Di Teoriya Made û Formê ya Arîstotales de Ramana Xwedê

Di Teoriya Made û Formê ya Arîstotales de Ramana Xwedê

Di Teoriya <Made û Formê> ya Arîstotales de Ramana Xwedê 

Çawa ku teoriya <îdeayan> ya Platon, navenda giştî ya felsefeya wî be, teoriya Arîsto/Arîstotales ya <Made û Formê> jî, mirov dikare bibêje ku navenda felsefeya wî ye. Di teoriya xwe ya <Made û Formê> de Arîstotales, rexne li teoriya <îdeayan> ya mamosteyê xwe Platon digre. 

Arîstotales dibêje, îdeayên Platon ji cîhana madî cihê ne û jê dûr in û ji bo ravekirin/şirovekirina cîhana madî jî, bêhêz in. Ji ber vê çendê jî, rexne li teoriya Platon girtiye. Li gor baweriya Arîstotales jî, îdea çawa ku Platon dibêje; ne li derveyê nesneya ne û ne jî li derveyê demê û war in. Îdea, hilika hemû heyîna ne û di nava wan de ne. Nesneyên ku em wan bi saya sehekên xwe dinasin, bi temamî xwediyê hilikeke hevpar in (lewnek, formeke xwe hene) û ev xala wan ya hevpar, nûneritiya yekîtiya wan dike.  Ango yekîtiya wan temsîl dike.    

Form/lewn, şekl dide madeyê û ya ku em wê yeko yeko di hemû heyînan de dibînin jî, ew form bi xwe ye. Di vê xalê de tê dîtin ku Arîstoteles ji bo pirsgirêkên/hişkegirêkên mîna yekîtî, pirranî, naguhêrbarî û çêbûnê, rêyeka nû ya çareseriyê peyda kiriye. Made, derfet/îmkan û dibetiyek e, wekê hêzekî ye û ya ku dê bigihêje şeklekê ye. Form, wê madeyê digihêjîne şeklekê (şeklekê dide madeyê) û wiha dike ku ew dibe tiştekê li holê ya bilewn û rasteqîn. Made di destpêkê de ne nesneyeke diyar (kifşkirî) e, hê ne bûye <ew> yan jî <ev> nesne. Çimku hê wê demê bi sînor e û hê nebûye heyîneke misoger/teqûz. 

Ji bo hemû heyînên di gerdûnê de jî, em dikarin vê yekê bibêjin. Arîstoteles gerdûnê, ji hêla made û formê ve wek giştek qedemebûyî dibîne. Heyîna ku li dereceyeka jêrîn e, ji bo heyînekê ku li jora wê ye (raserê wê ye), <made> ye. Lê ji bo heyîna ku di binê (jêra) wê de ye, form e. 

Mesela keresteyên înşaatê li gor xanîyekî, made ye û xanî, forma wê ye. Lê li gor darê, keresteyên înşaatê form e. Di binê herî kûr ya vê qedemebûnê de, madeya yekemîn ya ku bi temamî bêform e, heye. Di cîhê herî bilind ya vê qedemebûnê de jî, <forma zelal> heye. 

<Forma zelal> ne hewcedarê madeyê ye. Ev bi xwe nalive (tevnagere), lê ya ku madeyê dilivîne, <forma zelal> e. Têgeha <forma zelal> ya Arîstotales, dişibe <nousa>  yan jî <qenc ê/a herî gewre> ya Platon. Bi gotineka din ramana <forma zelal> ji bilî Xwedê ne tu tişt e. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

14.12.2014    

Çavkaniya gotarê neye nîşandan, wergirtina wan qedexe ye.    

Bersivekê binivîsin