Di Utopyaya Bajarê Xwedîerdem de Aqlê Pratîk

Di Utopyaya Bajarê Xwedîerdem de Aqlê Pratîk

Di Utopyaya Bajarê Xwedîerdem de Aqlê Pratîk 

Farabî (870-950) ku li rojavayê wekî Alpharabius tê nasîn, di teoriya xwe ya <Yên Aqilmend> de dibêje ku di pêşiya Xwedê de, di destpêkê de aqlekî yekemîn derketiye holê û ji aqlê yekemîn, bivênevê aqlekî din der çûye, giyan û asîman çêbûne.

Di warê şirovekirina bûyerên xwezayê de teoriya Arîstoteles ya <Madde û Formê> qebûl kiriye. Li gor ramana Farabî, sedemê hemû heyînan Xwedê ye û hemû heyîn, ji Xwedê weke aqil der çûne û heyîna ku herî zêde ji Xwedê dûr e jî, made ye. Wezîfeya mirovan jî, divê ji madeyê xwedûrkirin û ji bo nêzîkbûna Xwedê, zelalkirina rih be. Li gor dilêrîna Farabî; bextewariya civakî encax bi riya rasteqîniyê ku ew jî hilbera aqlê pratîk e, bi rastî û başiyê dikare pêk were.

Farabî wisa dixwaze ku bi riya aqlê pratîk, hem mirovên desthilatdar û hem jî yên ku têne birêvebirin (hemwelatî), xwe bigihînin civaka îdeal ya xwedîerdem. Hêmanên vê civaka îdeal ya xwedîerdem, di berhema xwe ya utopîk de ku navê wê <Bajarê Xwedîerdem> e, destnîşan kiriye.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

03.05.2014

Bersivekê binivîsin