Dîn, Civak û Rewşa Pirsgirêka Kurdistanê

Dîn, Civak û Rewşa Pirsgirêka Kurdistanê

Dîn, Civak û Rewşa Pirsgirêka Kurdistanê

Gelek kirûyên civakî hene. Ji van kirûyên girîng yek jî kirûya dîn e. Dîn heqîqetek e ku him di raboriyê de him îro û hİm jî di dahûtiyê de bûye û dê bibe bandor û bertekên cidî yên civakî. Heqîqetek civakî ya wisa girîng nikare were paşguhkirin û tunehesibandin. Paşguhkirin û tunehesibandina dîn ti caran ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî xizmetê nake, berovajiyê vê yekê, dê ji çareseriyê re bibe asteng û heta dê pirsgirêkên heyî zêdetir bike. Dîn kirûyek wisa ye ku bandorê li hemû tebeqeyên civakî dike û di qadên wekî civakî, siyasî, çandî, aborî, leşkeri û derûnî de xwedî bandor e.

Ji bo pêşketina gelek fikir û bîrdoziyan bûye sedem û referans. Gelek bîrdoziyên kevn û nûjen ji çavkaniya dîn av vexwarine. Mînakek vê ya herî baş, mînaka pirtûka ‘’Rihê Kapîtalîzmê û Exlaqê Protestanî’’ ya Max Weber e. Weber di vê pirtûka xwe de li ser têkiliya kapîtalîzm û protestaniyê rawestiyaye û kapîtalîzmê wekî hilberîna prostestaniyê dinirxîne.  Di dîroka Îslamê de têkoşînên siyasî û aborî yên ku ji bo saziya xelîfetiyê hatin dayîn jî mînakek e, ku xelîfetî di îslamê de him saziyek dînî ye him jî saziyek siyasî ye. Heta xelîfeyan xwe wekî ‘’zîlûllahî fî-l erd (siya Xwedê ya li ser rûzemîn)’’ (pêşîn Aûrelîûs Aûgûstînuîûs aniye ziman ku dewlet nûnerê Xweda ya ser rûzemîn e.

Paşê dê Hegel jî dewlet wisa qebûl bikira) didîtin. Salo Wîttmayer Baron jî di pirtûka xwe ya bi navê ‘’Netewperestiya Nûjen û Dîn’’ de tîne ziman ku hema hema hemû dewletên antîk dewletên teokratîk (dînî) bûn û Xwedayên wan bi dewletên wan re çêdibûn û bi dewletên wan re jî ji holê radibûn. Yanê dewletek antîk ya bê Xweda tune bû. Wekî ku Baron neqil dike, Leopold von Ranke jî wisa dibêje: ‘’Di gelek serdemên dîroka cîhanê de tişta ku netew bi hev ve girêdane, tenê DÎN e.’’ Em dikarin pergala kastê ya li Hîndîstanê jî ji bo têkiliya dîn û civakê wekî mînak bidin. Jixwe di vê pergalê de Brahmanên Hîndû (dîndarên Hîndûyan) di tebeqeya jorîn de cih digirin û ji tebeqeyên civakî yên din zêdetir xwedî îmtîyaz in.

Pergala kastê di warê civakî de ew qas bibandor e ku jiyana malbatî jî dîzayn dike. Bandora Konfuçyanîzimê ya li ser civaka Çînê jî mînakek e. Çîn her çi qas di warê zanistî û teknolojiyê de zêde bi pêş ketibe jî di warê civakî û çandî de dev ji Konfuçyanîzimê bernedane. Heta li wir jî pergalek bi navê ‘’Pergala Hûkoû’’ heye ku ev jî wek pergala kastê tê pejirandin. Dîsa dewleta Îsraîlê jî mînakek e ku ji dewletek Îbranî (netewî) zêdetir wek dewletek Cihû (dînî) tê nasîn û pejirandin.

