew peyda nekiriye. Ez li vê derê navê kitêbe dinivîsim. Heye ku kitêb li nik hinan hebe, yan jî hin bikaribin wî peyda bikin. Navê kitêbê Türkiye İnkılabının İçyüzü ye. Mewlanazade Rifat heta mirinê(1930), bi awakî xurt, di nav tevgera kurdî de xebitî

Çewtiya ku ez qal dikime jî, li ser salên Mehmet Salih Bedirxan e. (Çewtî di esasê xwe de, çewtiya ku Malmisanij jê destkewtî bûye, ye). Li gor çavkaniya Malmisanij, Mehmet Salih Bedirxan, neviyê Bedirxan Paşa, kurê Mahmut Izzet Bedirxan, pismam û xwezûrê Cewdet Alî Bedirxan û bavê Rûşen Bedirxan e, di şerê cîhanê yê yekemîn de, gava ew 63 salî bûye, çûye rehmetê. Ev ne rast e. Ev çend sal in ku ez li ser ronakbîrê hêja yê Kurd dixebitim. Li gor çavkaniyên min û agahiyên kum in berhev kirine, Mehmet Salih Bedirxan di sala 1874 an de hatiye dinê û di tarîxa 1 Nîsan 1915 an de wefat kiriye. Ango; gava ew çûye rehmetê, ew ne 63, lê 41 salî b3uye.

Me bi tarîxê dest pê kir, em bi tarîxê biqedînin. Dr. Abdullah Cevdet di hejmara yekemîn ya Rojî Kurd de weha dibêje; “Hem berhemên pênûsê, hem berhemên fikir, li dinyê tu eser û berhemên mezin tune ku bi alîkariya cesaret û xurtiyeke mezin nehatibin pê. Ez di dema xwedan-şexsiyetbûn 3u xwenasîna milletan de ne… gava milletekî ne xwediyê şexsiyetekî xurt be, hingê ‘ navê wî nayê xwendin’ ji heywanekî xwedanziman pê ve, ew nikare tu tişt be… Sedsala me ne henek e, sedsala 20 an e…”

Mehmed Uzun

Kovara Hêvî/ Hejmar:7/Sal:1990

Bersivekê binivîsin