Çawa ku tespîtên Max Weber  aliyê dîn yê civakî û aborî nişan dide, her wisa di dîroka Îslamê de şerê xelîfetiyê jî  ji bo aliyê dîn yê sosyo-ekonomîk û sosyo-polîtîk mînakek gelekî girîng e. Mînaka Salon Baron jî têkiliya dîn û hebûna dewletê nîşan dide. Saziya dewletê bi salan e hebûna xwe didomîne û bi salan e him ji bo netewên bindest him jî jo bo yên serdest û dagirker pirsgirêkek herî girîng e. Têkiliya dîn û dewletê ji ber xwezaya dewletê tenê bi aliyekî civakê re ne têkildar e. Bi hemû aliyên civakê re (çandî, siyasî, aborî, perwerdehî, derûnî, tenduristî, leşkerî, malbatî û hwd.) têkildar e û li ser van hemû aliyan bi bandor e.

Dîsa pergala kastê ya Hîndîstanê û Konfuçyanîzima Çînê jî bi destê dewletên wan tên meşandin. Dîsa li Yewnanîstanê mezheba Ortodoksiyê di nav civak û polîtîkayên dewletê xwedî bandoek mezin e. Heta di warê perwerdehiya netewî de dêr xwediyê rolek girîng e. Li Japonyayê jî heta Şerê Cîhanê yê yekemin dînê Şîntoîzmê xwediyê bandorek mezin bû lê ji wê demê şûnde Bûdîzm bûye serdest.

Ez bawer dikim ku Karl Marx (bi gotina xwe ya ‘’dîn afyona civakê ye’’) herî baş aniye zimên ku dîn kirûyek civakî ya cidî ye. Herkes dikare wateyek cuda ji vê gotina Marxî derîne lê bi fikira min Marxî xwestiye bibêje ku ‘’dîn, ji bo xapandina civakekê alavek herî sereke ye.’’ Ya rast Marx wisa jî dibêje: ‘’Dîn ji bo civakê çavkaniya bextewariyek xapînok e.’’ Karl Marx di mijara dîn de pir zêde di bin bandora Lûdwîg Feûrbach de mabû.

Li gorî Feûrbachî ku di pirtûka xwe ya ‘’Cevhera Xaçparêziyê’’ de qal dike, dîn, ji aliyê mirovan hatiye îcad kirin. Dibe ku Feûrbach mafdar be lê ev nayê wê wateyê ku em aliyê dîn yê civakî paşguh bikin. Ji ber ku dîn çawa ku li ser hemû aliyên civakî bibandor e, her wisa li ser kesayetiya mirov jî bibandor e. Heta wekî mînakên pêxemberan em dikarin bibêjin ku dîn di şexsekî de li nav civakê belav bûye. Mesela dînê îslamê di ser şexsê Mûhammed pêxember re li nav gelan belav bû.

Helbet hin teoriyên wisa derketin holê ku li gorî van teoriyan dîn dê bi demê re ji holê rabe û fonksiyonên xwe yên civakî wenda bike. Yek ji teorîsyenên van teoriyan jî Aûgûst Comte bû. Li gorî Comtê ku bavê pozîtîvîzmê tê qebûl kirin, dema dîn qediyaye û li şûna dîn zanistî dê cih bigire. Ji ber vê yekê jî li şûna teolog û xwedanasan jî zanyar dê cig bigirin. Comte bi teoriya xwe ya ‘’Zagona Sê Rewşê’’ îfade dikir ku pergala civakî ji qonaxa teolojîk û metafîzîkê derbas bûye û hatiye qonaxa pozîtîvîzmê. Comte difikirî ku dema dîn xelas bûye û di serdema me ya nûjen de pozîtîvîzmê dest pê kiriye. Lê îro tê qebûl kirin ku rastî ne wisa ye û heta îro pozîtîvîzma Comte rexneyên giran digire û êdî zêde li ber çavan nayê xuya.

Di vî warî tespîtek rêberê PKKê Abdûllah Ocalan ya di cih de heye û Ocalan dibêje pozîtîvîzm pûtperestiya nûjen e û ji bo dîn nebû alternatîfek, tenê xwe pîroz dît, xwe kir dînê nûjen û ji xwe re dêrên nûjen avakir. Li ser vê tespîta Ocalan em dikarin bibêjin ku pozîtîvîzim, bi qewlê Elî Şerîatî li hemberî dînên kevn bû dînê nûjen (Şerîatî pûtperestiyê wekî bêdînî qebûl nake,berovajiyê vê yekê, wek dînekî li hemberî dînê Îslamê qebûl dike). Heta şerên ku îro di navbera mezhebên cuda de diqewimin, bi awayekî eşkere didin nîşan ku di warê civakî, siyasî, çandî û leşkerî de dîn hîn jî xwediyê rol û fonksiyonên mezin e. Wehşeta ku îro terora DAÎŞê dike mijara civaknasiya dîn e û em nikarin bêyî kirûya dîn (Îslamê) rastiya hebûna DAÎŞ û wehşeta DAÎŞê bigirin dest û li ser tiştinan bibêjin. Heta ez bi xwe ‘’dijminatiya’’ Emerîka û Rûsyayê jî bi vî awayî şîrove dikim. Ji ber ku Emerîka dewletek protestan û katolîk e, Rûsya jî dewletek ortodoks e.

Di encamê de em dikarin bibêjin ku dîn di warê pirsgirêkên civakî û siyasî de xwediyê cihekî girîng e. Loma jî divê fonksiyonên civakî yên dîn ti caran neyên paşguhkirin û biçûk dîtin. Ji ber ku ev ti caran ji çaereseriyê re xizmetê nake, berovajiyê vê yekê, dê pirsgirêkên heyî zêdetir bike. Îro di çareseriya pirsgrêka Kurd û Kurdistanê de jî divê ev rastiya li pêş çavan were girtin. Divê dî warî de kongire û konferans zêde werin li dar xistin û teolog, civaknasên dîn û meleyên Kurdan di vê mijarê de zêde berpirsyarê bigirin. Hikumeta AKPê û dewleta Tirk ya ku qaşo misilman e, divê ti caran derfetê nebîne ku gelê Kurd li ser navê dîn bixapîne.

Heta şerê ku di 6-7ê Cotmehê de qewimî û şerê ku îro li bajarên Kurdistanê di navbera Hizbûllahiyan û YDG-Hê de diqewime jî girîngiya aliyê civakî yê dîn nîşan dide. Loma jî divê em bi gelê xwe baş bidin fêm kirin ku pirsgirêka Kurd ne pirsgirêkek dînî ye, pirsgirêkek netewî ye lê divê em vê yekê jî li gorî rastiya bawerî ya gelê xwe raxin ber çavan. Divê em bi gelê bidin qebûl kirin ku li gorî dîn (îslamê) em Kurd di warê doza xwe ya netewî de mafdar in. Ev yeka jî dikeve ser milên teolog, civaknas û derûnasên dîn û seydayên me. Lê divê saziyên me yên siyasî û sivîl jî ji bo van teolog, civaknas û derûnasên dîn û seydayên me derfetan çê bikin. Gava ku em Kurd di her warên civakî de li qadan bin, em ê bi serkevin.

Mistefa Dewlemend

15.01.2015

Têbinî: Di warê ‘’Civaknasiya Dîn’’ de hûn dikarin li pirtûka Max Weber ya bi navê ‘’Din Sosyolojisi (Civaknasiya Dîn)’’, pirtûka Emîle Dûrkheîm ya bi navê ‘’Dini Hayatın İlkel Biçimleri (Awayên Hov yên Jiyana Dînî)’’ , pirtûka Hans Freyer ya bi navê ‘’Dîn Sosyolojîsî (Civaknasiya Dîn)’’ dîsa her çi qas ne zêde pêşketîbe jî ji bo destpêkekê hûn dikarin li pirtûka Ejder Okûmûş ya bi navê ‘’Din Ve Toplumsal Değişim (Dîn û Guherîna Civakî)’’ jî  binêrin.

Bersivekê binivîsin